demeteqey nêwan hawar û bayz

Li pirtûka:
Aɫekok
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  901 Dîtin
hawar:
min řenicberêkim be řencî bazû
areq eřêjim řoj û şew, mandû
zistan darker û behar şwa nim
payz cutyar û hawîn sepanim
sanewem nye le sałêk satê
nek aẍam zwîr bê û nanim nedatê
ḧełqey ẍułamî, aẍam le gwêye
çî ew bifermiwê berê û cêye
zor car, le melay gundim bîstye
naḧezî aẍa, tełaqî nîye!
bayz:
hawar! nazanim ke to řenicberî
kuřêkî azaw jîr û îşkerî
le sardî û germî areq eřêjî
le şîrînya tałî eçêjî
kewaye, boçî, řû t û hejarî
meger gîrodey destî zordarî
řizgarît nye le dîlî û bendî
kewabê boçî? to hunermendî
hawar:
bayz gyanekem, gwê bigre birat
min řenicberêkim mandû bê awat
çî le řojawa, çî le řojhełat
çî fêr kirawim, ’ezmim bê û subat
çîm pê bibêjin, fermanřewa bim
her ço nî biłên ebê wehabim
xawenî ferman ew emjêynê
îşî bo ekem xwênim erjênê
bayz:
hawar! ezanim zor bextyarî
le cêy îş kirdin, yekcar be karî
întacî zewî to deynêy berhem
keçî ḧerame, le to zoru kem
to le ber hetaw zeḧmet dekêşî
ew le sêbera be keyf û xoşî
xawenî awu zewî diroye
ke to řenc bidey ḧełałê toye
hawar:
bayz! ełêy key debim bextyar
key řizgar debim le erk û azar
ebê hetakey her xizmetkar bim
her řenceřobim, birsî û hejar bim
ebê ta mawim herwa bê ḧałim
her řût û qût bîn, xom û minałim
her kirdewey min, birdey aẍabê
hetakey ebê, em kare wabê
bayz:
hawar! hemîşe to bextyarî
çunke duçarî erk û azarî
to ke řenicberî bo xizmetkarî
ke xawend îş y, bo çî hejarî
ger arezûkey, wanabê ḧałit
řût û qût nabê, mał û minałit
key hestit pêkird, zor lêkirawî
bextyar ejî, îtir, ta mawî