cût û ga şitêkî çake

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  475 views
le basî her şitê pya řageyştîn ême nûsîman
îtir ba bêynewe ser basî cûtyarî û zewî kêłan
le payzda xerîkî cût û tow çandin ebî ta ser
le małî xot enûyt û bê ’ezyet awî eda baran
le cerde û diz bedûre, qet metirse hîçî lê naye
le hawîna le paş dirwêne, bêyte ser xele û xerman
were to pêgeyştûy wextî hawînîş temaşa ke
wekû bamye û temate, kałek û lobya û bayncan
cige lew pareyey xawen zewî eyxate gîrfanî
beřastî xizmetêkî zor eka, bo hawłatîyekan
kełeme û nîr û hewcařêk û cûtê gay leř û bê feř
îtir desmayey nawê, wekû dukanî bazirgan
beqałî û em şitane hîç nîye ke wextê nabût bû
le baxełya ełê espê goranî sewzełê tom gyan
zewî û zar dewłetêke namrêt û qet lenaw naçê
feqîr û dest neřoyîw nabê qet, xawenî deẍił û dan
bînaẍey dewłemendî her be cût û ga ebê qaym
be cût û ga ełên, ’erz hełdiřîn û pare derhênan
tikatan lê ekem lem îşeda ta pêşkewn çake
bełam dûbare pêwîste ḧikûmet bête yarîdan
le basî tûtin û kiřyar û ladêyîş binûsim ba
ke parey pê bwê, dêt û hezar řupye eba zistan
beharê sed dêraw tûtin ekat û wazî lê dênê
ema tûtin çi tûtin, wird û pîs û bê geła û kêşan
weç û dark zyatir nawî tûtin bê be toy nada
hemû her dar û berd û zibił û pûş û qişpil û êsqan
biçît û pêy biłêy ew tûtne batmanî çend yêjê:
«be sê lîrey ’ecemîy kemtirî nadem besed qurḧan»
le erzî wişk û řeq, tûtin peyabê û waşî bifroşin
kewabû ba hemû dest keyne, cûtyarî û zewî kêłan