hawar le des malîye

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 3 minutes  487 views
le ḧałim ger epirsî, řoj û şew, mebhût û ḧeyranim
le beḧrî warîdat û mesrefa, ẍerq û perêşanim
be řoj da’îm xerîkî cedwel û cem’î ḧîsabatim
beşew xew xo nîye, xulya zedey îşî sibeynanim
be mesref her řezamendim, wezîfey xome pêm xoşe
ḧîsabî warîdatîş taze wa hatuwete ser şanim
le teḧwîlatî xarc ’aczim, daxil beher sûřet
be mîm, ḧê, bîst û dû řazîm, le des cem’î perêşanim
le tewḧîdî ḧîsabatî qezakan hênde bêzarim
egate ’erşî e’la boçrûkî cergî biryanim
le azarî nîha’î û mulḧeqî hergîz mepirse lêm
xuda dûr bin, le azarî hemû xwêş û ’ezîzanim
gehê meşẍulî dukum, geh xerîkî cedwelî sulfem
demê damawî sehûy cem’ û tenzîlatî nîsanim
le axir merḧeley tenzîmî ewraq û cedawilda
çil û pênç ferq eka, îcmalî şehrî, çî bê? nayzanim
dekewme beḧrî bê payanî erqam û teqellawe
were emca temaşay ḧelwelay mêşkî besezmanim
tumez ’eksî řeqem şanzey be şest û yek nîşan dawe
kewa gêjî tirazawî desêkî sehu û nisyanim
eger baweř efermûy şew le xewda takû sibḧeynê
le êstawe xerîkî nardinî ewraqî nîsanim
be řojî cum’e xełkî wan le bezim û ’uşreta da’îm
keçî min her xerîkî dukum û cem’î yekunanim
be şew çaw hełbiřim, îcmalî şehrî dête ber çawim
ke çawîş danewênim, komełê erqame mîwanim
hemîşe bilbilî teb’im, enîsî ẍunçe bû ewsa
keçî êstake cedwel buwete gułzar û gułistanim
be sed «azin alqibizArabic» kom kirdewe neqdî xezêney jîn
be îznuldef’ê, serfim kird hemû neqdî dił û canim
le ẍeyrî madeda neqdî ḧeyatim, sebtî defter bû
be te’dîlê meger destî qeder řêkî bixa jyanim
le ’umirim sehûy serfyat eger tenzîl bika êzed
be sulfey dabnê û îradî bo bênê le ḧîrmanim
le qeydî na’umêdî şetib eger bikirêm û têpeř bim
beqayay bed nemênê bo beqîyey mûdetî manim
becarê ebmewe ew bilbiley eyût le gułşenda
çemê hêlaneme bo ta’îfey guł min ẍezelxiwanim
eger bê sałî malîyey ḧeyatim têpeřê ewsa
nîye îmkanî îsłaḧatî sehûy qeydî ’îrfanim
be te’dîlîş cewazî nadrê, tesḧîḧî řaburdû
be naçarî le ’eynî deftera mecburîye manim