lemewla çî bikem

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  660 Dîtin
minim kemtir hejarî xakî kurdan
enûsim komełî wîjdan û ’îrfan
werin! kurdîne gwê bigirin le qewlim
kitêbî tir ełêm, wek bax û bêstan
le we’iz û mew’îze û eş’arî mîllî
le te’rîfî wiłat û aw û kwêstan
le fezłî gewreyî û řesmî biçûkî
le te’lîmî minał û ehlî ’îrfan
le çakî îtîfaq û komekî yek
le hełgirtin çek û wêstanî meydan
le basî kasbî û te’lîmî nûsîn
le nasînî nijadî dak û baban
le koşiş kirdinî, efkarî mîlet
le ewza’î melayî û basî şêxan
minim qani’Nasnava edebî be tenya û bebê kes
tuxwa hełsin le xew lawanî nîştiman