meḧmeł û biraymî deştyan 1

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 13 minutes  987 views

meḧmełî deştyan le eşkewtî bêşwey bû; cê hewarî bab û bapîrî xoy bû meřêkî zorî bû. hemû řojê řisqî dehêna bazařî deyfirot. biraderî zor bû le şarî çelyan. bebraderêkî gut: «bizane nokerêkim bo bibînewe; yektenim çim pê nakirê». řojêkî pyawêk bebazařîda hat; ço ber ew dûkanî ke meḧmeł řay espardibû. gutî: «babim, nokerîye nakey?» gutî: «bełe wełła». gutî: «debê biçye kin meḧmełî deştyan; ew pyawî pê dewê». gutî: «nazanim le kwêye». şagirdêkî řegeł xist. le şarî birde derê, řêy pêşan da. řoyî bo małe meḧmełî. meḧmeł bo bazařî dehat. le řêye tûşî yek bûn. gutî: «etû kêy?». gutî: «meḧmełî deştyanim». gutî: «kake meḧmeł! xuła çakî da. emin dehatme małe tû, ewa lêre tûşt hatim. eger řêk kewtîn, deçme małê; eger řêk nekewtîn degeřêmewe». gutî: «babim nêwit çîye?» gutî: «nêwim biraymî nokerit». gutî: «qerarî ḧeqim degeł bike; debê bibîne biray dayk û babî». gutî: «heta nokerî tom, birayn. eger le nokerît çûme derê, her kese kuřî babî xomanîn». gutî: «kê denasî?» gutî: «kes nanasim». gutî: «babit nêwî çîye?» gutî: «babim zû mirduwe; le kesim nezanîwe nêwî babim çîye». gutî: «emin çon beqaye betû bem?» gutî: «ewetî hênde bûm sed tumenim peydakirduwe. ew sed tumenî lekin etû dadenêm bewadey; heta şertim hełdê; ḧeqî letû werdegirim. eker etû bemin ça bûy emnîş bo tû çak bûm, diraweket lekin dadenêmewe serlenwê debmewe noker».

le paşê meḧmeł biraymî kirde bira gewre. řepêş xoy xist bo małê. hatne kin daykyan. selamyan le daykyan kird. gutî: «daye! ewe bira gewrey mine». gutî: «řołe! eger biray toye, kuřî mine». memkî awîte ser zarî ewî bedaykî xoy qibûł kird. hemû małî xoy teslîm bebraymî kird. biraym leser małe xoy řageyî heta sê sałan. hîç meḧmełî nededwand ew sê sałane; biraym gutî: «biran! qet biray lewey çatir debê. mesłeḧet eweye; ca jinêkî bo meḧmełî bênim; daykîşman azabî kem debê karman yekcar zore». bangî kird: «meḧmeł! sibḧeynê zû were nêw meřî; karim pêt heye». meḧmeł beyanî destî da goçanî, çuwe kin biraymî. biraym şêst, ḧefta serî beran û bextey teslîm bemeḧmełî kird; gutî bira! ewey bifroşe. bizanim jinêkit bo bênim. daykîşman azabî zore biḧesêtewe». meḧmeł cełebî řakêşa bo bazařî çelyan. geyîye qerax şarî fikirî kirdewe gutî: «bira bemnî negutuwe qîmetî. deşqem herzanî bidem, pêy naxoş bê; biłê gewreyîy řanegirtim». lewê teslîm bepyawêkî kird cełebeke, boxoy belîngidan çuwe kin biraymî. bebraymî gut: «etû qîmetî małeket negutuwe. bifermû qîmetî, biła eger kirdî deydem. eger neykird małî xot bo dênmewe». biraym gutî: «herwa debê le dinyaye; aferîn bira!» gutî: «birałe! biřo yekî têkřa beçwar řyałanî bide». meḧmeł geřawe belîngidan, geyîye cełebî xoy. řay kêşa bo bazařî.

