şêx ferx û xatûn estî 7

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 14 minutes  941 views

ferx zînî xoy dêna deykird le cwanûley nexşîne

deygut: xułaye bo şarî şamê le kwêřa biçîne?

ferxî řûy kird bewlawe

temaşay kird: cengeł û qamîşe řawestawe

cûtêk řeşîşey dexwên, leber ewan cwanû řêy pê sereder nekirawe.

ferx bang dêłê: «řeşîşe, hoy řeşîşe!

boçî lêrew danawe saz û çeqen û hezar pîşe?

řeşîşe engo nadirin

bûn becerde, řêyê le musłiman û řêbwarî degirin

nayełn musłiman bigate awedanîye, menziłêkî peyda biken, le tînwan nexnikên, le birsan nemirin.

řeşîşey zenwêre!

ew sał ḧewt sałe řêw debest birduwe lêre

etû netzanîwe ew maşûqey tû çawêkî kwêre?»

eger řeşîşey ew qisey bîst tewawe

deygut: «way! tîrêkî lê dam cigerm biřawe

ewsał ḧewt sałe emin degeł ewey małim pêkewe nawe».

řeşîşe nêreke neyzanîbû, mêyekey çawêkî kwêre. hełsita çû, temaşay kird bizanê ferx řast deka. eger çû temaşay kird; waye. betepłî serîda nûsa, çermî serî denêw çawan kird. mêyeke zîzbû lêy da řoyî. nêrekeş wa řoyî ferx řizgar bû lew cengełey.

geyîye awedanîyane

menziłêkî degirt ew bestezmane

deykirdewe nwêjî şêwane

deygut: «xułaye! çîyan lê hat ew řeşîşe feqîrane!

mêyeke birîndare nayete serî luqmane

erestûş dyarnîye lew mekane

weberî xoyan girt çoł û byabane».

ferx temenay dekird le bînay çawane:

xułaye! řuḧmêkî bikey bew bestezmanane

xetay min degirin zor xecałet bûm lew řeşîşane

řebî řûnakayî bête ber çawane».

serî nexşîn bibê bo xoy bibêtewe cwane».

eger ferx bo wan pařawe

lekin xułay du’ay qibûł kirawe

sibḧeynê nêreke, le mêyekey geřawe

geyştê lêy kird seławe

mêyeke zîz bû cwabî nedawe

deygut: «dwênê boçit wa lê kirdim xirapim lê qewmawe».

nêreke gutî: «texsîrî toye wa qewmawe

ḧewt sałe ḧełałî minî, çawit kwêre beminit nîşan nedawe

bo xatrî ferxołey ewa le tûm kird seławe».

lêy qibûł kird gutî: «bexêrêy ser ew çawe».

mawetewe bo ferxî biřwatewe bewlawe.

ewê řojê lew awedanîyey meḧtel mawe

heta bexêr û beselamet cwanokey ḧesawe

sibḧeynê beyanî dawe

ferxołe le xułay depařawe

deygut: «emin le çoł û byabanêm estêy feqîr çîy lê qewmawe?»

xałî de şarî şamê xewnî pêwe dîye

dełên: «ferxołe dête êre. ḧewt sałan debête mîrî şamê lewî zyatir hîç kes nîye».

eger xałî ew qisey debîst beyekcarekîye

hełdesta, degeřa beherçendî keyxuda û řidên sipîy şarîye:

«erê engo çi mîrî dîw qibûłn, ya qibûłu nîye?»

keyxuda cwabî wîyan dawe beseḧîye:

«sed mîrî dî bê le tû zyatir kesman qibûł nîye».

sibḧeynê beyanî dawe

mîr hełî girt keşkołêk, dar’asayekî tewawe.

herçendî menziłî saḧb menseban bû, hemûy geřawe

deyangut: «mîr xêre wat lê qewmawe».

deygut: «xuła xêran ka, dełên: mîrêk dê lewlawe».

deyangut: «hîç mîrman qibûł nîn, ew keşkoł û ’esayey bigêřewe bedwawe».

mîr beqsey xełkî degeřawe,

pênsed zêř bo mewlûdî pêẍemberî te’în kirawe

ke mîrî şamê befeqîr û zelîlanî dawe.

eger ew lewê berqerar kirawe

cwanûley ferxîş lewê deḧesawe

birînekanî pak çakbûnewe, tûkyan dehênawe.

deyhêna zînî dekird, le xuławendî ’alemyan depařawe:

«emin bo şarî şamê deçim bo małe xałim, xatûn estî qelender çîy lê qewmawe?»

eger řêy weber xoy girt, bo şarî şamê hate xware

germay hawînê lewê deykird kare,

le xoy û le cwanûley biřa îxtyare

deygut: «ya řebî ’alemê! haware!

