beyta şêxê sen’anî (3)

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 7 Xulek  924 Dîtin
120
wê sa’etê swar kirin; zad û zewade kar kirin
qesda kiça kuffar kirin; ya reb tu xêrkî nîyetê
şeyxê me esnam nîyete; ya reb em û ev qissete
kubkîn ku dunya ẍîrete; şerte temam kîn xizmetê
xizmeta şertê ẍulaman; deftera ’aqil temaman
teb’etê na ehlî xaman; xeyr ji xelqê wan netê
xelqê na’ehil û bed şikil; kezzab û xwarin bed ’emel
dûrin ji tuxmê bê esil; tovê xirab bi kêrnetê
tovê bijarê bê ẍillet; bavêje erzê bê ’illet
ew dexlekê paqij didet; ji sunbila zira’etê
rast û duriste ev xeber; şeyxê ku şemla reş li ser
xals dilê paqij beşer; ji nutfeya teharetê
ew murişdê tahir beden; perwaneya duřřa ’eden
sofî ji ber çerxan diden; ji ’işqa ’erûsa dawetê
sofî ji ’işqan bûne sef; derwêş diber şeyx bûne ref
çerxan diden bi zikir û def; bi deşt û seḧrayê ketê
lideşt û seḧrayê diçin; li řê şubhetê bayê diçin
li ’işqa leylayê diçin; vêřa dikêşin ẍîretê
ẍîret keşî reşkaklî; murişd li rengê bulbulî
ah û fiẍan dane dilî; ji ba’ê firaqa firqetê
ba’ê firaqê agire; pansed murîd û zakire
ji’şiqa kêloya kafre; werbûn di beḧra ḧîretê
ḧîret û beḧra bela’ê; merkeba ḧewl û wela’ê
birne pêş dêra kela’ê; ji reḧtyan beḧis jê netê
ji reḧtya cehda terîqê; çengela wê leb ’eqîqê
zû gemî kêşa ẍerîqê; hate bext û dewletê
çengela şirîn kelamê; merkeba şeyxê selamê
ji ruhnyê kêşa zelamê; nav û nûra zulmetê
seknî li nûra taryê; ji bêhin û bûya ensaryê
sofî diken dijwaryê; zêde ji ḧedid û ẍayetê
zikir di ken bi remz û raz; ji bêhna gula baẍê mecaz
aşê dilê wan hate saz; ji çerx û guř bez vêketê
geřyan wekî dolab û aş; çerxîn li ber şeyx pêş û paş
da xaçperês bête temaş; ji ’eskeran temaşetê
’eskerê ḧal dar, du buř tê; leşkerê mîrê bi suř tê
çû derê dêra ku duř tê; şeyx dizanit qîmetê
qîmet şunasê muhryê; qedrê sipyîw suhryê
duřdane’ê şeyx guhryê; çeşim ahoyê ḧor şubhetê
çeşmê dwê ḧurî peçê; sofî ji ’işqa wê keçê
çerxan diden li dêra neçê; zahir biken boy ḧuccetê
hemyan ji dil bû ev fikir; em dê bi coş bêne zikir
da bête pêş qenca bikir; da şeyx bibînit soretê
ew sofyê bi reqis û sefa; hemyan ji ’işqa mustefa
vêkřa hilavêtin defa; wan deng bi esmanan ketê
dengê murîdan çû felek; dêra ku rahb tê gelek
wa hate pêş ya çav belek; hate şibaka qibletê
hate şibak û pencerê; kifiş bû ji sing ḧeta serê
jorda nezer da ’eskerê; bûka dilê cema’etê
li zakiran kiç seyîrî; murişd didêmê fikirî
ya reb hene ev reng perî; nabin beşer bi vê şubhetê
ḧaşa hebin ev reng beşer; roj bû ji şerqê hate der
bûne qerîn herdu nezer; eḧsen ji fezil û ni’metê
kiç seknî palda şibakê; saḧbê şemil û sîwakê
ber banî anî zikakê; cindyê ji hespê ketê
’aşiq li me’şuq ferircî; beḧra evînê mewwicî
murişd di xûnê kepçî; ji tîra kivanê cebhetê
nesranya zerrîn gûhar; sofî kuja reştoz libar
şeyx dest bi dest avête xar; bê hiş kir û hiş pê netê
herdu wicuh anîne pêş; hindî hebûn ’esker û cêş
herçî ku dîn, dil bûye êş; ji ḧusin û cemal û hey’etê
