geracî nawşar

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 12 minutes  732 views
geracekanî naw şarî
dergay daxist be zordarî
emrî derkird le ser ta xwar
gerac bibrête, qerax şar
paş dû sê řoj daxranî
xawen gerac ney’ezanî
řûbkate kwê bo em kare
em derde çon ekirê çare
xêr xwahê çuwe layan
pêy witin gelî biraderan
îşêke taze řûy dawe
her le êwe neqewmawe
lem new’e her řojî carê
wek bextebaran ebarê
îş pêk naye be dojdaman
tedbîr pêwîste bo firman
hełsin biçin bo lay xanim
îşî giran, la asanim
kam îş zor qurs û girane
lay xanim zor zor asane
kam îş girantir firmane
muḧtacî yek serqebłane
fikirtan hîç muẍber nebê
îş nîye lay meyser nebê
hełsan çûne lay xanim gyan
serî xoyan cwan cwan qebłan
dergay gerac kirayewe
gerac le cêy xoy mayewe
dest û terazût xwatewe
xwa zû bo xoy bitbatewe
mîwandarî û çeresî xanim
xanim dełałî xoy hebû
hemû řojê beyanî zû
ey nard bo naw şar bipirsê
kê şitêkî lê hełdesê
dełał eçû exulayewe
małêkî bo enayewe
xeberî enard bo małyan
ke bo pirsînî eḧwałyan
xanim îmřo, paş nîweřo
teşrîf ehênê bo lay to
mîwandarîyeket becê bê
ḧez naka bêganey lê bê
jin ekewte şîn û zarî
pyaw nîşte deryay ẍembarî
herdû egryan eyan wit
beła besermana barî
çunkî zor baş eyanzanî
cêye biçê be mîwanî
ew małe baş wêran ebû
qerzarî sed dûkan ebû
wityan małman bequř gîra
çareş nîye «îna lilhArabic»
dîdenî em wek kes nîye
pîpsî kolaw çeres nîye
mîwe, çiklêt, şekerleme
bo mîwanî nirx keme
çeresî em şahaneye
serperçem û gerdaneye
ya bazin, ya pawaneye
destê cilî kurdaneye
ḧêl û mêxek, lagîreye
piştênî pêçke lîreye
te’lîmatî bo der ekira
bepêy wezîfe da’enra
heye piştênê heł’egrê
heye bebaznê emrê
řî’ayetî emey ekird
bewîcdan bû xwa hełnagrê
çeres bepêy des kewtin bû
le zor zor, kem kem wîstin bû
lemaney bo danenraye
bekeyfî xoy hełnestaye
way beḧałî kabray feqîr
herdû pêy ekewte zincîr
îşî tewaw ałoza bû
pitî lekend, řûy le «ba» bû
dest û terazût xwatewe
xwa zû, bo xoy bitbatewe
qesabekan û giran kirdinî goşt
qesab le sed û şestewe
goştyan kird be sed û heşta
paşa le kirdewey qesab
wek ’elîşîş řiqî hesta
polîsî nard bedestu bird
qesabekanyan celeb kird
hemûyan becarê gîran
paç û bêł diraye desyan
nardinî bo kirêkarî
bo quřgirtinewe û berdikêşan
qesab zor baş eyanzanî
îş sernagrê be’asanî
nardyane xizmet xanim xas
bo ’erzî şukirane û supas
pêy wit, herçî biłê xanim
eyxeme ser řoḧ û gyanim
bifermû qesabekan berbin
mehêłe tûşî zerer bin
řêkewtin û serî qebłan
mijdey hênayewe boyan
xanim telefonî hełgirt
paşay hênaye cirit û firit
pêy çonit wit řêkewtin
xot çendit wîst lêm wergirtin
qesabyan birdewe sera
çûne jûrê bo lay paşa
řûy tê kirdin, weku bira
witî îştan teḧqîq kira
řaste ḧeywan, zor girane
em zyad kirdine ḧeqtane
hera bo sed û heşta bû
bedû sed ber beřełła bû
le batî bîst, çilî çuwe ser
swarî paşa bûn weku ker
qesab eyanût becarê
em zemane xêr ebarê
kê bîstûye kirêkarê
paçê lêda be dînarê
dest û terazût xwatewe
xwa zû bo xoy bitbatewe
şa’îr û xwêndewar
le nizîk bê, ya le dûr bê
şa’îr ebê, ba şi’ûr bê
benaxoşî giryanî bê
bexoşî şad û mesrûr bê
bełam giryanî em şî’re