xatûn perîxan kiçî mîr zorabxanî bû; ḧakmî şarî çelyan bû. boxoy zor pîr bibû, ḧukmetî de mist xatûn perîxanê nabû. ḧesen beg kuřî mîr zorabxanî bû, çikołe bû; xatûn perîxan zorî keyf le pyawan bû. her kesêk bekûçeyda řabirdiba xatûn perîxan keyfî deygirt. xatûn perîxan deygut: «were ḧezîm lê bike». ewîş qibûłî nedekird. xatûn perîxan deygut: «biła bîsûtênin; nekû lekin xełqî biłê, abřûm deçê». pyawî degirt; denêw çîẍî dena; neftî pêda dekird, deysûtand. qerewaşêkî bû; hemû sibḧeynan debû biçê, awî nwê bênê, xatûn perîxanê çawî pê bişwa. eger qerewaş çû bekarwanserayda temaşay kird çêwdarêk ewe cełebî defroşê. qerewaş aşqî ew çêwdarey bû, natwanê biçête serawê, natwanî bigeřêtewe; heta wext û se’atî beserçû. bepelepel çû gozey piřkird, hatewe. xatûn perîxan le xewê hełsita. gutî: «ew qerewaşe le kwêye?» qerewaşî dî gutyan: «nazanîn; ew qabe çote cindebazîye». zor neçû qerewaş hatewe. xatûn perîxan gutî: «cellabîş bênin tenafîş bênin. tenafî dekem, deyxinkênim».

gutî: «qurban! bangim ke serê ’erizit bikem. keyfî xote eger demxinkênî».

gutî: «were serê». gutî: «qurban! gozem hełgirt çûme serawê, ehlî bazař hemû dezanê; eger demkujî eger dembiřî. řûřeşîy xom dełêm. çêwdarêk le bazařîye, hênde cwane dełêy yusfî mîsrêye. eger çawim pê kewt le swêyanî şêt bûm. ne twanîm bêmewe, ne twanîm biçme serawê. pêm de bend çû heta seḧatêkî. le paş seḧatêkî bepelepel çûm gozem piřkird. hatmewe. ḧał û keyfîyetî min eweye ca saḧb îxtyarî». gutî: «ewey berin embarî biken. bangî feřaşan biken». feřaş hatin. xatûn perîxan gutî: «biřon ew çêwdare hatote bazařî ewey bo minî hênawe bîkiřim, bîkeme xêr û xêrat. ewe le bazařî şayîyekyan zyatir dawetê le qîmetî, boye deyfiroşê. biřon herçî lêy kiřîwe, dirawî bidenewe; ew şek û bextey lê bistênnewe. ew çêwdarey becełebewe bo minî bênne êre».

feřaşan heřayan kird, ḧukmyan le çêwdarî kird; gutyan: «herçî firotûte debê dirawî bideyewe, şek û bextey xot bistênyewe». gutî: «axir çibkem xełq namdatewe». gutî: «kuře! ḧukmî xatûn perîxanêye. herçî neydatewe babî derdênîn». hemûyan estandewe, cełebyan řakêşa hênayan. xatûn perîxan çawî şûşt. kułmey xoy cwan kird. çawî řişt. sîngî xoy tirazand. xoy awîte ser penceran. meḧmeł zor tirsa, gutî: «ewřo demsûtênin». meḧmeł lewlařa hat. xatûn perîxan çawî pê kewt, aşqî bû. le swêyan wext bû şêt bê. meḧmeł îklamî lê kêşa. bangî kird gutî: «çêwdar deyfiroşî?» gutî: «bełê, qurban!». gutî: «têkřa beçendî sercem?» gutî: «têkřa beçwar řyałan»- eger bîgutaye de řyał her lêy dekřî-. cełebekeyan ejmard, ḧîsabyan da. teslîm bepyawêkyan kird. gutî: «ewey bileweřêne., heta çil şewî; ḧeqî mangê de qiřan bê. muxarîcit leser xatûn perîxanê bê. ewey dekate xêruxêrat înşałła». gutî: «bênin şitêkî bo řaxen». teklîfyan kird dayanna. xatûn perîxan lêy pirsî: «nêwit çîye?» gutî: «meḧmełî deştyan nokerit». gutî: «qurban ḧeqî cełebekem bideye; merexes debim». kwêxa derkî bang kird gutî: «meḧmełî bêne jûrê ḧeqî bidemê». gutî: «kwêxaderk xełwete kes lêre nemênê» meḧmeł ke le pilîkanan weserkewt, ke xatûn perîxan çawî pê kewt way aşq bû nêwkî kewt. gutî: «were jûrê». hate jûrê. îklamî kêşa. lekne xoy dayna gutî: «meḧmełî deştyan emin mîrẍezeb nîm. hemû řojê pyawêkî de çîẍî werdegirim, deysûtênim. qisey diłî xom dekem lêm qibûł naken; emnîş boye ew ’alemey wa lê dekem. beqsem dekey yan na?» gutî: «qurban! bifermû bizanim çi dełêy». gutî: «meḧmeł! emin zorim ḧezim le tû kirduwe, etû dełêy çî?» gutî: «qurban! emin le swêy tû cergim xirabuwe; emma nawêrim biłêm». destî destoy meḧmełî kird. demî bedemyewe na. suḧbetêkî zoryan kird. yekêkî xoşî lê da, hetta sibḧeynê lekin ewî bû. biraym her çaweřê bû; deygut: «meḧmeł nehat». heta řoj biraym xewê lê nekewt, le swêy meḧmełî. sibḧeynê xatûn perîxan tedarekî padşayaney bo meḧmełî girt, bewadey dû řojan merexestî kird. meḧmeł hatewe bo małê. biraym gutî: «birale! bo wa direng hatî?» ew tedarekî lekin xatûn perîxanî hênawe pakî le pêş biraymî deştyan danawe. le řûy hełnehat bebraymî biłê; hemûy bo daykî gêřawe. ewîş hat bo biraymî gut. biraym gutî: «birałe sibḧeynê debê biçyewe; ewe jine bê dîne, nek peşîman bêtewe. şeytan şeytanê deka; nekû bemansûtênê ew bê dîne. ewî emin pêt dełêm, etû biçû way pê biłê; tirist nebê». biraym tedarekî aẍayaney bo xatûn perîxanê girt, hełsita meḧmełî beřê kird.

