miłkî wêrane

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  463 Dîtin
miłkî wêrane ’ezîzim qet be kes nada řewac
to nebê ey mudde’î, naḧeq le min estênî bac
lêm geřê espabî nomałî lebo xom pêko nêm
bim be saḧêb ’esker û qanûnekey kurdî mezac
ew zemane ya be yek «piłte» cenabit der’ekem
yan be meylî xot ekêşim teklîfî bac û xerac
gwê gire ba pêt biłêm, zor çak le bende têbge
min kuřî kurdî nejadim, qet be kes nadem xerac
pêẍemer fermûye: bêjin kêwê çû bo kêwê tir
yeḧtemil, ema bizanin nagořêt xulq û mezac
qani’aNasnava edebî kurdan eger êstake tîre tîre bin
dênewe ser fîkirî kurdî, katî xoy, řojî ’îlac