witim ey dił

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  857 Dîtin
witim ey dił! temelluq ke be eḧkamatî yezdanî
heta key arezûy bêsûd le darulmîḧnetî fanî!?
cwabî wa eda kirdim, witî: eḧsente, nutqit kird
welê bê murşîdî qabil, ’îbadet sexte natwanî
lebo te’qîb ḧekîmî dił geřam xeylê be dinyada
’êraq û şam û beẍdad û selaḧîye û sulêmanî
hetakû xakî ’ebdałan, ke cenbî şerqî kerkûke
lewêda ’almêkim dî ḧîsameddînî nûranî
çiraye bo şewî zułmet, nehengî beḧrî tewḧîde
’îmadeddînî meḧmûde û xelîfey ẍewsî geylanî
nîşaney ’îzzetî waye, xwa katê kuřî pê da
fetaḧî pê ’eta fermû, be sûřet bedrî tabanî
ke destî daye pênictîr û swarî řexşî gułřeng bû
çi merdê cergî zor sexte, bwêrê û bête meydanî
le deştî îmtîḧana şehsewarî tayefe derçû
welê faydey çîye kurde, zelîl û mat û buḧranî