bîst sałey hejarî

Li pirtûka:
Aɫekok
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  982 Dîtin
bîst sałan le jêr çengałî ’ecem
nałandim be sed derdu hemim û ẍem
kêwî bextiman daygirtibû tem
kes yaray nebû bêjê emin hem
řûs necatî dam bû be firîştem
bijî îstalîn xoş bê çekiç û das
lejêr îstibdad kurdî kird xełas
bîst sałan kiz û bêkes û bêder
guzeranim kird be xwênî ciger
dîn û jyanim le des çûbuwe der
kurd bû denałî le qesrî qecer
řizgarî kirdim beyreqî eḧmer
bijî îstalîn xoş bê çekiç û das
lejêr îstibdad kurdî kird xełas
bîst sał pêm nekira nefes bikêşim
agam biřabû le qewm û xwêşim
nedekira bidwêm legeł hawřêşim
qortî negbetî dehate pêşim
řûs bû be mełḧem bo zam û êşim
bijî îstalîn xoş bê çekiç û das
lejêr îstibdad kurdî kird xełas
bîst sałan leber zułim û zorî zor
dergay şadîman lêkira bû mor
dił piř le zam û ciger piř nasor
cefa û bêřuḧmî derçû bû le şor
ta sitarey sûr hełat wekû xor
bijî îstalîn xoş bê çekiç û das
lejêr îstibdad kurdî kird xełas
bîst sał dûr xirayn le nî’met û naz
mukirî le şîraz şikak le ehwaz
goştî bedenyan depçiřîn be gaz
řûs boy pêk hênam awat û awaz
beydaxî řeḧmet kewte îhtizaz
bijî îstalîn xoş bê çekiç û das
lejêr îstibdad kurdî kird xełas
ḧukmî pehlewî û sîxurmî me’mûr
kurdî depêka le nizîk û dûr
xwênyan demijtîn be sed çeşin û cûr
çend hezar małî kurd kira xapûr
řeḧmet bû boman ke hat supay sûr
bijî îstalîn xoş bê çekiç û das
lejêr îstibdad kurdî kird xełas
zîndanî qesir dexme bû bo kurd
řamałyan dedayn dirişt heta wird
le ser birînman dekira des û bird
kelak û leşyan dekirdîn we pird
pencey îstalîn êmey řizgar kird
bijî îstalîn xoş bê çekiç û das
lejêr îstibdad kurdî kird xełas
le sałî yekřa heta werzî bîst
mijî xwênî me êranî faşîst
fewtanî me bû amanc û pêwîst
mira herçî bû bira hest û nîst
lêy defi’ kirdim ḧîzbî kimonîst
bijî îstalîn xoş bê çekiç û das
lejêr îstibdad kurdî kird xełas
bîst sałî tewaw kurdî çareřeş
be des dewłet bûn le gyan bêbeş
dêwî bedbextî girtibûnye baweş
her kurd dekujra û dayk serbeheş
mujdey xoşî bû ałay sûr û geş
bijî îstalîn xoş bê çekiç û das
lejêr îstibdad kurdî kird xełas
kurde pêt xoşe nebî řenceřo
le řêy azadî toş nebî kuło
decałit newê be fêłe û deho
karit pêy nebê sanfirasîsko
xołî weser ke le derkî musko
bijî îstalîn xoş bê çekiç û das
lejêr îstibdad kurdî kird xełas
kurde pêt xoşe bijî serbexo
pena be bo řûs îtir xem mexo
se’îy û koşişt naçê be fîřo
her bew saz debê xudmuxtarî to
řûs wek xełkî nîn bot biłên diro
bijî îstalîn xoş bê çekiç û das
lejêr îstibdad kurdî kird xełas