pîtî «m»

Li pirtûka:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
Berhema:
Elî şarezûrî (1930-1982)
 4 Xulek  694 Dîtin
maçê kerem ke le lêwî sûrit
ba samim bişkê bême ḧuzurit!
***
maçêkim kirduwe le kiçekey «gułnaz»
tirş bû wek henar mizir wek řêwas!
***
marê pêto da jêrçeney sûr bê
qewrit le qewrî bêwejin dûr bê!
***
masî le derya xurakî awe
maçî korpekiç penêrî xawe
***
małit kawil bê wek małekey min
bo řeḧmê nakey be ḧałekey min?!
***
małman emberewbere
kê minî kuşt, ew diłbere
be dem cwênim pê eda
be çawîş ełê: were!
***
małman barî kird le «dereřa»we
çawî firmêskîn, dił we dwawe
***
małman beramber małî dayete
şew gwêm le dengî layelayete
***
małman maławsê çîxêkman beyne
boç min nemzanî lem keynubeyne?!
***
małim boçîye, ba bîba tałan
zułfî to xoş bê, amêtey xałan
***
małî bawkeket bûřim we heře
qewłit we kê da û kêt kird desxeře?!
***
małî bawkeket řuwew tirîfe
maçêkman berê, kiçekey xelîfe!
***
małî bawkeket, kewtine giftugo
takû têkîden beynî min û to
***
małî bawkeket we çepkê sing bê
her le hewarê, yekêkyan gum bê
***
małî bawkeket we quř bigîrê
buwe be «...» bo min nagîrê!
***
małekey dinyam gencî nyanî
hemûy be qurban mestîy çawanî
***
małyan barî kird kes neygêřano
xom çûme řêyan diłxoşîm dano
***
mangeşew xoşe, şew leser małan
dostî xast bê, dem leser xałan
***
mangeşew xoşe, ga we barewe
yeqey kiç we des herzekarewe!
***
manû nebî ey řêbwar
xwa xoşt ka ey cûtyar!
bareket çîye? henar
çonî edey? yek û çwar
serbeser eydem be to
ewîş leber xatrî yar!
***
mawey ḧew řoje nemdîwî be çem
dinyam lê buwe be tarîkî û tem
***
mayîn we řeşo, kiç we lerzane
kuř we fîşek leq, kamyan zor cwane?
***
miştûy daseket bigirim we qeran
mełoy pê bikey le deşt «wiştepan»
***
milwênkî milit denke zeřate
dezgîraneket kiçe xeřate!
***
milwênkî milit şoř buwete xwarê
kewtote beynî dû guł henarê
***
min û bawequş her qûqûmane
min bo yarî cwan, ew bo hêlane
***
min û qeleřeş kirdimane girew
bextî min řeştir leser bałî ew
***
meřwane řengim, řengim her wase
biřwane diłekem, yejî pełase
***
meşkey germekêz kewte nîweřo
destî hełtekan: sełte řeş meřo!
***
meẍmełê hatuwe, sertopî sûre
bo kêy bisênim, çawgelim kûre!
***
mela meybiře, marey nabedił
des û qełemit biçête jêr gił
***
mela nemawe bigirim berekî
axo çarenûs bo kêy gerekî?
***
melay marebiř îmanî nîye
napirsê: řołe, diłxiwazit kêye?!
***
memke dodane, doy tya tirşawe
sînet sacekel, coy tya birjawe!
***
memke xiřekey le dest řa’eka
pîrîş wekû cwan boy sema eka!
***
memkit sûresêw pêy «balîkeber»
ḧeqman bisênê xway banî ser
***
megrî megrî bew çawane
bot esênim lûtewane
***
mewaçe dûren, dûrî bê meylen
we dûrît qesem derûnim keylen!
***
meytim bibestin we tûłî lewlaw
şînim bo biken amîn û ḧelaw!
***
mîwanî řojim memxere şewê
bimxeyte şewê baxełimit ewê!
***
mêzer şilumil şil pêçatewe
řîşey diłekem to kêşatewe!
***
mêkutî darbeřû, têłay darewen
leyla barî kird bo «dołaşekon»!
***
mê we qařeqař, berx we bawełî
kiç we xemzewnaz kuř we cayełî
***
mê řeşim řeştuwe, we giłe werane
xoy etekênê lew dwaxêłane