perîy aştî

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  593 Dîtin
sûçî derdane eger carê xeyałî mey dekem
ew wiłate wa nebê, min bîrî bade key dekem!
çû le çîrokî xema dawênî ney girt «mewlewîKes»
min heta nałînî xom bê, şîwenî bê ney dekem
kořî yaran sarde, diřdongin ’ezîzan, ey xwa
kengê bew hawîne çaweřwanî sermay dey dekem!
dûredeste naygemê, çibkem firîştey aştî
çendî min lew řêgeda hewraz û lêjî tey dekem
qet be hełkewtîş nebû xoşî le jînmida, bełam
ew demey ew perye xoy denwênê, min oxey dekem
memkene pêxust le pîley nařewada, çunke min
arezûy jînêkî sade û hêmin û bêwey dekem
bo kelebçey nakene destim, erê pîranî jîr?!
wa debînin xom dekûjim, karî dêwaney dekem
kurdewarî, koyleyî to her le dewrî madewe
herçî hatwe çaxî xoy kirdûye, min êstey dekem
her leser her berdêkî zêdî şîrnî xom cêm hebê
ca dezanî «hêdîNasnava edebî» çon gałte be textî key dekem