beyta şêxê sen’anî (1)

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 7 Xulek  2003 Dîtin
guhdêrin nutqa ’aşiqî; da ez bixûnim vê xetê
ḧemd û senaya xalqî; subḧan ji şahê qudretê
subḧan ji şahê zwalcilal; fikirîme neqşê bê zewal
ḧal bê mecaz na’ête bal; kamil dibit bi ulfyetê
ew dê bi wê kamil bitin; derwêş ku saḧb dil bitin
dê nûr ji nûrê hil bitin; ji meş’ela nibuwetê
qelbê ku ḧal lê rabtin; yan ji resûl peyda bitin
ew bê mecaz qet nabtin; carî bûye li vê ’adetê
carî bûye ev reng bela; sed miftîyu şeyx û mela
ew li suřê bûn mubtela; li neynka ’eksyetê
dê me’nîya ’eksê kubî; ellah ji cih na qellibî
me’bud yeke nabî dubî; roj hate nîva mir’etê
qemer û şems û sitare; roj di avêda dyare
find û fanusê veşare; ji beşera xulqyetê
ji beşera zat û sifatan; puř ji ’işqa put û latan
ketne ẍerqa muşkilatan; çune ḧalê ḧîretê
tu ilahê dîn duristan; tu imamê put peristan
dilberê hişyar û mestan; ’aşiqê puř wesfetê
’aşiq tuyî dilber tuyî; nazir tuyî menzur tuyî
ruḧê ruḧan gewher tuyî; misbaḧ û durra qîmetê
misbaḧ û durra beşşerî; ’aşiqê me’şuqî berî
ew li suřê bû muşterî; saḧb dilî nur vêketê
dil kewkebe mexluqeke; leş qefese , sindûqeke
qelban ẍerez me’şuqeke; ḧemyan divê weḧdanetê
ḧemyan mirad eslê xweye; ten sedefa canê meye
ruḧ pertewa nura teye; ḧewl û quwet ji bal tetê
qet bêyî te ruḧ na livin; zulfêd şeng liser na civin
agir bi qelban na kevin; narê mecaza ḧirqetê
meyla mecaz beşer divê; dil da’ma dilber divê
ruḧ muḧbeta ekber divê; carcar dibînin ru’yetê
çeşman cemala geş divê; enfan reyḧana reş divê
uznan ku sewta xweş divê; cih cih dikêşin wesletê
ew uzin û enf û besere; ḧemyan xyala ekbere
cismê mecazî fennere; dêm şûşeye nûra te tê
dêm şûşeye nûr qefese; mecaz ne ’işqe , hewese
dil ji suřê naket bese; can ji meya meweddetê
can ji meyê têr nabtin; qed bê ḧubê xêr nabtin
mêr bê ḧisêb mêr nabtin; dil bê zikir nur naretê
zikir wacbe ’amî biken; nêzîkî şeyx sufî biken
murişd mirîdan hî biken; xarc bibin ji zulmetê
zikirê civata bê melek; sed car bikin ’amî gelek
şubhê te’amê bê nemek; dûre ji zewq û lezzetê
’işq bê ’ibadet nabtin; ḧetta ku muḧbet nabtin
ḧal û ḧelawet nabtin; izhar bikeyn beḧsyetê
em jî beḧsan izhar bikin; qissan ji kar û bar bikin
yar û biran hişyar bikin; da em ji şeyx dîn qissetê
şeyxek hebû cara ewl; nura xudê hilbû didil
sed gumreh û zalErebî û mizilErebî; bi destê şeyx di hate tewbetê
şeyxek hebû sen’anîyan; serdarê pansed sufîyan
çûbû meqamê ewlîyan; da’im di zikir û ta’etê
ta’et dikir vêkira bi cûş; pansed mirîdê xerqepûş
bi muḧbeta ’işqê xurûş; bi şewq û ḧal û cezbetê
cezbe çi remza çavîye; mebde’ çi ḧalê xafîye
têtin didlida tavîye; mewcek ji beḧra ḧikmetê
me’nê di meczuban evin; mîrê di batin di xefin
nû ḧal dibînin di kevin; xelqino ji çi? ji kêm taqetê
cezbe siře suř xateme; girtin li mêran lazme
ciger qewî bin qa’me; izhar bikin vê şuhretê
tu ji burê muste’îdan; ji germîya şi’ir û qesîdan