meḧmeł eger hat û geřawe,

dyarî û sewqatî biraymî le pêş xatûn perîxanê danawe.

xatûn perîxan pê kenî gutî:

«bexêrêy ser çawî min; ewe dyarî û pêşkêşî meřîye bo minit hênawe».

kake meḧmeł gutî:

«xatûn perîxanî çaw heło!

ewe pêşkêşî biraymî deştyane, nardûye bo to».

xatûn perîxan keyfî demaẍêy hênawe

dełê: «bexêrêy, ser çawî min şořelawe!

etû çilon le řût hełat bo biraymî deştyanit gêřawe?»

meḧmeł dełê:

xatûn perîxanê çawbengîye!

eger qisey tû negêřmewe bo kake biraymîye

lekin etû xecałet debim, lekin ewîş debête řûřeşîye.

biraym way ’erzî tû kirdîye

emin êłçîm, çi teklîfim leser nîye.

kak biraym bemnî fermuwe: emin natwanim biçme kin mîrî, bikeyn xwazbênîye

debê lêre biřoyn, biçîne memleketêkî dîye.

xatûn perîxan di ebê qaqezêkî bo binêrê, bedzî mîrî şarîye

eşkewtî bêşwey ewe kirdime pêşkêşî wîye

meř û małî min de ta’liqey wîdaye, boxom debme şwankarey yekcarîye

eger dełê: beqay pê nakem, le minî wergirêtewe bîda beyekî dîye.

eme çareman nîye, debê lew şarey biřoyn bo şarêkî dîye».

xatûn perîxan gutî:

biraym saḧb kemałe, le hîç dewłetan pyawî wa nîye

babim hênd beḧukme meger biçîn bo nêw ’irûsîye.

ew şew debê lêre mîwan bî tedarekî degirim beḧewtuwêkî dîye.

ewê şewê meḧmeł lewê negeřawe

heta sibḧeynê keyf û nehengî xoyan kird tewawe

sibḧeynê beřêy kird bo małê geřawe

hate xizmet biraymî ew qisaney hemû bo gêřawe

biraym dełê:

bexêrêy, ser çawî min şořelawe!

biła serî min bibiřn, mexsûd û miradî tû bibê tewawe.

sibḧeynê debû beçêştane

le xewê hełdesta xatûn perîxane

bang deka meyter û mîr’axuřane:

kêhe wiłaẍit cisne, ḧidûde, eger pyaw pêy bika mitmane?

mîr’axuř dełê:

«qurban, ewa henim ḧidûdî bê nîşane

daykyan le enêzey germênyane».

gutî: «biço. byanyêne; byanbînim. byankem. nîşane».

