şînî řezaşa

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  744 Dîtin
le naw çaxane û bazařda bû be qaweqaw
ke řadyo ḧukmî řeza pehlewî naw bird be řûxaw
ḧukmêkî hênde bê řeza û pîs bû, ḧetta tenanet
aẍay îstî’mar neygirte xoy û kirdî awe aw
ew ḧukme şûmey her le madewe tawekû emřo
xerîkî fewt û serkutî kurde be sed çawwiřaw
le cêy ew xûge, wa ḧemeřezay kuřî danra
bê şikim emîş wekû ew goř ekirê û ekewête daw
xozge bemîşda bigeyştimaye, ke kurdî neberd
tołey berudway kurdî êranî lê esend be taw
carê bo ewyan ba te’rîx danêm ger minîş nemam
řułeman zorman te’rîxî emîş bigirne berçaw
bo te’rîxî ew çûme ser tel û bangim kird helaw
«segêk topîwe, řay’ekêşne, nawendî genaw»