řonezengî ḧemesen

From the Book:
Hemîşe Behar
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 19 minutes  1053 views

gyařeşî behare, małman le awayîy «qedeferLocation»e, seretatkêmane derûyekman lê bibêtewe, tozê ahî sikman lew hemû xêr û bêrî behare, lew hemû mast û do û berekete - ke xwa bew małaney dawe- bişkê. seretay kaspîşe. xom sepanîyekey małî aẍam girt be destewe, pełe genmekey xwar «bineřaneke» bidrûmewe. «xanzad»y xêzanim û çetîwekeş beyanî û êware biçne «řanebêre», meřekanî małî aẍa bidoşin, xêra le hîy êwaran kase mastî sertiwêdar bo berçayîy «wenewşe xan» û destupêwendî ḧeremsera binênewe. «salar»y xizmetkarîşt her be dway gařanekeda hełkut hełkutêtî!. xwa neybiřê nan û doyekî nemir û nejîman lem ḧałewe pêkewe nawe.

xom wa ew genme desewsanî kirdûm, sałîş zuwe, genim hêşta qersîle. her wa lem xem û xeyałeda bûm «ḧemeřeş»y pûrzam kirdî be jûra, sîpałe şiřêk le gułonkî tenûrekeda bû, bom řaxist û danîşt û xêratnim kird. «xaze» beyanî hendê doy hênabuwewe, bom hêna, zor nebû be yek bîn xwardîyewe, ’emer dirêj bê salar nanekey çak eçnîyewe, gyanêkman bew bû. zistan «ḧemeřeş» doyney bo hênabûyn, tozêkî lê mabuwewe bom kirde aw û legeł nana bom dana, xaze û kiçekeş lenaw řan nehatbûnewe.

agam lê bû ḧemeřeş çawî biřîbuwe naw çawim eyewîst qiseyek bika û piřkêşîşî ne’ekird. xo minîş hîç qiseyekim be destewe nîye, qisey çîy bo bikem? qisey deẍił û dan û berecûtekey bo bikem? qisey řon û xurî û ajałekey bo bikem, qisey řayex û nawmałî bo bikem, qisey çîy bo bikem? ewendem zanî xoy negirt, hate qise û witî: erê ḧemesen! min seyr ekem to, be xot û mał û minałtewe şew û řoj şan û qoł ekutin, keçî nantan be do nabê. eme çîye, têm nageyenî?

witim bira! çît têbgeyenim? ewete le ber çawit sał dwanze mangey xwa bemlawbewlada hełpe ekeyn le axrî sała destiman le qingî hemaney betałewe der’eçê.

carê sepanîyekey xom- eger çingim kewê- kełkêkman egrêt, bełam biřwam pê bike dû beşî be heqî bêgar û baredar û çewryesana eřwa, beşêkî emênêtewe ewîş sofî kerîm dêt le batîy heqî şekir û çay çwar sał lemewpêştir werî egrêt û hêşta her binebřîş nabêt. bêcam kird le wextî xoya bayî şeş mecîdî kifin û şekir û çam la hêna bo pirsey cwanemergeke, êsteş wa her nebřawetewe, hemû sałêk şitêkî emênêtewe be selem eyşkênêtewe beserma ta dwayîy sał ebêtewe wekû xoy.

înca qedrê řama û lepaşa witî: ḧemesen! îmsał sałî çake, ełên kwêstanî lacan gyasalimeyekî çakî hênawe, were ta genmekey małî aẍa pê ega biçîn bo gyasalim bełkû şitêkit çing kewê kunêkî pê bigrît.

witim: bira! min qet salimem nekirduwe, hîçî lê nazanim. witî: qeydî nîye min başî lê ezanim. lem qisaneda bûyn xazeş hatewe. ke le qisekanî ḧemeřeş geyşit řûy tê kird û witî: we qurwane bełkû legeł xotî berî, sa çake îmsał be hoy towe bełkû çwar pûlêkman dest kewê.

be xwa nawî xwaman lê hêna û be xazem wit carcar serêkî genmekeş bide, îşeła lepêş qefkirdinya pya řa’egemewe.

be řê kewtîn bo małî ḧemeřeş. lewê twêşû, bêłasin, gařam, teşwê û nwênman hełgirt û çûyn. be çwar řoj geyştîne deştî lacan, seyr ekeyn wa mêrg û mêrẍiwazêke diłê hezar dił ḧeyranyetî.

gya, swar tya win ebê. şineşnî ba, pîre gyay xistuwete kerwêşke, gułî řengawřengîş le beynî gyakana legeł yek çawşarkê eken.

