le pênawî afreta!

From the Book:
Hemîşe Behar
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 17 minutes  1082 views

hêşta em top û tifeng û heytuhûte danehatbû, baw, her bawî şîr û tîr û řim û metał bû. em «tekiş»ey kewa êsta eybînî îftade û şel û kwêr buwe le wextî xoya le hemû topî «gełwaxî»da wa nawbangî derkirdibû, ke byanutaye wa tekiş hat minał le bêşkeda jîr ebuwewe.

tafî herzekarîme, taze xetim dawe, êcgar ke nawî xomim bîstotewe, kes le jûr xomewe nabînim. serlebeyanîyek hestam xomim řazandewe. zirê û taskiławim leser kird, şîr û tîrim le xom da, metałim xiste gazî pişt û řim be destewe, maynêkî řeşborem hebû pelî le asman ekuta, swar bûm û řuwew deşt be şwên nêçîrêka, tûşî em karesate bûm: her wa beser şaxekanî «kewłe»da egeřam, le dûrewe le dołekey tenîştî «xirose»ewe tarmayyêkim berçaw kewt. boy şoř bûmewe, ke lêy nizîk bûmewe wa pyawêke le temenî 25 sałîda, heta dest hełbiřî kełeget, be serusîma. şîrêkî be laqedewe û hemû core çekî keşî pêye, maynêkî kwêtî lejêraye.

hêşta her lêy dûr bûm seyrim kird le maynekey dabezî, liẍawekey kird be meçekya û benewxiwênekey kirdewe û danîşt bo mîzkirdin. geyştime serî- ew wexte dinya wekû êsta be fiřufêł û qumarbazî netenrabuwewe, bira, biray bo hełkewê le penaberda bîkujê - dujminî xwênexoyşit bwaye ebwaye pêt butaye ke nyazim xirape legełit xot amade ke.

seyrim kird kabra her hełnesta. naçar bangim kird: kuře, kabra! xot kokerewe, swar be, lem çołeda ya ebim be xenîmit ya ebî be xenîmim. kabra her leser pêşaweke witî: êwe gełwaxîn û bê aman. swênim bo bixo ta swar nebim dest nekeytewe. qisekey karî tê kirdim çunke tane bû. bełam hîçîşim pê nakirê, hat be demma swênim bo xward ta swar nebêtewe destî lê nekemewe.

înca hesta û benewxiwênekey bestewe û milî řêy girt û wiłaxekey be şwên xoya řakêşa. emem be lawe zor seyr bû, bangim kird kuře kabra swar be ewe to çî ekey? hełîdaye witî: to swêndit xwarduwe ta min swar nebim dest nekeytewe, êsteş min swar nabim boç natnasim to tekşît?

ke emey wit her zorim be lawe seyr bû, têm xuřî kuře kabra swar be řoj direnge, îmřo hemû şitêkit le dest derkirdim, ya emkujî ya etkujim, êste û ewsa swar nebuwewe û nebuwewe, witî xom nadem be kuştin, çî ekey bîke. nêzîkey dû se’at şwênî kewtim hîç kełkî nebû. naçar be şwênekey xoma geřamewe û ewîş bew core xoy derbaz kird.

***

bo řojî dwayî dîsan xomim gurc kirdewe û swar bûmewe řast bo şwênekey dwênê- çunke cêřawêkî çak bû-. hêşta nekewtibûme ser şaxeke seyrim kird le dûrewe swarêk hat, çon hatnêk? her wekû ba eřwa. le qed û bałaya witim bibê û nebê eme ewî dwênêye, îmřo eger pelî be pel hewrewe bê nayełim řizgar bê. witim ta çawî pêm nekewtuwe bełkû bîgemê, newekû ketnekey dwênêm pê bika. le kilkey şaxekewe boy şoř bûmewe zorî nemabû bîgemê seyrim kird dîsan le wiłaxekey dabezî û wekû dwênê destî kirdewe be mîzkirdin. witim ya řebî em bełaye çîye û çon defḧî kem? ê, xo naşkirê ew leser pêşawe min pelamarî dem. diłim oqrey negirt. naçar çûm le piştyewe têm xuřî: kuře heste napyaw meykere derdekey dwênêwe, heste! yan emkujî yan etkujim.

