nimekî xak

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  522 Dîtin
pyawê bû sê kuřî swarî bû
dewłetê zor û bê jimarî bû
çende dûkan û qeyserî û emlak
kîse parey sedhezarî bû
dû jinî bûn ke yek le yek çatir
sed û sî hêsrî qetarî bû
zyad leme, zêřî danrawî hebû
sed û penca nefer tucařî bû
eme sê sałe xom le bîrim dê
ke çilon negbetî swarî bû
bû be xwênxor û dujminî wetenî
hem le geł dujminî qerarî bû
nimekî xakekey weha girtî
herwekû «qani’îNasnava edebî», fîrarî bû