qani’ û kiłaşkeyey

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 4 Xulek  525 Dîtin
qani’
kiłaşe koney! pîrî darzîw
hemîşe mat û îsraḧet nedîw
bê tîrey sîrme be sirêş řawesaw
be ‌bê ser û qing be peřo çinraw
seyr! seyr! lew lûte wek lûtî kîseł
biřwane pajney wek nûkî pifeł
peřo çadre kon deskar wesa jin
wek tewqî le’net çwîte milî min
xozgem bew sate ke nît le pêma
pê xawis eřom bu xom be ‌řêma
gełwî quřî wişk be ‌nawa likaw
pêmî kirduwe be çawgey zûxaw
er pê xawis bim sed hengaw carê
diřk eçête pêm berdit lê barê
er tom le pê bê kuterey ’ezab
pêm let let ekey wek guştî qesab
ne seg xwardîtî, ne diz birdîtî ‌
kam xwa nenasê! weha kirdîtî?
ax! bimirdimaye û necatim bwayê
bełku carêtir tom ne dyayê
bełê diřawî desełat nîye
ey em bogente, tuxwa hî çîye?
ebê hemîşe giłołeyek ben
le baxeł ma bê xom bikem be pen
katî řê řoyn ke ‌toy pê besim
newa damałêy derçî le desim
ew bene kewa serfî toy ekem
eger le bazar be kewşî bidem
cutê cizmey çak eka be asan
memnûnîş ebê xawenî dûkan
kiłaşî xełkî wextarê ter bû
heł’egeřêto herwa zû be zû
to boçî heta bitnême naw aw?
dirêjtir ebî yek gezşa tewaw
wełamî kiłaş
qani’ to şêtî hîç min nabînî
nazanî min çîm, xoyşit xinkênî
xo, min çim çimim, key min kiłaşim?
le çawî konîm hêşta her başim
eweł çim çim bûm çermî mangalat
temen sî sał bû ke geyştime lat
xetay pîneye ewende zore
le řeş û sipî le sûr û bore
heweł çim çim bum wam lê hatuwe
taze gořawim le des derçuwe
eme çil sałe ke pêławî tom
le to xiraptir ke min řenceřom
boçî? nazanî herçî ke kon bû?
kełkî namênê eweł her çon bû
nîzamî ’ałem çunke kon buwe
kełkî nemawe le des derçuwe
binwaře qanûn le esła çak bû
wekû kareba tewaw řûnak bû
çunke kon buwe tamî nemawe
bo ewe çake bîxeyte lawe
ewsa perjîn bû bo ḧeqî bê des
hîç kes zor neka le małî hîç kes
êste sindûqî parey bertîle
bê des be qanûn tewaw zelîle
ya dînî îslam ke kirdî zihûr
çwar quřney dinyay çak piř kird le nûr
çunke kon buwe qedrî nemawe
le min xiraptir tewaw fewtawe
şîrbayî ḧeram eken be ḧełał
esuřêtewe em mał bo ew mał
mamosay zîrek hîç lêy nawestê
leser şîrbayî mare ebestê
beheşt efroşin be hejarekan
çaw xełk ebestin bo zordarekan
sûdî mam ḧacî naw enên selem
xełk exłetênin le zor ta be kem
nîzamî ’ałem boye şêwawe
xwar û xêç bwe û çak lêy qewmawe
çunke demêke dirus kirawe
tewaw kon buwe, boye fewtawe
nabînî ke kuř dujminî babe?
bab bo mergî kuř diłî kebabe
nabînî ke kiç řeḧmî nemawe?
bo emrî daykî gwêy hełdurawe
nabînî ke jin gwê nada be pyaw?
mayey małekey eda be suraw
kê dîwye hergîz îmza be pare
bo lêqewmawî kizî bêçare
kê dîwye ’ettar kutałfiroş bê
hem seydelî bê û deway nexoş bê
şêx û casûsî? ḧacî û desbiřîn?
mamełey beheşt be pare kiřîn
me’mûr û dûkan! asniger û cût?
xeyat û ḧoqe? ya nanewa û fût?
efendî û bertîl? ladêyî û giryan
tutniçî û lasîk? se’atçî û kurtan?
emane hemû ebînrên be çaw
naştiwanî tewaw nawî xeyte naw
nîzamî ’alem eger çak ebû
lem tuřehate tozê pak ebû
meger dûbare dewrêkî taze
nařêkî řêk ka bête endaze
her kesê leser îşê danîşê
bo îşêkî tir ax hełnekêşê
qani’Nasnava edebî be naḧeq gilem lê ekey
be xut û xořayî tanem lê edey