naçim bo beẍda

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  389 views
heta pêm bikirê naçim bo beẍdaLocation
le beẍda diłim hîç nakirêtewe
ba hezaran řoj pêkewe jyabin
dostî xot lewê natnasêtewe
ba xisûs hêłê gewrey kirdibê
nayewê konî bîr kewêtewe
çawî pêt kewê, diłî têkeł dê
le řabûrdûy xoy qêzî dêtewe
eger bizanê to eçî bo lay
ew řoje ew xoy eşarêtewe
ełê newekû, xuda nekerde
îşêkî bibê û bipařêtewe
ya bo te’înê, ya bo terfî’ê
hatbê le min, bilalêtewe
feqîrê biçê, bo lay wezîrê
me’nay bo ew çak, lêk nadrêtewe
nazanin řojî, awaş ebînrê
te’rîx bo dwawe, bigeřêtewe