seyrim kird layekî lê kirdimewe û hîç dengî nekird. ke çak lêy wird bûmewe, kuře xo eme ewî dwênê nîye. bełam hîç dengî nekird, be şêneyî hesta benewxiwênekey best û pêy le awzengî na, piştî tê kirdim û milî řêy girt. şwênî kewtim, kuře kabra min legeł kême? řûm tê ke! dîsan her gwêy nedamê û řoyşit, îtir min wa le daxa wexte şeq berim. têm xuřîyewe kabra! yan şitumek û mayneket be cê bêłe û biřo ya emkujî ya etkujim.

emca her be dem řewtewe awřêkî lê damewe û witî: kabra be řêy xotewe biřo min ḧerîfî to nîm, pyawetît bibê matiłim meke. qisekeym be lawe seyr bû çunke wekû legeł minałêka qise bika wa bû. witim kuře ewe to ełêy çî? ya xwênit eřêjim, ya xwênim eřêjît, ewe qise legeł kê ekey, min tekşim tekiş, ba gwêt lê bê.

ke emem wit her ewendem aga lê bû řimekey leser singim tund bû, witî kuştitim ya na?. de biřo berokim berde û leme zyatir taxîrim meke û řimekey leser singim hełgirtewe û destî kirdewe be řoyştin.

ke emem dî her wa waqim wiř ma, çunke eme, yek, kewa yekêk bew core beranberîy kirdibim. witim dek ’emirit nemênê tekiş bo xot û bo ẍîretit. ewe le kiwêyt, to nûstûyt? dîsan her kołim neda şwênî kewtim û ewendey tir şêrgîrtir bûm. bangim lê kird: kabra pyawane were meydanewe, ke way lê hat ya ebê bimkujî ya etkujim, gwêm lê bû witî kuře to xwên egêřî, małkawil! min pêm newtî be tałûkem, bo berokim ber nadey? lêm geřayewe ta min destim bird bo şîrekem ewendem zanî pelamarî damê, wekû çoleke hełgirê bew core leser mayneke fiřandimî û damî be ’erza û çokî daye ser singim û xincerekey leser milim dana û witî kuştitim yan ne’? de biřo berokim berde! hełsa û swar buwewe û dîsan milî řêy girtewe.

ke emem dî îtir hîçim pê nema, pelamarî liẍawî maynekeym da û witim: ewî to be minit kird ta êsta kes pêy nekirdûm, pêm biłê to kêyt? we bo her kwêş eçît legełtim. serêkî ba da û witî to şêt bûyt. liẍaweke beřeła ke, be tałûkem. witim emey pê nawê ya kuştin ya legełta hatin.

înca witî: biram! min bo naw deryay xwên eçim, ew şwêne şwênî hîy wekû to nîye. witim xot taxîr meke, lêt nabmewe min le to zyatir nîm. ke seyrî kird hîç kełkî nîye û le kołî nabmewe û her matłî ekem witî ciłeweke berde û swar be û şwênim kewe, awzengî teqên. înca wirde wirde be řêwe destî kird be gêřanewey serguzeştî xoy û witî:

min «semsam»y «sûr sûrî»m, mamêkim heye «cîhanbexiş» le wiłatî «tergeweř», kiçêkî heye «goł’endam». eme ḧewt sałe diłman pêkeweye, kes nema neykem be tikakar û řêge nema boy neçim, êste û ewsaş lay lê nekirdimewe, daway şîrbayîyekî zor eka minîş pêm hełnasê. êste wa naçarim hîçim bo nemawetewe eçim kiçeke efřênim.

eweşt pê biłêm: mamekem ’eşret û piştimałeyekî zorî heye, bêcge lemaneş ḧew kuřî heye, minit çon dî her yeke lewan çwarî wekû min exate koşyewe. mamekeşim xoy nawbangî azayî û destubirdî le hemû wiłata derkirduwe. eweş ezanim ke destim lê hełnagrê, bełam naçarîşim her ebê boy biçim. eme serguzeştî mine. êsteş dîsan tikat lê ekemewe ke bigeřêytewe be şwênekey xota, cwanît, ba le xořayî serit tya neçêt.

ke gwêm le qisekanî bû lem dił û derûn û hêz û taqete her wa sersamîyek girtimî. witim bira serêke û le řêy toda damnawe pêy pêwe nê. min taze xułamî ḧełqe begwêy tom ta serim le řêta bext nekem nageřêmewe. witî ke waye ya’ełła, bełam çît pê ełêm wa bike.