şanman daye ber îş, ḧeram bê xo min hîçim lê ne’ezanî. ḧemeřeş xoy bink bink eybînîyewe û derî ehêna, řojî yekem û dûhem wa, řojî sêhem deme û ’esir koman ekirdewe û emanşordewe û emanxiste ber hetaw. bem core çil řoj îşman kird, îtir minîş çepêkim le ḧemeřeşî pûrzam negeřabuwewe. dyare pyaw ke zordarî beserewe nebû diłî be îş xoşe û le berî exwa.

salime hemû wişk buwewe û kirdiman be dû kołî hecîcî û pêwe nîştîn berew mał. hatîne awayîy şînawêLocation, xwawřasan biřê salimkiřî meraẍeyî lewê bûn. ḧemeřeş witî pareyekî çakman edenê ba her lêre bîfroşîn. ê başe. dey be ewende, ne’, be ewende, daman be şest mecîdî û pareman lê naye tenkey baxełman û pêman lê kird be pişta řuwew hewlêrLocation. minîş her diłim be lay genmekeweye. lewê tozê şiř û şatałman kiřî û be řê kewtîn.

lewêwe çûyne małî ḧemeřeş, şewêk lewê bûm û beyanî bo ewe tozê le kesasîm kem katewe çil mecîdîy le parekey pê dam û be řêy kirdim- xizmî çak çake-, hatmewe bo lay minałekanim, xaze û pîze be pîrmewe hatin, salarî damaw lay galeke bû êwarê ewîş nanekey çinîyewe û hatewe, hemû be xoşî pêkewe danîştîn. ew şiřubřey bom hênabûn ser û loy bergyan lê kird. hewałî genmekem pirsî xaze witî hêşta nehatuwete dirûnewe. boyeş ewende be peroş bûm boy eger firyay nekewtimaye ew çwar qemerîye ke bew kwêrewerîye peydam kirdibû le cerîmeda lêyan esendim. awî zordar sere û jûr eřwa.

***

xaze witî pyaweke êste hawîne, her çon bê be nanî şwanî û doy řanebêrey małî aẍa řa’ebwêrîn, çwar řojî tir zistane leber bê şitî be hîlak eçîn. lem pareye hendê řonî lê bikřîn bo zistanman, ew wexte ser ekeyn be yeka û eyxoyn bełkû xwa derûyekî tirman lê bikatewe. qisekey be tewawî çuwe diłmewe - jinî jîr çen çake -, ewe seyr bû řûm le herke ena bo řon kiřîn gałtey pê ekirdim çunke qet parey pêwe nedîbûm.

xule çerçî hebû le dêkemana, çûme lay, be qat û nîw dû batman řonî zengim lê kiřî be hîzekewe. dergay hîzeke be ḧał ehatewe yek, pêwe nîştim û hênamewe. xaze xêra hesta ewendey tir dergakey tund kirdewe û birdye piştîreke- piştîrî çî? jûrekey xoman bû, be topełe quř tîẍeyekman nabû nawman nabû piştîr- hendê «qul wełła û bîsmîlla»y besera xwênd û nawî zistanî lê hêna. çwar metalîkêk le pareke mabuwewe, her leser qisey xaze sê bizniman pê kiřî, lewlaşewe genmî sepanîyekem destî hênabû be xoya, le hemû awayîy qedefera be pence hîşaretî bo ekira. îtir ha be tewawî humêdêkim peyda kird û witim ya řebî şukir, xaze! xwa lay merḧemetî lê kirdûynewe, ewe řonî zistanman xistote jûrewe, dû sê biznîşman heye, genmekeş çakî hênawe. îtir seẍłetî nabînîn. biřwa bike xom û mindałekanim řeng û boyekî tirman hełhênabuwewe.