byabane waḧîdelqendehare».

herçendî kewî kwêstanê bû, hemûy bo xizmetî ferxî dehate xware

ewber ewber têk depeřîn deyankirdewe haware.

cwanûy ferxî řêy dernedekird, leber ewan le ’erzê neydekird kare.

ferx dełê: «behare çi le řewn!

mutrîbî de kêwanim kewn

ewîş dên, řepêş cwanûley ferxî dekewn.

beharim çi le řew dîn!

qereçî de kwêstanim kew dîn

kewî kwêstanê, gelêk nadirin

řebî, şewarew lê danên bedawu bigirin

de qefesî domanu biken, dêw dêw pê bigeřên, qiřanu hełgirin

qet kêrdî qesabanu leser gerdinê hełnegirin

boçî řê le cwanûy ferxî bê dayk û bab degirin?

nayełn bigene awedanyêkî, biła le tînwan nexnikên, le birsan nemirin

ya řebî her bałêk biřon, de befrê bikewn, řawker bûgirin».

eger ferx ew qisey kird û geřawe

herçî kew bû le řastexoy geřawe.

ferx lêy dexuřî bo şarî şamêy ajwawe.

ferx degrya lew çołey bestezmane

deygut: «hîç kes nîye, degełî bikem qisane

deçim le małe xałim debim mîwane.

xałim leknim namka bexudane

debme dijmin û bêgane

nazanim řêy şarî şamêy î çend şew û řojane».

kê bû le ferxî nazdare

degeł cwanokey dehate xware

tûşî debûn karwanî û řêbware

le řêy şarî şamêy dekird pirsyare.

deyangut: «mindałî feqîr, bestezmane!

kwa şarî şamê lêrekane?

le kwê derdeçî bew cwanuweyewe; ewhe nabřî menziłane».

ferx deygut: «deygemê be’îznî xuła û řesûłane».

xałî wî le şarî şamê xeberî bîstîye

de xewêda pêyan gutîye

dełê: «nabê hîç kes lew şarey řagîrê bemîwanîye

heta sałêkî dî lew şarey mîwanim qibûł nîye».

mîr qerar û medarî dana le şarî.

lekne xoy ferx dête małe xałî bexemxiwarî

ferx ẍemgîn bû ewê řojê; dełê: «çi bikem, le min ẍerîbê

xatûn estî becê mawe firmêskî le çawî dê bo xomî bom degryê bezarî.

çibkem ne bepyad eyî degemê ne beswarî

le kołananda demrê behejarî».

ferx řast bo şamê dehate xware

deygut: «cwanûle! biřo, ew fikirane nayen bekare

biçîne şarî şamê bigrîn qerare

bizanîn, kengê řeḧmetman le baregay xułay bo dête xware».

mîrî şamê dełê: «çi bikem, hełgirin cêy xemê?

biçin xełkî şamêm hemûm bo binûsin, pakî mûçe û mwacbî dedemê

hemû kes beřê û şwênî xoy bizanî

le dewłetî min kem nabê be’îltîfatî sułtanî

emma qayl nîm, hîç kes, kes řabgirê bemîwanî.

emîndar wederkewtin tewawe

şarî şamê hemû miḧeley nûsrawe

mîrzayan dana nêwî ’alemanîş biken tewawe

hemû ’alemyan le qełem dawe

mîr dełê: «sibḧeynê řawe».

pênsed swaryan kird tewawe

pak tacî û tûley de řistey kirawe.

wedûy řawî ahûy dekewtin, hemû lêk bûnewe biławe.

temaşayan kird, taqe swarêk hat lewlawe

cwanoleyekî quley pêye, mindałêkî nabałqî swar buwe, dełêy nexşekêşrawe.

xeberyan bo mîrî şamê hênawe,

gutî: «bênin, bîbînim behertik çawe».

deçûne kin çeper û êłçîye

dełên: «mîr tełebit deka». dełê: «emin ẍerîbey şaranim; mîr ḧacetî bemin nîye;

emin deçme şarî şamê bemîwanîye».

dełên: «hełsite biçîne kin, kuře. mîrî şamê zor maqûłe». dełê: «leweş maqûłtir bê, emin îxtyacîm bewî nîye».

eger degeł ferxyan derkird guftugo

hatnewe kin mîrî, dełên: «mîr herçendî dekeyn, ew mindałe nayete kin eto».

mîr dełê: «ḧukmêy lê biken, biła: meye şarî şamê, bo layekî dî biřo»

ferx gutî: «emin ẍerîbey şaranim

dême şarî, le małe yekî dî mîwanim,

mîr detirsê, dełê dê dexwa ew nanim!».

ew qisaneyan bo mîrî ’erz kird û gêřawe

cařyan řakêşa, hemû leşkir xiřkirawe

ewber ewberî řêye kûçey serbazî řagîrawe,

ferx hat lewlawe,

beherdûk destanî lew ’alemey kird siławe

ḧukmî mîrî bû, kes cwabî nedawe.

ferx zorî zig bexoy sûta bestezmane

dełê: «xałeme xoy lê kirdûm bebêgane».

dûbare seławî kirdewe le hemuwane

bo xoy deygut: «’eleykeselam, gelî ẍeybîyane»

ferx seławî xoy estandewe tewawe.

