wiřêne

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  817 Dîtin
min be xurpey dił dezanim hestî pêy canane dê
xoşewîstî karî xoy kird, şem le dûy perwane dê
seyre pêm, min bo be goşey çawî neş’ey demgirê
ḧałetî wa çun hemîşe her le dûy peymane dê
ger perêşanim debînê saqî nazî kemtire
boye beynêke webał bestom, ewîş pyawane dê
lêy geřê, tuxwa şemałîş bonî kezyet hełmijê
girj û tûře carbecarê ger le daxî şane dê
çawî mestit bê hemû şit kêşe defroşê, bełam
agirî fîtne le gořî ew kil û kildane dê
min le des mestî penam bo xaneqa bird, demdî şêx
awedan bê wirde wirde wa le lay meyxane dê
maçî lêwit ger be nirxî gyanî şîrîn des kewê
kes nîye gyanî bwê, ferzane dê, dêwane dê
xałî pîrozet xwapêdawe wa baş kewtuwe
hîç be xoyda naye, emma hênde lew lêwane dê
basî cwanît ger le kořê bête gořê yek be yek
gware dê řazêkî dênê, bazne dê, pawane dê
min dezanim şê’rî min wêney tewawî to nîye
meşqî egrîcet dekem min ew wekû řîḧane dê
«hêdîNasnava edebî» lêm negrî wiřêne ewřo, mercî ême bê
derd eger derdî evîn bû, waje her şêtane dê