***

çend řojêk boy ḧesamewe emca genmeke hate dirûnewe, bexwa şanim lê tund kird, zorî bê neçû lewpeřyewe derçûm. małî aẍa xoyan şeş gay bê’îşyan hebû, şeşî tirîşyan be suxre le awayî bo hênam be yek dû řoj gêrem kird. mayewe ser şen. ba, le asman biřa, sê řoj be layewe desewsan danîştim, xway to kirdî şemałêk hełîkird, pelamarî pîre genmim da, hêzim daye xom, şenim kird û xerman sûr bû. «kew»m bo hêna û çaweřêy serkarim kird, xerman hełgirê, minîş beşe sepanîy xom bermewe, sofî kerîmî pê le koł kemewe.

ewendem zanî «s. aẍa» xoy hat bo ser xerman û gałî da hemû genmekeyan bar kird bo ’emar û řûy tê kirdim û witî: řołe ḧemesen! îmsał genmekanî tirman neyanhênawe, xoyşit ezanî mîwan û hatuçokerî dîwaxan zore, ba genmeke berin bo ’emar, to xot her care were le dîwaxan nan bixo. witim qurban genmim bo nan nawê, bo qerzî sofî kerîme. egîna le sayey serî towe nanî gawanîyekey salar beşman eka. witî ha, «sofî kerîm» pyawî kwêye? řû bika bem dêyeda ewî fezî’et bê pêy ekem.

wełła bo xoy ew genmî xoy hemû lê barkird û minîş be henasesardî geřamewe kawilbuweke, hemûm bo xaze gêřayewe, xazey besezman her çuwe tasewe.

bo beyanî sofî kerîm bîstibûy genmî «s... aẍa» hełgîrawe, ewendem zanî le ber derga peyda bû, be fîzêkewe bangî kird: erê ḧemesen! nazanim to ta key em hatuçoye be min ekey? îtir bes nîye? tikat lê ekem îmsał ba destiman le yeqey yek bibêtewe, bîstûme beşe genmî îmsałit zor çak buwe.

minîş be pîryewe çûm û siławim lê kird û witim: bexwa sofî! ewî řastî bê hîçim nîye, pareke bişkênewe bo sałêkî ke. małî aẍa îmsał genmyan kem bû, beşekey minîş kiraye ’emarewe, biřwaş nakey biço bo dîwaxan. seyrim kird sofî kerîm řengî sûr hełgeřa û witî:

ḧemesen! em segyetî û qumarbazîye çîye? çawit der’ekem her êste lêt estênim û řoyî bo dîwaxan. witim başe êsta aẍa řazîy eka.

min lem wituwêreyeda bûm ewendem zanî «sime»y gizîr peyda bû, witî heste aẍe bangit eka: ya řebî çî bê? wekû kêç řapeřîm û berew dîwaxan bûmewe. ke aẍa çawî pêm kewt witî: erê ḧemesenî segbab! parey em musułmane bo nadeytewe, hemû sałê em ’ezyetey ber exeyt? witim qurban! min her sałî heweł pêm dawetewe, wa her sałe be geř şitêkî ehêłêtewe û eyşkênêtewe be serma, ke sał be ser çû ebêtewe weku xoy. îmsał hîçim nîye, hemû mayey destim genmî sepanîyeke bû, ewîş małî aẍa nanyan kem bû witim ba le dîwaxana bixurêt. sofîş parekey ba bişkênêtewe, sałêkî ke serî ḧasłat hemûy edemewe.

