îstîxare

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  531 Dîtin
be ’ezmî îstîxare dwênê le bangî şêwan
nûstim kutupřê dîm pyawêkî ehlî ’îrfan
cwançak û jîr û ’aqił, elfazî zor muřetteb
fesîḧ û řend û zîrek, nûrîn û saḧîb îman
pirsîm lêy: nawit çîye û kuřî çi mîlletêkî?
turkî yaxo ’ecemî, bulẍarî yan le kurdan?
cwabî weha eda kird: le xakî pakî kurdim
berîm le emrîkayî û dûrim le qewmî ełman
kawem ke şoretim bû le sen’etî zirêda
kuştim be cařî mîllet zuḧakî dûr le îman
witim: to xwa fiłanî, to şarezayî ḧałî
boçî nebû le kurdan pêẍemberêk leboman?
ahêkî sardî kêşa witî: wełłahî qani’Nasnava edebî
le kurdî quřbeserda zortir bûn řesûlan