ḧukmî mîrî bû, ewîş bexoy û leşkirî bo małê geřawe.

ferx serî ciłewî xoy berdawe

ew kûçe û kołan geřawe.

tekêyekî muşayxan bû çû, lewênderê řawestawe

ciłewyan degirt û deyankird pyawe».

cařçî mîrî ře şarî dekewt, deygut: «herçî ewhey řagrê, bizane tałan kirawe».

soraxyan kird cařçîyan, xeberyan bo mîrî hênawe

gutyan: «qurban ewa le tekyey muşayxan buwe pyawe

eme qewetman pê neşka derî keyn, meskenî şêxan gelêk ’alî û tewawe».

mîr gutî: «bom danên ew kewşane

emin ḧukmim kirduwe kes řanegrê ew mîwane

biçme tekyey şêxan degełyan bikem dû qisane».

mîr hat lewlawe,

geyîye dîwanî muşayxan, lêy kirdin seławe.

şêxan fermûyan: «mîr! bexêrêyewe lew řawe

mîr! ewřo çit dî, çend askit hênawe?»

dełê: «řawî ewřom, ya şêx nebû tewawe».

qenneyan bo mîrî hêna qennêkî kêşawe.

mîr fermûy: «ew kuře çikołe kêye mîwane, hatuwe lewlawe»

şêxan fermûyan: «mîr etû çit beserî ew mindałeyewe dawe?»

mîr fermûy: «ey firzendey mîwane!

eger lêt bipirsin meselane

defamî cwab bideyewe qisane?»

eger mîr ew qisey dekird tewawe.

ferxołe boxoy cwabî dedawe

deygut: «firsete, bexułay řawestawe».

mîr fermûy: «benokerane

biçin eḧmedekwêr heye, bîyenne êrekane

da degeł ew minałey bika dû qisane

«eger neyzanê cwabî bidatewe, derî dekem lêrekane».

eḧmedekwêryan hêna lewlawe

deyangut: «ew kuře bidwêne, bizane mindałêkî zerîfe, dezanê bika qisane».

eḧmedekwêr dełê: «bewey kem le jûrî serîye

canewerêk peyda debîye

bo geda û padşa ferqî nîye

ewî desûtênin be’awrîye».

ferx dełê: «ey eḧmedekwêrî nadane!

lengo waye mîwan ḧeywane.

emin řonîştûm le meclîsî ew şêxane

bo min ’eybe, bikem ew qisane

ewî le bedenî însanî debê ewa beřezay bînay çawane

lekin ewî nîye ferqî padşa û gedayane

eble! ewe espêye, deykujin bedestane».

eḧmedî kwêr gutî: «pitû le min! hetîwêkî xwêřî lewlařa dê mîrî şemê debê emin bê abřû bika». eḧmedî kwêr zîz bû, lêy da řoyî. mîr fermûy: «biçin mela ḧesenî bênin; zorî bidenê bê, befřan ewem bo derbika». mela ḧesen hat, cêyan pê nîşan da; řonîşt. bexêrhatnî ew kuře çikołey kird.

mela ḧesen dełê: «řołe gyane!

şitêk heye bê zebane

be’erzî debê guzerane

bedestî î ’ebdane

ewî debê beçraxane

pişkoje debê lew mekane

her dełêy gułî nîsane

şayan pê debê ewane

řezay bînayîy çawane

be’en’am deyben bo padşayane

řêy en’amê deden ewane».

ferx dełê: «mela ḧesen hatûy lewêwe

mindałêkî ẍerîbim, mem bizêwe

ew ser û simêłet de kunî kerêwe

ewe nazanî şemameye sûr debê be biřkêwe».

mela ḧesen destî da ’ebay xoy, řoyî. mîr, mela ḧesenî gêřawe. mela ḧesen bedzî gutî: «qurban wanabê biçin dîzêkî piř biken le mêwij û gwêz û xurma û gezo bênin lêrey danên, nanîş danên bo meclîsê. eger zanî çî

têdaye, ewe ya şêxe ya şeytane. eger neyzanî bo babî aqił dekem. wederî denêm lew şarey». dîzêkî wayan hêna le meclîsêyan dana. nanîşyan hêna, le meclîsêyan dana; hemûy meḧtel ma kes nanî nexward. mela ḧesen gutî: «nanxiwardin bo nîye?» ferx gutî:

«emin ẍerîbim eger qisan bikem şûreyîye.

mela ḧesen papey le min girtîye

le qestî depirsê bo naxon nanîye?

ewe şeřî eweyetî lêm bipirsê, ewe çîye?

eger şêxan pêyan naxoş nebê, cwabî ewey dedemewe beseḧîye».

