tem û mij

Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
 3 Xulek  1107 Dîtin
min hawarî milyon darî..
ber řeşebay le pel kewtû.. we hełwerîwim
min zayełey milyon melî..
lane řûxaw.. we terîwim
le pencerey payîzêkî ebedîyewe
eřwanme dinyay tem û
xwênî řijawî gełakan
eřwanme çiray kujawey małekan
***
îsma’îlêkim êstake.. nek çeqoy îbrahîmî bawik..
çeqoy destî dêwî ẍurbet serim ebřê
çi firîşteyek egate hanay zirîkey ber le merg û serbiřînim?
çi firîşteyek gyandarê ekate qoçî qurbanîy em ẍurbete?
ey xway gewre nayete deng?
le gerûy kenîsekana..
xinkawe peyamî ’îsa û zayełey zeng
mesîḧ her bexaçeweye..
êsk û goştî legeł texte û bizmarî xaç têkeł buwe..
xwênî hełmî lê heł’esê..
ey naybînin hełmî xwênî..
çya û deştî sûr kirduwe?
hewa bonî mergî lê dê..
merg řeşebay hełkirduwe
***
bo carê xwa nayetedeng?! bo carê xwa nabê be řeng?!
***
abřiwî mirêmyan bird û
wênekey wa be dîwarî bař û meyxanekanewe
nuqmî jehrî ḧeşîşe û tutin û tilyake..
gułêkî hełpiřukawe be dest lîkî şermezarîy û
nîgay bedmestekanewe
***
lew řojewe.. qabîl habîlî biray kuşt
lew řojewe.. dergay şehwet kirayewe..
derga le xwên kewte ser pişt
lew řojewe.. zemîn xwênî..
berd û dirextî berbuwe
lew řojewe.. xak bo peyamêkî ’îsa..
agir le cergî berbuwe
’îsa teme..
’îsa teme gerçî geřanewey xewnî hezareha řeş û řût û
diłî řuxawî jêr xeme
ke qabîl termî habîlî le koła bû..
bo xwa qeleřeşî bo nard?
ta fêrî ka çon bîka be jêr xołewe
çî ebû ger qabîl her termî habîlî bigirtaye be kołewe?
***
ey serdemî qeleřeş û kunebebû
min emirim û lenaw deryay dûdłîya..
şepolêkî diłnyayî boçî mêşkim napjênê..
beser taşeberdêkewe?
şepolêkim esûtêm û nabme hełm
le daristanê taşeberd..
heł’enutêm û soz ekem be ’ezret kenarêkewe
gişt gyanim let û pet buwe
le her çayxane û şeqam û bin darêka..
parçeyek le diłim win buwe
min yusfim.. ye’qubîşim..nîwem le binî bîraye û nîwem egrî
kwanê oqre?.. kwanê aram?
kirasî yusif bo ye’qub..
ye’qubêkî jêr heres û milyonê zam