şî’rêkî natewaw

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 5 minutes  625 views
dewrî bogen û pîsî řaburdû
hoşî tałan kird
zemanî şe’b le’net lê kirdû
dunyay wêran kird
însanyan bezor keřukwêr ekird
şit bedî neka
be zille nawî demî swêr ekird
nawî kes neba
temaşakirdin, gwê girtin, witin
ḧeram kirabû
yekê lemane bes bû bo girtin
beqanûn wabû
gwê keřîy, kwêrîy, zuban besrawî
bezor beławe
bû benexoşî le hezar lawe
kewte naw dunya
behoy mîkirobî bîrî çewtewe
sarî bû, xełqî zor lê kewtewe
jyanî naye tefir û tunawe
beşeq têhełdan
ebînî ’alem kiz û damawe
bezebrî lêdan
çaw îşî çîye?
temaşakirdin
tarîk û řûnak
kełkî gwê çîye?
deng û bas bîstin
hî xirap û çak
casûs wek ta’ûn kewte dunyawe
le her çwar lawe
xermanî jyanî da bedem bawe
be dan û kawe
zuban bo çîye? bo qisekirdin, bo îşî çake
keçî emane ho bûn bo mirdin
lewaney pake
tawanî witin êcgar giran bû lejêr derçûnî
cezay asanî naxî zîndan bû
ew nexoşîye çil sał mayewe
lenaw wiłata
hetaku ehat etenayewe
wek giraneta
sê endam eygirt le leşî însan
yekem çaw eygirt, dû gwê, sê zuban
çaw ney’ebînî hênde nûqabû
bedem darewe
gilêne û pêłûy awî têza bû
be’azarewe
serê dê, çawî sûr hełgeřabê
řû bebûnîyewe
neçû herweku qyamet hełsabê
boy ehonîyewe
eyût fiłan kes cergî sûtawe
bîstuwêtî fiłan îmřo gîrawe
le beẍda dwênê fîsar xinkawe
mat û xamoşe
seyrî çawim kird, dyar bû giryawe
zor beperoşewe
befirmêsk pêłûy çawî sûtawe
hênde giryawe
becarê bendî cigerî biřawe
hoşî nemawe
eyan birdît û ḧepsyan ekirdî
bezorî lêdan
leser piştî xot şeqyan ekirdin
benînok kêşan
zor lem îşane mebest dînar bû
kobkirêtewe
qazancî řojî gelî hejar bû
tya bitlêtewe
xełq ta êware eçrûsayewe
heta dû ḧefte
wirde be dînar egořayewe
ekira besefte
eybird bo xanim zehrî marî ka
leşeq têhełdan
sed dewłemendî lat û feqîr kird
le şaristana
hezaran lawî behêzî pîr kird
lenaw zîndana
em nexoşîye çil sał mayewe
herwek seretan
hetaku ehat etenayewe
bê dawu derman
kam diktorî çaw, diktorî çabû
biçûytaye lay
êşî çawit le lay, teraxoma bû
way tefre eday
qetrey edaytê bo teraxoma
le qetrey berlîn
teraxomay çî, bedes nûqabû
destî asnîn
bo gwêçket eyût, her çîlke û pîsîy
becorêkî wa
berî girtuwe, to hîç nabîstî
bişorê eřwa
gwêçke kip nebû, bezor gîrabû
be zille û be şeq
lokey keř bûnî tê axnira bû
wek deway řeyneq
řwanîn û bîstin, nûsîn û witin
weku nebûbin
becorêkî wa yasaẍ kirabû
lepyaw, le jin
leser her yekê lem tawanane
be’emrî naḧez
sed pêstî leser debaẍ kirabû
bebê tirs û lerz
emzanî bergey lêdan nagirim
betozê azar
bedarkarîyekî nîweşew emirim
wek befrekey par
zaten beynê bû fesił kirabûm
lenaw birabûm
bo bendîxane zû danra bûm
nawnûs kirabûm
xêrewmendêkî ḧeqnasî diłsoz
nextê le sała
pyawêkî çakî, diłpakî pîroz
kirdî bemała
lexew hełsabûm berî beyanî
bemîwandarî
hat û begwêma, nextê çirpandî
bo amojgarî
witî: şew tenya meřo beřêda
polîs egeřê
segelî xwêřî zorin le dêda
bexełq eweřê
legeł însana segel naḧezin
eme me’lûme
bo bexořayî laqit bigezin
bem wexte şûme
amojgarîyekî řêkî wa beřê û becê
bebê giftugo
kirdim begware, name peřey gwê
nemda befîřo
îtir min le mał nehatme derê
her le małewe
danîştim, polîs bo abřûm berê?
bedem pałewe
em nexoşîyane awa sarî bê
bê dewa û derman
her kesê girtî derdî karî bê
ta espêrê gyan
emca to bî xwa çon min bwêrim
ke destubird kem
le lûtkey wa berz bêm xom hełdêrim
milî xom wird kem
be kwêrewerî, behenasey sard
damaw û ẍemgîn
legeł em dewre bem core řambiward
bê hêz û bê tîn
ta xuda ’ebdulkerîmî řexsan
wek şêrî meydan
telîsmî qełay dêwekey şikan
binçîney řûxan
hêlaney şûmî bûmî hełweşan
bedařûxawî
gyanî kundebû hemûy hełfiřan
bebał şikawî
beser dunyawe nasûřêtewe
ta şe’b mabê
bibřay bibřay qet nageřêtewe
heta hetayê
êsta zubanim teř û parawe
besrawî nema
wek caran kipî gwêçkem nemawe
gîrawî nema
betema nebûm, řojê bêtewe
hetaku mirdin
bîrî caranim bigeřêtewe
bo şî’ir witin
«heres û lafaw» binûsrêtewe
bê tirs û bê lerz
be’awatî berz bixiwênrêtewe
bê gwê le naḧez
dengêkî wa bê bilerêtewe
wek dengî huzar
ke çon le gwêda eziringêtewe
le xoşî behar
ey ’ebdulkerîm řołey nîştîman
serokî emîn
herwek telîsmî qełaket şikan
behêz û betîn
dey bo pêşewe, hengaw dabnê
ême hawřêtîn
her serew to pêy beser dabnê
ser lejêr pêtîn
dey bo pêşewe, kurd heta heta
herwa legełta
bo berizbûnewey weten hewł eda
ser le jêr pêta
minîş jyanim, hestim, hełbestim
herçî ke heme
hemûy binême ser berî destim
hêşta lam keme
eykem befîday řojî azadî
serbest û diłşad
bo ewey bijî gelim be şadî
bê tirs û azad