pênc hoy řizgarî
Li pirtûka:
            Paşmergey Qani’
        Berhema:
                Qani (1898-1965)
        
             1 Xulek
             1202 Dîtin
        
        
    seyrî em pênce, dewaye bo diłî kurdî hejar
efser û pêşmerge û ała û tifeng û xwarubar
kurd hetakû xawenî em pênce bê, qet nanewê
law û xwêngermî û çek û fîkire û supahî bê şumar
destî yek bigirin wekû zincîr, ebed jêr nakewn
menguř û mukirî û şilêr û germyan û kohsar
komełanî kurdewarî emřo yekyan girtuwe
kasb û cûtyar û pałe, pîşesaz û xwêndewar