qewlî muftî
Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
1 Xulek
974 Dîtin
ey birader! qewlî muftîy em zemane her diros
wîrdî sofî, zîkirî zahîd, baş ’eyane her diros
baweřim pê biken řefîqan bê zyad û kem ełêm
kesbî merdî natqî dewrî zemane her diros
şêxê hat û çawî nûqan, loçî wirgî derpeřan
ba le diłda hay û hûy bê; çun nîhane, her diros
bełmeřîşê bê, sîwakî ka be panîy wirgîya
çirpeçirpî zwanî bîsin, way mezane her diros
şêx eger hat û witî: derwêş were tobet bidem
saḧîrî cadûgere; çakî mezane, her diros
bêtu derwêş metreqî bênête sûřuḧey bikat
(...) exwa be çike (...) bo kîjî cwane her diros
mencenîq û nar û zerg û têẍ û şimşêre kutey
bo kulêres, to be şewqî dîn mezane, her diros
’esker û jandarmirî ger maẍemaẍe sif biken
řast û çepî saẍebiq, ya yek duwane her diros
ḧafzîş bêt û biłêt min qarî û merdî xwam
laço paçe dewr ekato, hîç nezane her diros
labe qani’Nasnava edebî, çî ełêyt? boçî zemî merdum ekeyt?
talbîş bêt û biłê dersim řewane, her diros