duwem nuḧ

Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
 2 Xulek  977 Dîtin
ewe emcareş zewî wek sêwêkî řizîw..
lafaw eynête ser lepî destî..
lafawêk ke «ew» her le êstawe seday
ebîstê û
şepolîş eda le şûşey hestî
***
be hîway texte bo duwem keştî..
darastan nema negeřê û efsus..
ta herdû ejnoy.. her xolemêşî bê tîn û siř bû
dirext nek payîz..
řût û bê bergî şaławî giř bû
***
ay çend bêzare..
kewtote ber «ba» çiray hawarî
bêzare.. bêzar a lew serdemey..
xełkî bêzare.. bêzar a lew serdemey
xełkî pêławyan le pêstî gułe û
leber barana... çetrî seryane bałî kenarî
car care leber xoyewe edwê..
le serzemînî řeşebada guł.. bo ewey neşkê
gerdinî berzî..
ebê hemîşe liqî le poła û peřey le mis bê û
hełałey derzî
***
şew řoj xemî samnak ebînê..
deryakan piřn le termî keştî
kenarekanîş bûnete hełm û
termî hezaran minałî sawaş
şepol dawyetye dem řewtî geştî
***
key daristanê edozîtewe giř neykirdibê
be mezarî řeş?
ber lew lafawey sertapay zemîn egrête baweş?
ber le sefer.. ber lewey řê bigrête ber
hîç «ḧewaKes»yek nagrête xo..
«ademKes»y mêrdî kuştibê
hîç «qabîlKes»êk derbaz naka
«yehudaKes» kanîş be cê ehêłê..
bo her «mesîḧ»êk mayey azar bûn
mergeweřanîş be nefret eka..
ke mayey mergî sedan diłdar bûn