***

dwanze şew û dwanze řoj be çwar nałe têman teqan, le êwarey dwanze řojeda geyştîne şwênêk, witî lêre dabezîn. dabezîyn û maynekanman berełay naw ew mêrgane kird û hate tenîştimewe witî:

ho, řeşmałane ke le dûrewe dyarin, ewe małî mamekeme. heqîqet ke seyrim kird heta çaw kar eka lew deşteda řeşmał bebê heq û ḧîsab hełîdawe. witî min legeł bangî şêwana lêrewe eçim, legeł kiçekeda em beyanîye jwanêkman heye ewîş dête ewê eyhênim û legeł sifîdey beyana egeřêmewe. eger lew wexteda nehatmewe ewe bizane şitêkim be ser hatuwe, îtir hîç lêy meweste swarî wiłaxî xot be û hînekey minîş bere û biřorewe, nekey ewe bêt be diłta biłêyt legeł emane şeř ya şitêk ekem.

legeł em hemû zor û bahuweda ke bem kuřewe dîbûm seyrim ekird zorîş etirsa, wa der’ekewt mam û amozakanî gelê lem be desełattir bûn. xo min be tewawî îtir wirem berdabû. ew tekşe ke caran le tawî, nałdar nałî exist û bałdar bał, êste bêzî le xoy ehatewe.

înca hesta şîrekey kird be qedya, qełxanekey xiste naw şanî û řimekey girt be destewe. maławayîy lê kirdim û be pêyan be řê kewt. minîş wiłaxekanim hêna û zînekem lê girtinewe û řenek û qaşawim dan. coman pê bû legeł dû baqe gyada bom hênan û damnê, paş emane awim dan û zînekem lê kirdinewe û be dyaryanewe kirûskem kird.

dû beşî şew řoyştibû, neřoyştibû, ewendem zanî le dûrewe dû tarmayî peyda bû wekû ba eyankuta, zorî pê neçû geyştine cê seyrim kird semsame û afretêkî legełe. şew bû her ewendem bo derkewt afretêkî kełeget û bexowe bû. îtir danenîştîn. pêy witim swar be! xoyşî swarî wiłaxekey xoy bû, afretekey xiste paşkoy û řûy tê kirdim û witî:

wa eřoyn, min ta êsta lam bo dujmin nekirdotewe be tirsewe, to car car awiř biderewe eger dît leşkirî hemû dinya ko bûnetewe û be şwênmana dên hîç gwêy mederê û wiłaxî xot lê xuře, hîç nîn, her pêşim mełê, bełam eger dît heşt swar ehatin pêm biłê ewe îtir řizgarbûn nîye.

înca qamçîman le pîre wiłax řakêşa û kewtîne řoyştin, bełam çon řoyştinêk? ba, be tozî qulmana ne’egeyşit, wa car carîş her la ekemewe, bew core řoyştîn heta beyan giznigî da û dinya be tewawî řûnak buwewe. ew wexte ke seyrî afretekem kird temaşam kird wa kiçêke le temenî hejde sałana, ne bixoy ne bikey temaşay say gerdenî key, bałayekî berzî kełegetî pêwe bû, sûr û sipî, ew çawaney etut pyałeye, gonakanî sûr sûr, xiřupiř, etut sêwî serdeşte, ew bask û meçeke etut bilûre. qijekanî; qijekanî wek sirkeyîy awrîşmî řeş beser şanya pexiş bûbuwewe û eřjaye kemerî. kemerî çî? etut naw qedî aske. beřastî guł’endam guł’endam bû. guł’endam ewey ehêna ke ew semsame cwanemerge serî xoy le řêda bo danê.