kuřûzanewey be fîkire
be aşkira ya be dizî
çak û xirapî herçî dî
wek kamêra eygirê zû
çapî eka û eyxate řû
tał û şîrîn herçî noşî
xoşî bînî, ya naxoşî
ebê bête ser zubanî
bîxate çwarçêwey cwanî
be şî’rî xoş û řewanî
kameranî, perêşanî
ḧał û wez’î nîştimanî
heta heta, heta manî
biłê û bîka be şî’rî cwan
bê mandû bûn, bebê wiçan
em şî’rane le çap edrê
le çap nedrê, leber ekirê
. . . . . . . . .Missing
ye’nî namrê
bedîmenî xoş û naxoş
pêkenîn û giryanyan bê
em giryan û pêkenîne
em şayîye, ya em şîne
be hełbestî řêk û řewan
bîxene berçawî cîhan
eme ḧałî şa’îran bê
kirdewey xwêndewaran bê
’umer ’elîş wa nêrrabê
layus’el û beřełłabê
herçî bika pirsî nebê
le hîç kesê, tirsî nebê
ebê beşman her zîndan bê
derkirdin û têhełdan bê
***
kirdewey ensarî selam
me’lûme lay xas û ’ewam
eyanewê nîştimanyan
biparêzin le xwên řijan
newek tenya nîştimanyan
bełku gelî ser řûy cîhan
le birsêtî û mał wêranî
le bê îşî û sergerdanî
le qunbeley zeřew tînî
le bombay haydirocînî
le fiřokey pelamarder
le saruxî mał wêranker
le têkçûnî exlaqî çak
le şêwanî řewştî pak
dûr bin hemû şar û wiłat
bo emeye hewł û xebat
keçî beqanûnî şeytan
şeytan peristî bê îman
tacranî merg û mirdin
şerîkey gyan lenaw birdin
ensarî aştî layan
tawane, ewpeřî tawan
selam kira beşeř, nek xêr
ensarîşî be şořişgêř
aştîxwazî weten perwer
mamostay kurdî hunerwer
bilîmetêkî danşiwer
«goran»y dem piř le gewher
kirdyan be ensarî selam
ye’nî musteḧeqî î’dam
girtî naye bendîxane
witî cêgay to zîndane
be qanûnî ême waye
zîndan cêy aştî xwaye
dest û terazût xwatewe
xwa bo xoy zû bitbatewe
şêx letîf şêx meḧmûd
payey berzî koşkî şêxan
le bin û binçîne derhênan
aşkirabû, wek em řoje
ewel bend bû le piřoje
wek le piřoje nûsrabû
bedemîş řaspêrrabû
wekû cûy nabût le piřa
paşa bedeftera geřa
ḧeme biçkolî berçaw kewt
şew taku sibḧeynê nexewt
ḧeme biçkolî pişderî
«’umer ’elî» nardye serî
witî bêt bo suleymanî
bo îşêkî zor penhanî
hênayane xizmet paşa
kiřnoşî bendegî kêşa
bo tefre, leberî hesta
emca řûy kirde «ḧeme aẍa»
witî bîstûme to pyawî
pyawêkî azaw benawî
ełên de sał ber le êsta
«şêx letîfPerson» qînî lêt hesta
leşkirî nardote sertan
bo tałan û bo kuştintan
saf le saf tałanî kirdûn
serwet û samanî birdûn
çend felaḧ û pyawî kuştûn
xotan behezar ḧał derçûn
biřo de’waye, berpa ke
ḧeqî xot êste dawake
min em ḧeqet bo esênim
řîşey lebin der’ehênim
ḧeme biçkol, witî paşa
xwa gewreyît berdewam ka
zor demêke eme buwe
sałehay besera çuwe
herçend leyek řast bûynewe
bełam dwayî aşt bûynewe
tazekirdinewey em kare
bo ’eşîret ’eyb û ’are
paşa wek lêy bidey kutek
wek jê û kewan hatewe yek
witî îngilîz emrî dawe
wezîr xetî wa kêşawe
ebê em kare her bikirê
nabê deqîqe dwa bixrê
em şêxane nabê bibin
řegyan ebê derbê le bin
be heřeşe û betirsandin
be tema’î ḧeq bo sandin
«ḧeme aẍa» hate serbarê
ke xwên le diłî bibarê
şahêdî zûr lem law lewla
bezorî şeq peyda kira
beqanûnî ’eşayerî
le’net le babî danerî
meḧkemey bo teşkîl kira
mude’î û şayet bang kira
madey yekem lem qanûne
wek awêne saf û řûne
ełê ḧukmî lebneřet
nabê bo ehlî memleket
qanûnêke ’eşayerî
danrawe bo koçerî
