duřpendit nasêḧa naçû be goşî ’arfan

Li pirtûka:
Dîwanî Seyd Yaqoy Mayîdeşt
Berhema:
Seyd Yaqoy Mayîdeşt (1808-1881)
 1 Xulek  620 Dîtin
herke fesłî newbeharan terk camî mey deka
newbehar ’emir şîrînş we fesłî dî deka
badenoşî wa zerîfe er gidayî lê bixiwa
fexir ber şahî cemşêr û qubadkey deka
xoş be ḧałî ew řeşe meste ke ’emrî serbeser
serfî me’şûq û mey û çeng û řubab û ney deka
duřpendit nasêḧa naçû be goşî ’arfan
xaruxes key cêy le beḧrî luccey bey pey deka
mîrim her ’îşêkî lem îmřo muyeser bo bika
ta we ferda kê dezanê çerx gerdûn çî deka
hamseran xałq dezanê tamî mey seyîd neçêşt
ej řêy zehin û zuka řahî neřefte tey deka