xeyałî piřupûç
Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
2 Xulek
1174 Dîtin
min be sed derdî ser û ah û ẍem û girye û zar
kewte destim be meşeqqet kemekêk pûł û dînar
çûn bebê pûł û geř û milkeç û kiz fêr bûbûm
pûłim dî çû le desim ’eqił û ḧeya û ḧîlim û wîqar
dêwî şehwet le kutupiř çingî bird, girtî yexem
bo kiçêkî dem finq û çaw kejeł û xełfe çinar
řapeřîm kewşim le pê kird û weha hatme sûř
«kîkin» û «berdeřeşe» û «kał» û «qeła» û «serinjimar»
«balk» û «sêf» û «neçê», «meḧmede» û «esrawa»
«řîxełan» û «wilejêr» meskenî her lale’uzar
ta lewê duxterekê, kewte pêş meddî nezer
şilk û nerim û sipî, destegułî perçemdar
gozeyê awî le serşanî hebû, dîm û witim:
«su wêrir qizlirînnin başî bizimTirkî» pêşkeşî yar
dem wekû xunçe, ke pişkût û witî: ey ’aşiq
gêl û bore ḧazir ułmur gencînes sizbaşliwar!Tirkî
pûłim da, mare biřa û kewtime ser beḧsî zufaf
dem xułepan û tilawtil sûřim da, wek segî har
be se’atêk bêdro, her wekû şêx fermûyetî:
«karî xêrim be meznide guzerî kird le hezar»
qani’aNasnava edebî to ta bekey edwêy le xeyałî piřupûç
to le kwê û şê’ir le kwê, herzeçeney bedřeftar!