nexoşim, çî bikem!?

Li pirtûka:
Paşmergey Qani’
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  1050 Dîtin
werin yaran le seyrî çerxî dewran
bizanin çon ejî destey feqîran
çem û qopî û derudeşt miłkî «xan» e
xwa dawye be ḧacî mał û dûkan
kej û kêw daxłî ewraqî miłke
leser małe, ber û berderk û kołan
şeqamîş řêgeye û nabê tya bî
emeş me’lûme nabê çîte serban
lebo tekye biřom, dêwane xêra
be şîr û zergewe lêm dête meydan
biřome xaneqa, sofî be tundî
be gijma dê dełê: la, şêtî nadan!
***
xwa wa min nexoşim, êste çî bikem!?
ke bê cêgem le řûy erz û le asman
le kwêda řakşêm hertakû emirim
bebê şorbaw, bebê aw û bebê nan
***
bełam şukirî xwa ew řoje řoyî
feqîr beş beş kirabûn çeşnî ḧeywan
le sayey [çekuş] û [daso] herwekû şîr
eřêjim xwênî dujmin, sehil û asan
çi kotê bû le pêy bapîrî minda
her ew kote enême laqî mîran
be ew petkey ke xinkanî birakem
exnikênim hezar aẍa û xanan
be hêz û koşşî karîgeranim
qełay poła ebête gerdî banan
tewawî řêk ewestê berz û nizmî
ewî koneperist bê, dête aman
çi xoşe destî řenicber řay’ekêşê
le qesra qaseyî aẍa be tałan
***
werin karîgeranim her wekû şêr
derîbênin xezêney lortî şaran
be mîzanî ’edałet beş beşî ken
çi ferqêkî nebê salar û gawan
beser çû dewrî îstî’marî bogen
wekû seg hełweřê û řû bikate asman
bijî ew bîre tîje emye dana
ke řûxanî qełay fîr’ewn û haman
bijî kakî sitalîn bo nîhadî
legeł destey feqîran û hejaran
eger bo xot nebû qani’Nasnava edebî, metirse
newet serbest ejî, bê zecir û lêdan