şê’rî miḧemed ’elî medhoş
Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
3 Xulek
1578 Dîtin
ḧeme’elî medhoş ke hêşta qani’ nabînê, bełam şê’rekanî exwênêtewe, zor meraqî ebêt qani’ bibînê. be řêkewt wa řê ekewêt qani’ eřwat be nizîkya. ḧeme’elî ke qani’ ebînê, zor řût û qût û çiłkin û piłkin dête pêş çawî, em şê’rane enûsêt û eyannêrêt bo govarî dengî gêtî taze, ke le beẍda der’eçû şî’rekan emeye:
bîstibûm qani’ heye û şa’îre
feylesûfêkî zana û mahîre
her keşkułêkim ekewte ber çaw
ya govarêkim edî naw be naw
be şê’rî qani’ řengîn kirabû
le lay hemû kes teḧsîn kirabû
şê’rîşîm lay xom zor zor nûsîbû
egerçî xoyşîm hergîz nedîbû
her emut xozge em şemameye
bonî wa xoşe, řengî kameye?
kutwipiř yekê le hawřêkanim
destî birayî xiste ser şanim
witî: birakem serbêne derê
ewe qani’e, mujdeman berê
katê hatme der, nwařîm yek pyawê
her wek koterey nîwesûtawê
kewşe çekêkî wa le ser pêda
her wa bêdemax eřwat be řêda
zelamê zile û zebelaḧ û berz
çiłkin, xwaruxêç, wek sêwî bin erz
bîxeyte agir bosoy lê naye
zor peşîmanim, xozge nemdyaye
witim hey hawar em pyawe berze
her awa ejî le řûy em erze!?
em fîkire berze û em hoşe cwane
ebê boç wa bê lem kurdistane!?
lay bêganekan şa’îr zor cwanin
tewaw diłxoşin, zor şadmanin
ey boç lay ême wa hênde sûkin
kiz û kelela, tewaw bê tûkin!?
şa’îr xizmetî gel û hoz eken
xoyan be qurban berzîy koz eken
hawełêkî xom lêm hate pêşê
wexte bû lebna gwêçkem hełkêşê
witî bêdeng be, demî xot bigre
řexne le sîmay ’aqłan megre
key şa’îr leme çaktir jyawin!?
pakyan be cewrî felek xinkawin
nabînî herkes xawen cewhere
leme xiraptir ew derbedere!?
wełamî qani’ bo medhoş
biray xoşewîst, yarî nedîdem
şa’îrî berzî zor pesendîdem
le biraderan bo minit pirsîbû
le naw govara şê’irit nûsîbû
minit nedîbû ke aya çonim
pêt nezanîbû ke kewłekonim
nûsîbût hergîz bosoy lê naye
zor peşîmanim, xozge nemdyaye!
bełê, řast ekey, hemîşe řûtim
çiłkin û piłkin, wek mełkemûtim
heta şa’îrî kurdistanit bim
ebê her şiř û şîtałanit bim
boçî bira gyan her fason pyawe?
qonderey taze, xawenî nawe?
kiras û kewa xadmî hoze?
mêzerî zile hoy berzîy koze?
biray şîrînim, xo toş şa’îrî
zîrek û zana, tewaw mahîrî
madamêk ke xot gewherfiroşî
bo kizîy şa’îr boç tê’ekoşî!?
şa’îr wek dehoł le dûr dengxoşin
le nizîkewe darêkî boşin
bawcûd, řûtî hîç ’eybî nîye
ke pare nebû, desełat çîye?
pare be corêk dête des însan
şa’îr ew pare eka be sindan
şa’îr bo pare hîç naka pele
arezûy şa’îr her berzîy gele
kam şa’îrit dî des û çaw pak bû
lîbasî berî fasonî çak bû!?
se’dî, feylesûf tewaw dinya bû
mamosay hemû شاە û geda bû
be pêxawsî lem mał bo ew mał
esûřayewe, sa be her eḧwał
hîç kesêk neyut boç se’dî řûte
boçî naşîrîn, wek mełkemûte
îtir ba bes bê biray şîrînim
minîş her ełêm: yaxwa netbînim