nabînmewe qet lêre yekê yar û wefadar

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  396 views
nabînmewe qet lêre yekê yar û wefadar
ḧeqme ke ebînim le şewa xew be melawe
her derbeder û nefîye, ewî sîretî çabê
eyqoznewe kirdewey bed be hewawe
însanî wekû ’ebde, le koy dest ekewê ax
naydozmewe herçend bigeřêm boy be çirawe
ew şexse kewa lamî qełew lay wekû «řê»ye
pîrêke be şew hîmetî şewkêł bedwawe