qani’ û aşekey

Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  776 Dîtin
ey aşî meynet! dîwar dařûxaw!
sernê datepîw! coge bebê aw!
heywan gêc xwardû, naw dałan tepîw!
hode şewezeng, řoşnî‌nedîw
kołeke şikaw, tîrek lar û çewt
le aş qet neçû, be wêney eşkewt!
dołyane kun‌kun, nê aş qiłîşaw
çeqene let‌let, kewçke diřaw
darî pê zeng‌zeng, top kun‌hełatû
moreseng nabar, xwanke ledes‌çû
berdaş lareseng, tewere şikaw
bist wek zwanî mar, peře pirtikaw
geřannî to sêḧrî lonîye
ke awit nîye em fîşqe çîye?
ne gunicit heye, ne řase ne gêř
le şeř zyatir le to nemdî xêr
le kanî bêzar penim pê edey
be heweł pirşing çawim kwêr ekey
be kołe peyn piştim şikawe
hêşta fîşqeket her negirsawe
katî beharan le wextî lafaw
wek jinî dûgyan bêzwekey be aw
dîwar piř le mişk, sermîç piř le mar
şoretî pîst eřwa şarew şar
xom û kutek û xencer û wirya
esrîn û pirşing, řûnak û hîwa
bo mizey nebût gişt çaweřwanîn
be şew û be řoj wek pasewanîn
be ardemałk mêzer melayîm
xiste ser şanim xerqey gedayîm
ewen nenustûm şew be latewe
eřom be řêda xew embatewe
çawit kwêr kirdim be toz û ẍubar
pişteřêşem girt le jêr kołedar
ne miştê genim, ne lwêçê co
de sałe aşî, nemdîwe le to
ke xawen deẍił baraş enêrin
eykey be biřwêş, pêm ebjêrin
ax min emirdim herwa zûbezû
yan to eřûxay necatim ebû
nazanim emsał lem gişt lafawe
keçîy cenabit boçî her mawe?
řastim pê biłê key necatmedey?
minîş le paş to têr biłêm oxey
wełamî aş bo qani’
qani’î şiřoł, hejar û damaw
le min xirabtir, tepîw û řûxaw
le min xirabtir, mał bê aw û nan
bê řizq û řozî, daym sergerdan
kiras bê‌laşe, kewa çak çiřaw
ser bê mêzere, kiłaş dařzaw
lew řojey xwa pêy dawe be to
kewşî nedîwe, řas bebê diro
yelek bê qopçe, nawqed bê piştên
derpê şiř û wiř, bebê benexwên
çun pêxawsî, pêt dirêj buwe
řeng û řuxsarit çeşnî mirduwe
ser wek peředûx, çaw kunî derzî
le çiley hawîn to her elerzî
mil tałê dezû, ser debey şikaw
dirêj û bê řoḧ, kepołe nemaw
boçî nazanî, meşhûrî ’ame
mał le xawenî neçê ḧerame
ta aşî to bim, ebê her wa bim
lewe xirabtir sûk û řîswa bim
eger to mirdî û min necatim bû
xawenê tir hat, hîç le to neçû
berdaş esênê be şeş ḧewt dînar
cogem emałê be hoy kirêkar
bermîl esênê û bom eka be nê
top û peře û bist hemûy da’enê
çeqene û xwanke û darpê û mûreseng
bom ḧazir eka bê hera û bê deng
mişar û teşwê û çekuş û qełem
giştim bo dênê, le lam eyka cem
ewsake minîş dême ser girme
ca bom biřwane lew zirmezirme
ardeşanî min wek kilkeřêwî
bidat le dîwar le xoşî xêwî
hode û dałan û heywan û ser nê
be çîmento û xişt dîwar da’enê
emka be aşê wekû bêsan sûr
le řûy gêtîda tewawî meşûr
be kwêrî çawit her şewê bîst bar
genim ehařim, nabim şermesar
ca bêre seyrî lirfelirfî min
be şayî dos û be kwêrî dujmin