bêne ser beḧsa mirîdan; da ji şeyx den qissetê
sen’anîyan şeyxek hebû; ew ’aşiqê baxuyê xwebû
qet meyl di dunyayê nebû; dûrbû ji vê meşẍeletê
dûrbû ji vê dunya denî; puř digrî kêm di kenî
kul bû ji ber secdê enî; di kar û zewada axretê
wî her zewade kar dikir; zikirekê bê hijmar dikir
ji dinyayê istiẍfar dikir; dûr bû ji herçî şubhetê
dûr bû ji ef’alê bişk; ji emred û bukirê xweşk
ma kes xeber dake li nik; naket qebûl vê ẍeybetê
naket qebûl van xebera; medḧê cwan û dilbera
ma kes xeber daket mera; beḧis û qisa menhyetê
dûrbû ji ber menahîya; nedhate ’îd û şahîya
ji ber selat û çêyîya; şîrîn dihate ta’etê
ta’et dikir da’im mudam; geh ji qi’ûd geh ji qyam
heftê û hefit salî temam; xalî nebû ji vê xidmetê
her xidmeta mewla dikir; zikirê mezin ji pîyan dikir
bi çêyîyan xelq çêdkir; danîne ser hidayetê
herçî li şeyx guhdar dibû; dunya li çavan sar dibû
axret bi wan řa yar dibû; li pend û we’iz û şîretê
şîreta pendê ḧekîman; xeberê pîr û ’ezîman
di beledê ehil û ḧelîman; kes nedaket qîmetê
duř link ehlê mulûkan; ger bibne şehrê biçûkan
kes buha naket di sûkan; yek libek çe pê netê
ma bi dev tête xeberdan; çîhîya wan şêremerdan
xoş di ket sed jan û derdan; herkesê şeyx puf ketê
herkesê şeyx lê bixiwînê; nexweşî ḧal lê nemînê
bi du’an raket vejînê; lê rucu’ ket seḧḧetê
dînîyek tirsek hewayek; ’illetek rîşek webayek
şeyx li ser bikira du’ayek; xoş dibû wê sa’etê
pê xoş dibûn sed lal û şil; pê rohin dibûn sed çehiv û dil
pê rast dibûn zalErebî û mizilErebî; bi wê siřa şeyx vêketê
nezera şeyx kîmya bû; pak wicud bû bê rîya bû
ehlê dil bû ewlîya bû; şeylu ellah ji wê berketê
şeylu ellah ya şeyx ekabir; «qitib alilhErebî» bereket ḧazir
li ẍa’ib û xelqê musafir; li me u vê suḧbetê
suḧbeta şeyxê reşîd tê; meclisa pansed mirîd tê
têk mela û muste’îd tê; ji melek û milyaketê
melekê çeng ji hewayê; difřî şubhetê bayê
tête nêv zikir û semayê; di weqit û ḧîna de’wetê
her dema xutbe di hate; germ dibû zikir û civate
kifiş dibûn jê mu’cizate; her wekî roj daketê
wê pêlê derwêş bicûş bûn; suḧbet û mecils di bûş bûn
bi muḧbet û ’işq û xurûş bûn; ji şahyan kes xew netê
wê pêlê dewran diçêbûn; kê ẍema mîran divêbûn
ḧemyan meyla xudêbûn; ew bicehda rêketê
er ẍulam bûn er emîr bûn; er geda bûn er feqîr bûn
têk û vêk guhdarê pîr bûn; li ’eşqa dînê sunnenê
şeyxê serdarê xelîfan; ji nazk û cwan û letîfan
ji yarya qamet elîfan; nefis diket jê nefretê
deftera saḧb cemalan; şerḧ û metnê zulf û xalan
şeyx tucar naket mutalan; teb’etê şeyx nařetê
teb’etê ḧusna cemalê; şeyx tucar naket xeyalê
yan ji çîyê yan ji kalê; yan ji xewf û xeşyetê
ji xeşyetê dil nale nal bû; ’umrekê bê ḧed li bal bû
řih sipîbû şeybê kal bû; giştî fenabû ji kesretê
ji kesretê dilber nimabû; yek mûyek reş lê nemabû
ḧûrîyek dîbû temabû; bi rohnya findê ketê
rohnya findê gehşitê; ḧûrya bukira buhuştê
dî li ser banê keniştê; batnî kiç banketê