karkenarîy mîka’îl
Li pirtûka:
            Paşmergey Qani’
        Berhema:
                Qani (1898-1965)
        
             1 Xulek
             1174 Dîtin
        
        
    řojê mîka’îl witî be xwa:
çakî? çilonî? aẍam merḧeba
emsał çend hezar minałî geda
le miłkî ’edem hênawte dinya
herçî egeřêm hemar û qujbin
řizqyan nîye esłen le lay min
bexêwyan nekey, le to napirsin
le guřey şêx û melat natirsin
ewe kilîlî hemarî çołit
ewe ḧîsabî def û keşkołit
pyawetît nakem, nełêy meleke
ebim be berdest kerîm eleke