***

řoj giznigî da û pelke zêřînekey beser dinyada biławkirdewe û legeł guł’endam û piłpiłey ser egrîcekanya destyan kird be çawşarkê. dinya bû be çêştengawêkî direng, ke lam kirdewe seyrim kird wa le dûrewe heşt swar- yekêkyan le pêşewe û ḧewtîşyan be şwênyewe, her wekû ba, dên. ke emem çaw pê kewt bangim kird semsam wa heşt swar be şwênmana eykutin. ewendem zanî semsam maynekey řagirt û witî îtir tewaw. pêy witim to nextêkî tir swarî wiłaxî xot bew, bew şwêneda ke hatbûyn bigeřêwe bo wiłatî xot, bełam car car yadêkim bike. ke qisekey kird diłim piř bû, aw be çawma hate xwarewe. le maynekey dabezî, ciłewekey daye dest guł’endam û be qułpî giryanewe pêy wit: biço le qerax řêgeke bweste, dwacar swarî em wiłaxe be û gerdinim aza ke, bo kwê eçî biço! wa le berî yekman nexward. herdûkyan firmêsk be çawyana hate xwarewe, be minîşî wit toyş lewberewe řaweste seyrî em neberd û řezme bike! xoyşî řûbeřûy swarekan le çeqî řêgakeda wekû sing çeqî û destî xiste ser mistûy şîrekey.

zorî pê neçû swarekan geyştine cê. seyrim kird wa yekêkî řîşsipî. řîşî eřjête piştêney û ḧewt gencî taze pêgeyştûy le dwaweye, hemû nîşaney azayî û pałewanîyan lenaw çawda dyare û agiryan lê ebarê. semsam pêy witim ew řîşsipîye mamekeme û ewanîş kuřekanîn. lewê ewanîş beranber be semsam westan.

řîşsipîyeke hełîdaye witî: semsam em ketnet bo gêřa? boçî lenaw hemû tergeweřda ḧeyat birdim? semsam-yiş witî: mame! ḧew sałe řica û tika nema neykem, guł’endamit nedamê legeł ewe ke ew bo mine û min bo ew. minit gořîyewe be małî dinya. êstaş hîç nebuwe, her lêre biłê wa pêm dayt îtir min hîçim nawê. witî: řołe taze kar le kar tiraza.

awřî dayewe be lay yekê le kuřekanyewe û witî: «a biço serekeym bo bêne!».

kuře wekû kêç řapeřî. le maynekey dabezî û hat beranber be semsam westa destî daye şîrekey. semsam hełîdaye: mame, bo xatrî xwa meke ba xwên nekewête beynewe, le kelî şeytan were xwarewe. dîsan lewêwe bangî kirdewe: «a serekeym bo bêne!».

lew meydaneda ew dû nemame ke hêşta her tamezroy baxî jyan bûn destyan kird be şîr û tîr le yek dan. ke seyrim kird beřastî, řastî kird semsam ke wextî xoy pêy witim kuřekanî mamim her yekeyan çwarî wekû min exene koşyanewe. herçendim ekird nem’ezanî seyrî destubirdî kamyan bikem.

bew core lew meydaneda ew kuře nêzîkey nîw se’at xoy le ber ew şan û bahuwe pałewananey semsama řagirt, le axrya ke hat şîrekey dahênêtewe semsam şîrekey xoy awqey serşanî řastî kird û le perasûy çepyewe derçû. kuře lewê kewt, min îtir xom řanegirt firmêsk be çawma hate xwarewe, agam lê bû guł’endamîş lewê dayewe piřmey giryan.

ke cîhanbexiş emey dî, lay kirdewe le yekêkî tir le kuřekanî witî «a biço serekeym bo bêne» yekêkî tiryan pelamarî daye û boy hat. semsam dîsan bangî lê kirdewe mame! bo xatrî xwa waz bêne ba îtir bibřêtewe le xořayî xwênî naheq meřêje. ewîş bangî kird řołe!. ta êste êsk neşkabû le beyna, ewa êste êskîş kewte nawewe, taze têpeřîwe.

semsam legeł ewîşa kewte şeř, zorî pê neçû ewîşî kuşt. mamekey dîsan lay kirdewe le yekêkî tir le kuřekanî, a biço serekeym bo bêne! ewîş hat, ewîş kujra.

pêy nawê, her ḧewt kuřekey nard, hemûyan be destî semsam kujran. eweş seyr bû em karesate xwênawîye řûy da, hîçyan qiseyekî tałyan le dem nehate derewe. em eyut mame wa meke, ewîş her eyut řołe taze tê peřîwe.

