bo ahengî komełî zanistî kurdan

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  487 views
em îctîma’e bo mehî ’îzzet bera’ete
bo qewmî kurd, nîşaney subḧî se’adete
buẍiz û ẍerez, nîfaq û ḧesed, kîne û şiqaq
bûnî felaketêke, nebûnî selamete
bo mîlletêkî mubtedî yek bûn û itîḧad
esbabî î’tîla û tureqî û ûxuwete
mîllet eger biław bê, wekû ardî naw diřk
asarî înqiraz û beła û musîbete
buẍiz û nîfaq, mucdî zulil û tedenîye
şoř û şîqaq, meḧferî enwa’î zîllete
bo î’tîlay qewm û tereqî wiłateket
terkî ẍerez, ’elamey qedir û fezîlete
bem îtîfaqe řojî se’adet tiłû’ eka
em îḧtîfale, cejnî te’alî û fituwete
em îctîma’ û komełî yek bûne ta ebed
bo řef’î îxtîlaf, emînim, nîhayete
fermû direnge dest bidene destî yektirî
mîllet be dił ke yek bû, bînaẍey bequwete
«zanistî», mafî kyanî be cewherî ’imûmewe
besrawe bem cema’etewe, řojî hîmmete