ewendem zanî «s... aẍa» herdû çawî peřîye tewqeserî û witî: segbab! minet û şabaşim besera ekeyt, êwe key şittan buwe, segî wekû to çîye genim bikate ’emarî minewe, ca were pyawetî legeł em segbabaneda bike. be xoy û mał minałewe byanxere îşewe. ke îşêkîşt pêyan ekewê dwa carî des eken bem gûxwardine. to îmsał be qeder cûyekit pare peyda kirduwe, lew pareye qerzî xełkî bo nadeytewe? a biço, sime, biznekanî bêne û bîde be sofî ba lebatîy heqî xoy hełyangirê, segbabe řanim bo pêkewe enê řan. simem sime bû, xêra řapeřî, çû sê bizne geřekey daye pêş xoy û hênanî lewê qebłanyan be şeş mecîdî, hêşta le pareke sê mecîdîy tirî mayewe, ewîş bo sałêkî ke. herçend dad û feryadim kird xo hîçî kełkî nebû, sê çwar şeqî sime gizîrîşim xward û geřamewe bo małewe.

êwarê dahat, salar nanekey çinîyewe û hatewe, ser û parûman quzłiqurit kird, xaze leber qułpî giryan paruwekey bo ne’eçuwe xwarewe, daye pirmey giryan. ewî řastî bê êmeş hîçman xomanman pê řagîr nekira, têkřa destiman kird be giryan, bełam sûdî çî bû. bew giryanewe serman kirde ser serînî meynet. beyanî seyrim kird sofî kerîm dû bizin le biznekanî dawete pêş xoy û çuwewe bo şar, zanîm biznêkyanî bo dîwaxanî aẍa be cê hêştuwe.

***

sał direnge, hîç karukaspîyek nemawe bîgirim be destewe, destew’ejno danîştim, bełam her care emut çake, şukir řonekeman heye, em zistane minałekanî pê beřêwe ebem, ajałîş wişkî kird, xaze her hatuço û gewřderdanekey bo emayewe. hatme ser ew baweře witim bem zistane biçim bo kwê, hîç derûyek şik nabem, serman kiz kird û danîştîn.

beyanîyek ewendem zanî xaze qîjanî û be herdû çepok berbuwe serupotełakî xoy. kiçê çîye? ḧemesen! bawanwêran! řonekeyan dizîwe. tif le demma wişk bû. řapeřîm, ke çûm seyr ekem şewê dîwarekeyan kendotewe û hîze řonekeyan birduwe.

wekû şêt kewtime awayî, ḧemeřeşî pûrzamim tûş bû. kuře ewe bo ’ewdałî? be qurbanit bim çîm lê ekey? le parey gyasalimeke dû batman řonim bo zistanî minałekan kiřîbû, wa îmşew dizîwyane. kuře hîze nekey! min êsta tûşî miçesûr bûm hîzey řonî pê bû, řuwew girdî tepeşîn çû, bibê û nebê hînekey to buwe.

řast xoyetî.. bam dayewe bo małî «s... aẍa».

- le dewrî serit geřêm, le demî xom û minałekanim gêřabuwewe, dû batman řonim bo em zistane kiřîbû, wa êsta lêyan dizîwim, kesîş dizî min nîye miçe nebêt.

ha, ewem le bîr nebû, her ew wexte řam kird bo tepeşîn, seyrim kird le dûrewe wa miçe lewê tê peřîwe û řuwew awayîy banîşar eřwat.

be xwa aẍa pya hat: segbab. hîze řon da’enêy û małî xełkî exoy? ke pyaw îşêkîştan pê bika qyamet heł’esênin, ke têştan gîra pelamarî mał aẍa eden. biřo gum be le berçawim, miçe pyawî dizî nîye.

destim lewêş gîr nebû, ḧemeřeşî pûrzamim hełgirt û çûyn bo nuxtekey banîşar. candirmeyek le nuxteke bû, çûme berdemî û witim, qurban hîzeye řonim buwe, miçe dizîwyetî û êsta lem awayîyeye, hatûm şikat ekem. be xwa ewîş řapeřî, ha, le kwêye, lekwê nîye? kewte tekim, xwawřasan le ber kanîy jinana be hîze řonewe tûşî miçe bûyn.

- ha kuře miçe ewe çîye pêt?

- hîç nîye, řonî xome!

- wa ełê řonî xome.

- qurban řonî xomey çî? xule çerçî şayetme ke ew hîze řone hîy mine.

