peçe

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  716 views
gwêm le nałînî kiçê bû, dwênê eylawanewe
wa be isîr û be soz eyut, diłî etwanewe
deng û řengî wa nebîstirawe û nebînrawe le kes
kone qetmaẍey birînî naw diłî ekulanewe
eyut, em řûpoşe tenya řûy nepoşîwîn û bes
řûbeřûy xoman, ḧiqûqî nayne naw nisyanewe
qet nebû řojê be serbestî ḧeqê dawa bikeyn
bo beşî xoman biçîne saḧe û meydanewe
ewel û axir, xetay em řûřeşey řûpoşe bû
bû be man’iman, ne çûyne komełî pyawanewe
daygirin tuxwa fiřêy den, bîxene tendûrewe
ḧeyfe řojî řû, enêne naw şewî deycûrewe
zułmî em ẍedare bû, ḧukmî musawatî nehêşt
cinsî êmey xiste ḧałêkî le pyaw pařanewe
bo beşî ême kifin bû, wa le dinya û axîret?
lêre řeş, lewla sipî, bibřê be bałamanewe
ḧez ekey pirse, le pîran û le pêşînanî xot
kê peçey dîwe be řûy xatûnî kurdistanewe
key peçe bote sebeb, bo ’îfetî cînsî letîf?
kafrî dił tîre, dexlî kwa beser îmanewe
daygirin bîgirne naw xotan û dewrî lê biden
bełkû bîbînim be çawî xom, be řoḧ kêşanewe
lay berin tuxwa, fiřêy den bîxene tendûrewe
ḧeyfe řojî řû, enêne naw şewî deycûrewe
komełê bigirin le dewrî, elweda’î lê biken
nawî ba biřwate naw lafawî em nîsanewe
bîxene tabûtewe, bînên be şanî ’ezmewe
bîxene qebrê, be lûtkey girdekey seywanewe
tobe bê yařebî, defnî ew lewê ca’îz nîye
bîxene çałêkî qûłî, girdekey gawranewe
meclîsêkî matemî bo dabnên û yek beyek
werne te’zêkey, bedłixoşî û beřûy xendanewe
em sikałaye, be fîkir û şî’rî «nûrîPen name» tê megen
ew kiçe deng xoşe bû, eyut bedem giryanewe
daygirin tuxwa fiřêy den, bîxene tendûrewe
ḧeyfe řojî řû, enêne naw şewî deycûrewe