înca ke kes nema, ewendem zanî cîhanbexiş awzengîy da le wiłaxekey û hat lepêş semsama dabezî û řîşekey kird be ber piştênekeya û witî: «řołe! ta êste şeř, şeřî kawřan buwe, êste şeř, şeřeqoçî beranane, çawit le mamî xot bê çît pê bika!» dîsan semsam hawarî lê kird mame, ba bes bê bes. mameş witî: řołe taze besî çî bê? yarî bike yarî.

em mam û birazaye lew deşte çołeda beser ew ḧewt laşe kujrawe xêr nedîwaneda kewtine şîr û tîr le yek weşandin.

řołe, biřwam pê bike eger biłêm melayekey asman hemû be çawî firmêskawîyewe hatbûne seyrî ew karesate hîç diro nîye û biřwam pê bike. em kuře gence, em pîre nûranîye, ehatin û eçûn. gelê le şêrî birsî tînûtir be xwênî yek, hîç bezeyîyan be yeka ne’ehatewe. sa, çîyan be yek kird, kirdyan.

řoj, wa xerîke teng be kelî řoj’awa heł’eçnê, deme û zerdepeře, xwênî şehîdekanîş wa le řoxî asmana xerîke xoy enwênê. kutupiř cîhanbexiş nirkandî, semsam! řołe! bigre îtir bese. şîrêkî dahênayewe. semsamîş witî mame ha toyş bigre, minîş ełêm îtir bese.

temaşa ke gerdûn îşî çon eka? lew wexteda ke şîrekanyan dahênayewe hîçyan destyan serî nekird û xoyşyan bo neparêzra. şîrekey semsam kewte ’astî miłaşûy cîhanbexiş û le binengiłyewe serî derkird. hînekey cîhanbexşîş serî nekird day le milî semsam û serekey lewlawe kewt. gwêm lê bû kellekey be dem xwênewe witî: «mame çakit kird?» nîwe leşî mamekeşî lewlawe witî: «řołe wa başe»

***

hîç nema, qełaçoyan biřayewe. no term le xwênî xoyana egewzîn. seyrim kird guł’endam çuwe pêşewe lêyan, desesřekey derhêna û çawekanî siřî, yeke yeke, çawêkî pêyana gêřa û hîç wirtey nekird. min çîm be diła hat? witim taze eme řûy da bibê û nebê em kiçe bo min ebê.

řûm tê kird û witim: guł’endam ewî çawit pê kewt taze qewma û řûy da. êste legeł min were ba biřoyn, derkewt ke xwa minî be to dawe to be min.

her ke emem le dem hate derewe ewendem gwê lê bû witî agat le xot bê, ta min kewtime xom seyr ekem be gazî pişta dirawim be zewîda û kiçêk leser singim çokî dakutawe. witî: ha, çonî? witim besme. îtir hesta û witî:

bira! min lem şêranem ke lêre kewtûn. xo dît ke çon bûn? wa ebînî bawik û ḧewt bira û dezgîranêkî wekû semsamim lewê kewtûn. toyş lat waye hengiwînit lenaw şaxa û kiçêkit le lakołana dîwetewe. ba pêt biłêm ême, çi jinman, çi pyawman ta êsta kes piştî nedawîn be ’erza. min ta êsta xomim bo semsam danabû, bełam bawkim bo pare em ketney gêřa. îtir le êste be dwawe xomim bo gił dana.

şîrekey bawkî- ew şîre ke semsamî pê kujra- hełîgirt, ta witim kiçê çî ekey? leser leşekey semsama hênay be milî xoya û beser leşekeda lar buwewe û bo heta hetayî baweşyan kird be yeka. îtir min her ewem bo mayewe lenaw ew deryay xwêneda swarî maynekey xom bûm û bebê ewe dest be hîçewe bidem be şwênekey xoma geřamewe.

êsteş herçende bîrî ew dîmene ekemewe kispe le cergimewe dêt û xuř xuř aw be çawma dête xwarewe.

řołe! eger mamekey byanûy ew şîrbayîye zorey lew cwanemerge negirtaye boçî ew karesate besame řûy eda?