řapêçyan dayn bo nuxteke û înca hênay îfadey lê wergirtim ke ew hîze řone dû batman řonî têdaye hîy mine û em pyawe dizîwyetî. îfadeşyan lew wergirt ke řonî xoyetî, be byanûy ewewe ke nextêkî tir xom û îfade û hîze řon û miçe ebat bo lay «s.. beg»-

me’mûrî gewre- kirdimye jûrêkewe û dergay leser daxsitim. witim eme çîye? min małim dizrawe ḧepsim le çî?

zorî pê neçû dergayan kirdewe û pelyan bestim, miçeşřonekeyan pê hełgirt û birdînyan bo małî «s... beg». lewêş dîsan candirmeke xistimye tewîlekewe û xoy çû bo lay «s... beg». îtir nazanim miçe çîy lê hat. destîşim tung şetek dirawe, wexte çawim derêt bo sebîlêk. lem hatuçuweşa ḧemeřeşî pûrzamim her legełe, baş bû ewyan ḧepis nekirdibû. ewendem zanî le kunî tewîlekewe serêkî kêşa û witî: ḧemesen! her çon buwe xot řizgar ke le çingyan, em řonet newê, axrî lewaneye tûşî ḧepsêkî ziltir bibît.

ke gwêm lê bû hîçim le bîr nema û witim: ḧemeřeş mirdim bo sebîlêk, çîm lê ekey? her lewêwe sebîlekey xoy piřkird û day gîran û be her cor bû minîş demim bo bird û nay be demmewe. destim besrawe, sebîlekeş tozê qurs bû, be lêwim řagîr ne’ekira, «keme»keym le dîwareke tund kird û yek dû mijim lê da. lew kateda dergake kirayewe, candirmeke kirdî be jûra. ha, segbab, to le ḧepsay sebîl ekêşî, kê boy hênay? be şepezîlle hate wêzem. witim ya řebî şukir, êste min çîm kirduwe wa tûşî em sizaye hatim? ke le lêdan buwewe damye pêş bo lay «s.. beg». çûyn le berdemî bega řawestayn, miçeş lewlawe zîtey çawî dêt û bize eygirê.

***

xwa heqe, beg be tewawî xoy amade kirdibû bo pirsyarkirdin, hîç nekokî û bemlawbewlada bełẍemî fiřê neda. cwan cigereyekî ’elmodey be lalêwewe bû, kiławekey serî be lay řasta eyřiwanî, leser ’eskemîlêk leser la terafey çep danîştibû, enîşkî dabuwe ser darî ’eskemîleke, pencey be dewr çenageya gêřabû, mêzêkîş le berdemya bû, hîze řonekeş lewlawe danrawe.

çawî tê biřîm û witî: ha, kuře kabra çîye? witim qurban hîzeye řonyan lê dizîwim, êste be serim kirduwetewe, lebatî çingkewtnewey em sizaye ekêşim.

beg řengî şîn û mor hełgeřa û witî: segbab «intiraz: î’tirazArabic» egrî le îşî ḧukmet, ey ême bo lêre danîştûyn, taqîq le îşî çwar segbabî wekû toda nekeyn be çwar řoj ew ’aleme eřûtênnewe û hemû małyan eken be małî xotan.

witim qurban małî xełk xwardinî çî? min wa hîze řone lewê danrawe, xule çerçî şayetme ke dû batman řonî têdaye û hîy mine. înca řûy kirde miçe.

ha, miçe to ełêy çî?

qurban biłêm çî? hîze hîzey xome, êste em kabraye ełê dû batman řonî têdaye, emir bike em hîzeye bikenewe û bîkêşin, eger dû batmanî têda bû wa hîzey ewe û çîm lê ekey lêm bike, xo eger têşya nebû ew wexte xot ezanî çîy lê ekeyt. hemû ew hîzey mine mesîneyek řonî têda nîye, êste çon em daway ewe eka ke dû batmanî têdaye? bîkenewe û xot be çawî xot qurban seyrî ke.