şêxan: merexestyan kird ferxî dawdîye.

ferx dełê: «eger pêncîn eger şeşîn

espardey bîlalî ’ebeşîn

hemûman ẍulamî dîzey řeşîn

werin mêwij û gwêzan lêk webeşîn.

bîbeşînewe beřewanî.

mela ḧesen ẍezebî mîwanî

înca teřdes bixon nanî

mîr degeł melay xoy zane».

mîr û mela ḧesen hełistan, lêyan da řoyn.

mîr gutî: «mela ḧesen were biçîne êrane

bizanîn, mesłe’etman çilon debê degeł ew mîwan û şêxane».

çûn řonîştin dû beduwe

hezar tegbîryan kirduwe

hîç faydey bo wan nebuwe.

mîr û mela gutyan: «eme çibkeyn le dinyaye?

ew şêx û mîwane çareyan naye».

şarî şamê sê řojan neybû hîç aẍaye.

şilûx bû şamî girane

lêy peydabû lotîxane

şeřyan kewte ser jinane

nîweyan bûn beqawexane

keyxuda û řidêndarî wane

řûyan kirde dîwanî şêxane:

«qurban axir şamê bû wêrane

bebê padşa nabê guzerane

edî bo dyar nîye mîrî êrane?

şêx nardyane kin mîrîye:

«bo bê ḧukme cîhetî çîye?»

mîr fermûy: «babe! emin îxtyarim nîye,

peyda biken mîrêkî dîye».

xeber hatewe bo şêxîye.

şêx fermûy: «eme mesłeḧetman çîye?»

wehay gut: «yekî dîye

ewe şêxêlî bê qeydîye:

lewî meken gileyîye.

ewe dû mange mîr nîye

peyda biken yekî dîye

xeber binêrîne sułtanîye

bizanin fermayşî wî çîye».

şêx qiseyan kird tewawe

bangî nîweřoy dawe

ferx lewê hełsitawe

gutî: «bizanim cwanokem awdirawe».

têlẍuraf bo sułtanî kirawe.

sułtan fermûy: «mîrî xoyan lewêye tewawe».

xeber de şêxan geřawe

çiraxanyan bo řonawe.

sibḧeynê ke řoj kirawe

meclîsî taqîqey gîrawe

bazî yeqînyan hênawe

herdûk çawî wî bestirawe

hełyan awît, řawestawe

le heway lenger bestirawe

ser berejêr hat geřawe

îklamî ferxî kêşawe

şêxan qołyan bo kêşawe

qend û nebatyan hênawe

şîrnî î mîrî xurawe

textî ḧeqyan bo hênawe.

şêxî gewre hat lewlawe

gutî: «selam ’elêk firzende lawe!

elḧemlay çirat hełkirawe».

qołî ferxî girt lewlawe

le cêgay xoy hełsitawe

leser textêyan řonawe

bangî ḧeqyan bo lê dawe

tanc û tomaryan danawe.

ewa cêy xałî gîrawe.

ta ḧewt sałan řawestawe

mîre û beyeqîn řonrawe.

ferx dełî: «xułaye! çim lê qewmawe?

emin mîrêtîyê çi lê bikem bebê xatûn estîyêy bełek çawe?

xo me daxlî nakem ew dunyayem bo nabê tewawe.

eger dinyaş tewaw nebê faydey çîye

êsta xałim lê deka gileyîye

xuła dezanê xetay min nîye.

emin mîrayetî çi lê bikem; gizîrîm pê xoştire biçmewe şarî dawdîye».

ke ḧewt sałe mîrêtî ferxî bû tewawe,

gutî: «ew dinyaye çi lê bikem, bo kes nemawe?

lazme qaqezêkî binêrim bewlawe.

binûsim qaqezêkî bê kesîye

binêrme xizmet mam ẍełîfey şarî dawdîye

deşqemê bo minî binêrête xatûn estîye».

ferx řodenîşt qaqezêkî kird tewawe

çibkem êłçîyekim bibê bînêrim wawe?

karî min bew ’ebdane nabê tewawe

xułaye defryam bêy le hemû karan

biçme qeraxî şarî şamê bo pirsyaran

hemûm kewtote kin bałdaran».

le şarî şamê deçû bewlawe

temaşa deka destêk sî dên wawe.