xudawenda tu sebbuḧî

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 2 Xulek  739 Dîtin
xudawenda tu sebbuḧî; di kem sed nalî yu zoḧî
di weqtê şiddeta ruḧî; bi sehlî dê bikey carî
twê sehlî li êşanê; tu reḧmê key li kêşanê
nebim yareb perîşanê; fwalle xoş mededkarî
seburî saḧbê sebrî; reḧîmî ney tu lê ḧeyrî
di tirsim ez ji wî qebrî; ’eceb kûre qewî tarî
ji paşî leḧdê dîsanê; li weqtê ḧeşrê mîzanê
ricukarim bi ẍufranê; ji belyan tuyî settarî
ji xewfa dozex û agirî; - - - - - - - -Teksta ne aşkira
xilas key min ji wî narî; bi ḧeşrê dûrî piř xanî
terîqa sed hizar salî; ku dê bi çim ez bi wî xalî
- - - - - - - -Teksta ne aşkira; me derbazkey eya bazî
me derbazkey bi iḧsanê; bi teşrîfa wê qur’anê
- - - - - - - -Teksta ne aşkira; - - - - - - - -Teksta ne aşkiray
xudaya her tu ẍeffarî; derê reḧmê wekî barî
melîkul mulkî cebbarî; - - - - - - - -Teksta ne aşkiray
li ehlê ferzî hem sunnet; cemî’ê cumle’ê ummet
ryazê rewze’ê cennet; di gel xadim tu settarî
di gel xadim bi muştaqî; bi muḧbet hem tu ’uşşaqî
biçîne cenneta baqî; biken seyran di gel zarî
biçîne cenneta nûr tê; hizaran qesrê me’mûr tê
bê ḧed ẍulman û hem ḧûr tê; - - - - - - - -Teksta ne aşkiray