-ey xo minîş kwêr nîm wa hîze danrawe le berçawim tun buwe, carî heweł xaze çon bestûyetî girêkeym çaw lêye-.

beg witî temaşa ke qisey maqûł çon xêra eçête diłewe. minîş le xwam ewê bo şitêkî wa. têy xuřîm biçim derkî hîzeke bikemewe. destim besrawe, natwanim, wełła candirmeke karî řaz bê şetekekey destî kirdimewe û çûme ser hîze řon, her le dûrewe wexte bû boy şêt bibim, pelamarim daye řastî kemewe bo ewe ke eykemewe neřjê. seyrim kird zor sûk hat be destimewe, be çawîş wa dyar nebû, witim ya řebî eme çî bê?

ke kirdimewe wekû derben baseře, ba, le dergakeyewe gêjî xward û hat be řûma, xom lada egîna ketnêkî pê ekirdim. seyrim kird hîze řon piř çingêkî mayewe be destimewe. xêra lewlawe miçe hełîdaye... ha, qurban řast û diroyîman derkewt. begîş ke emey dî agirî tê berbû witî a dey têy hełden, em segbabe, qet şitî wa buwe to be aşkira małî xełk bikeyte hîy xot? xo herçî feryadim kird hîç parey nekird, pelyan bestimewe û dîsan le tewîlekeyan tund kirdimewe.

kewtime naw deryayekî lêkdanewewe, xwa, eme çî bû tûş bûm? zor ełhay sebîlêkîş ekem, ḧemeřeşîşim berçaw nakewê.

ełêm ew şewe xewm lê kewt, îtir ne nanê, ne awê. hîç. beyanî çêştengawêkî direng dergay tewîleke kirayewe, candirmeke peyda buwewe û witî heste segbab! heste! minîş řapeřîm, çûynewe bo berdemî «s.. beg». temaşam kird kwêxa fiłamerz û ḧemeřeşî pûrzam lewên. kwêxa fiłamerz řûy tê kirdim û çakuçonîy legeł kirdim, pêy witim řołe wa tikam le «s.. beg» kirduwe lêt xoş bê, toyş do’ay xêrî bo bike. înca «s.. beg» witî: biřo segbab, biřo! carêkî ke geř be kesa nepêçênî, leber kwêxa fiłamerz nebwaye dû sał le bendîxane ebwa bitlaytayewe.

cendirmeke destî kirdimewe û legeł ḧemeřeşa hatîne derewe. cendirmeke şwênman kewt û bangî kird: ḧemesen! bo min xizmetkarî to bûm em hatuçuwem kird? be lałan û pařanewey ḧemeřeş dû mecîdîm pê bû, daye û le koł buwewe.

wexte bû kwêr bibim bo sebîlêk, xêra sebîlêkim tê kird û şayetmanêkî be heqim hêna û çûyn bo małî kwêxa fiłamerz, zorim birsî bû. kwêxa jin pyawane nan û qerewaneye nîskêney bo danayn, têrman xward. lew wexteda kwêxaş hatewe û danîşt û witî: ta be şeş mecîdî «s..beg»m řazî kird qîr sipî bû. tumez eme ḧemeřeşî pûrzam penay bo eba û tenha şeş mecîdîy pê ebê eydatê. îtir maławayîman lê kird û beder kewtîn berew mał.

înca ḧemeřeş le řêgeda têy geyandim witî: baram boy gêřamewe ke eme małî «s.. beg» řonyan nemabû, bîstibûyan ke to řonêkî zengî çakit hebû, miçeyan narduwe dizîwyetî û birdûye bo nuxteke. lewê candirmeke hendêkî lê řo kirduwe bo małî xoyan û hîzekeyan fû dawe, minîş le pişt qapîyekewe gwêm le dengêk bû eyut řonêkî zenge, bełam çî ezanim ke em fêłeyan le jêr seraye.

paş ewe eçin bo małî «s.. beg» ewîş dû beşî lê řokirduwe û dîsan hîzekeyan fû dawetewe, baqîy tirî ewe bû ke xot be çawî xot bînît, ewîş bo miçe, heqî ’ezyetekey.

witim de xwaye hełînegrî em dewr û dukane.