mîr’axuř heřay kird beheştawe

cûtêk ḧidûdî esłî hênawe

le pêş xatûn perîxanî řagirt hertikî kewtin beçawe

le bo êxtexaney řakêşawe

nardî zêrîngerî hênawe

řext û řeşmem bo bike tewawe

ewî dana bedił û cane

boy dirus bika řextî řomyane

bênin necařî nazdare

bom dirus bika qełtaẍî cewherdare

ta tedarekî bigirim bo ḧidûdî de bekare

de biřon û řamemênin

westay seřacim le bo bênin

tekłitûy awrîşim dozim bo pêk bênin

debřon, řamewestin çî dîye

asnigerm bo bênin be muşterîye

bom dirus bika řikêfî ałdûz danelẍawî hewêze mirwarîye

de biřon çî dî řamemênin

biçin şîrgeranim bo bênin

şîrî mîsrîm bo biẍemłênin

zergî nezerîm bo bênin

le tenganî bişetênin

bîşetênin yekcarîye

bom biçne kûçey şarîye

bikiřn zirêy dawdîye

metałî ḧewt qobeyîye».

ke ew tedarekey girtîye

nardî le dû mîr’axuřîye.

mîr’axuř hatuwe lewlawe

ḧidûdî hêna pêş çawe

ke lekne xoy zîn kirawe

leser piştey řonrawe

zor çak tengey kêşrawe

ke řextyan hêna lewlawe

ke ḧidûdî pê ẍemławe

ew espaneyan gêřawe

tedarekî çak gîrawe

zirêy dawdîyan hênawe

teslîm be mîr’axuřî kirawe

qołî xoy tê hełkêşawe

leser milî řawestawe

metałî ḧewt qubbeyîyan hênawe

ke řîştey destoy kirawe

lenêw şanê řawestawe.

gutî: «çendu bew zirêye dawe?»

gutyan: «qîmetî leser danenrawe

çî bideyey, qibûł kirawe».

maşełła lew tedarekey gîrawe

le meḧmełî deştyan degêřawe

meḧmeł çuwe xizmet biraymîye:

«kake! xatûn perîxan ledûy nardûm; nazanim karî çîye».

biraym way bemeḧmeł gutîye:

biço xizmet xatûn perîxanê, bizane karî çîye.

meḧmeł tedarekî xoy girt beyekcarekîye.

eger meḧmeł tedarekî girt tewawe,

dehat û le xatûn perîxanêy dekird selam û seławe,

deygut: «nazanim, meger bo nêw ’urûs biřoyn, dena le hîç kwêyan çare nekirawe».

bangî kirde mîr’axuřane:

ew espane zîn ken, byanyenne êrane.

ewřoyan pê biçne řawê; bo şahîdyê řegełu dexem ew şwane.

biçin bizanin kêheyan cisne lew espane;

kełkyan heye, pyaw swaryan bê řojî tengane».

swaryan debûn beřewanî

řûyan dekirde çoł û byabanî

tajî û tułeyan debirdin, degeřan beterxanî

kerwêşkêkî germelanyan degirt, deyanhênawe bo xatûn perîxanî

le pêşyan dadena. deyangut: «etû çiray hertik çawanî»

biřo małe xot bar bike bo şarwêranî».

meḧmeł eger ew qisey bîst le xatûn perîxanê

gutî: «bexułay serman debiřn le goşey meydanê»

hatewe kin biraymî dełê: «birałe! kewtûyne řojî tenganê

naçêtewe paşê ḧukmî xatûn perîxanê

ḧukmî sexte û girane

her debê bar bikeyn lêrekane

biçîne nêw ’urûsî, dena lenêw kurdî nanbê guzerane».

degeł biraymî qiseyan bû tewawe

daykî meḧmełî gelêk giryawe

dełê: «řołe! xirapim lê qewmawe

«řołe! meḧmeł, xułagîr bî, etû çit le kiçî mîr zorabxanî dawe?»

gutî: «daye çibkem îxtyar le çengî xon biřawe».

małe xoyan barkird, eşkewtî bêşwey becê mawe.

şew û řojêkyan lê xuřî, le paşê meḧmeł geřawe bedwawe.

lew meḧmełî řewane,

gutî: «naçim, kak biraym gyane!

serman têda deçê, zor fesate ew xatûn perîxane».