sofî ji ḧusnê cehhişîn; herçî ku dî pê şewwişîn
cerg û hinav lê herirşîn; ji berqa birûska ru’yetê
berqa birûska puř weşe; tîra kivanê tozřeşe
pêta birûska ateşe; zêde ji ḧedid û ẍayetê
tîra didil ateş bitin; gezma kivanê reş bitin
heyhate!! kengî xweş bitin; can suhtye suř vêketê
narê suřê peyda bitin; bayê mecaz lê řabtin
qet ew birîn xweş nabtin; tîra didil meyl nařetê
wê dilberê dil derzand; murişd di xûnê gevzand
pêsîr ji xûnê qirimzand; qet rûmehê reḧim pê netê
ḧemyan ku dî ew řûmehe; qoce kete ber dergehe
wan gote hev lewme nehe; îro li şeyx kin xilwetê
xelqino li şeyx lewma mekin; ev reng perî xalan vekin
dê ’aşiqan dêwane kin; ji teb’ê me’şuqan wetê
me’şuq di suřşîrîn dibin; meḧbub didêm nurîn dibin
’aşiq ji pêşve dîn dibin; ji bayê wisal û qurbetê
sing ebyeza ẍunçe li ser; nazk ji perda bête der
lê dîn dibin saḧb nezer; sofî ji keyfa qudretê
keyfa suřê bê şubheye; ew ne wekî benk û meye
saqî dibê seddeq weye; dijware bihna ḧikmetê
bihna suřê baẍê bi gul; bête demaẍî çîte dil
jê dîn dibin saḧb ’eqil; ji dîdar û dihna ẍefletê
nesranya bi zêř û zeheb; zahir bibî cuz’ek ẍebeb
dêşin jiber cerg û kezeb; ji tîra bi nava dil ketê
tîrek ji qewsê mal hilal; bêtin ji burca roj heval
mecruḧ dibin jê ehlî ḧal; kubkîn ji vê ceraḧetê
cerḧê bi xef tîmar bikeyn; ḧetta ku şeyx hişyar bikeyn
dîsan bi şûnve bar bikeyn; puştê biden kirahetê
mekiruhye teḧrîm nezer; ew sofîyê «yasîn» jiber
wan sê şevan xûndin li ser; nutiq û kelamek jê netê
nedhat ji şeyx nutiq û kelam; ḧetta bi sê rojan temam
lê di girîn yar û ẍulam; dil êş û xelqê reḧmetê
şîn û girîn madar kirin; ḧemyan li wî hewar kirin
ḧetta ku şeyx hişyar kirin; xef lê di xûnin «tebbetê»
hingî hebûn vêřa murîd; sed şîret û we’iz û we’îd
wan rihte gohê şeyx se’îd; şerḧ û beyana ayetê
ayet dibê: neqaş yeke; neqşê fena berpê meke
libsê ku lê ’eyb û leke; qet ew tenî ji dawa tetê?!
libsê leka reş lê hebî; nabî di ber şeyxê mebî
ya qenc ewe şeyx jêvebî; em ’aczîn ji vê şîretê
li ser şîreta nurînyê; em ẍîreta qewmînyê
nadeyn bi teb’ê dînyê; bi cezbeya sefahetê
şeyx go: sefîhê elłehim; sundixiwarê bukira rûmehim
îro li teb’ê we nehim; qebûl dikim qebaḧetê
şeyx go: bi ezmanê fesîḧ; dengê kiça bukira melîḧ
nadim bi banga wey seḧîḧ; dûrim ji vê sem’îyetê
er ’aqiln min têk meden; bes şîretan bêhode den
îro kiça nazk beden; nadim bi we cem’îyetê
mecnun kirim ’ac gerdenê; ew ef’ya ji rengê xenê
gestim li erzê yemenê; şehmar û zulfa qametê
marê milê wê gestime; bi zulfê di nazk bestime
san’ ji sun’an xwestime; da têr bibînim sun’etê
sofî dibên ya ewlya; ḧubbê mede bi zulfê sya
da’im hişîn nabit gya; biharê payîz pêrvetê
bayî geřandin aş likar; ’enber syah çûne dyar
çerxî řeşandin toz û ar; anîne rengê kaẍetê
lew em dibên dil jê veke; ew sunbila reng êpeke
diber serê şeyba xweke; zulfa syah jê lome tê
gustaxîye em şîretan; i’lamî şeyx kin qissetan
pîrê li ser me’meletan; kes iltifat qet pê netê