ḧukmî her bo koçeryane
be pêy ’urf û ’adetyane
hemû ḧukmî em yasaye
bo ehlî deşt û çyaye
paşa gwêy nedaye qanûn
ḧukmî xoy da bê çend û çûn
koçerî û danîştûy naw şar
kirdinî beyek bo îstî’mar
le newey qutbî řebbanî
kak eḧmedî suleymanî
şêx letîfî aza û neberd
weten perwer, netirs û merd
yekemîn lawî kurdistan
diłsozî pakî nîştiman
qereqoşî řaspêrraw
ḧakmî nexşe bo kêşraw
bexořayî bebê tawan
xoy û hendê, azadxiwahan
yekî beçwar sał ḧukmî dan
nardinî bo naxî zîndan
mebestî gewre her em bû
leser çawyan, tane û tem bû
dest û terazût xwatewe
xwa zû bo xoy bitbatewe
toş bixo ḧałit zor xoşe
ew şerbetey eman çêştyan
toş maweye lêy binoşe
ba tê bigey tamî zîndan
pîroztan bê bendîxane
hî xotane, bo xotane
«karesatî xûle pîze, kuştinî û şikandinî peymanî ḧikûmet ke dirabû be bira û xizmekanî û bekuştidanyan le layen hawřêkanî xoyanewe»
xûle pîzey çetey meşhûr
cûtyarê bû le şeř bedûr
zołim û zorî «banî şarî»
derî peřand be zordarî
banî şarî kuşt û derçû
le daxî şurte yaxî bû
befîrarî zor mayewe
ajawey zorî nayewe
le şeřêka xûle kujra
termî lew çyaye nêjra
paş beynê mîrî pêy zanî
xuleyan legoř derhanî
bo ewey ’alem bîbînê
hênayane suleymanî
«sałḧ koyîPerson» řefîqî bû
řefîqêkî şefîqî bû
le paş ewey xule kujra
legeł birakey wek bira
lem kospewe bo em herde
lem darewe bo ew berde
lenaw çyay fîrarya
lenaw dewend û darya
egeřan û exulanewe
bem çya û bem kêwanewe
hemû wek yek tawandar bûn
ledes ḧikûmet fîrarbûn
le dway xûle, birakanî
îşî xoyan wa çak zanî
lepyaw xerapî waz bênin
xoyan beçake řabênin
biřyaryan da ta bimênin
diłî kes daneçłekênin
nardyane lay merdî dilêr
qa’îmqamekey şarbajêř
wa’ezanim «bayz aẍa» bû
newey dizeyî aza bû
îşî zorbaş, bo řêxsitin
beřeḧetî lêy danîştin
manganey bo nawnûs kirdin
ke danîşin heta mirdin
destyan daye ḧeywandarî
felaḧet kirdin, cûtyarî
«sałḧ koyî»û hawřêkanî
ewanîş her wazyan hanî
danîştibûn bêdeng, bê seng
bê bezim û řezim û bê aheng
beynê bû xûle kujrabû
birakanî damezrabû
beřeḧetî danîştibûn
le arada hîç nemabû
paşa ke teşrîfî hêna
bo girtinyan biřyarî da
bełênekey mîrî şikan
xoy û şurte çûne seryan
besed fêł û fiř û pîlan
sernekewtin boy negîran
birakanî xûle dîsan
kewtinewe naw şax û kêwan
«sałḧ koyî»û hawřêkanî
legełyana gyanî gyanî
piştî yektiryan girtibû
dûrbûn le dê û awedanî
bîrî zor kirdewe paşa
hîç nema hewłî bo neda
bo ewey ya byangirê
ya bekuştin lenawyan ba
serî bird û serî hêna
axrî wa biřyarî da
wek êran çon bê azayî
«simkoPerson»yan kuşt bexořayî
emîş herwa namerdane
byankujê be ḧîzane
lût berzî řutbe û cêga bû
layus’elu beřełła bû
bîgirtaye, bîkuştaye
be lêdan sed bimirdaye
herçî bikirdaye eçû
pirsînewey hergîz nebû
endamî ḧîzbî toran bû
dujminî gewrey kurdan bû
xwên řiştinî kurdî le la
zor bê nirx û zor asan bû
bo kuştinyan qerarî da
pîlanî bem řenge dana
«sałḧ koyî»û hawřêkanî
lasyan bida bepenhanî
cêgeyan zor sext û şûme
te’qîbyan bê berubûme
xwênî polîs bo biřêjîn
xoyan bexoyan bikujîn
karbedestî emnî bang kird
perde esrarî bo labird
hełyan bijard le jin le pyaw
casûsî baweřpêkiraw
yekêkyan nardu zû řoyî
be penhanî «sałḧ koyî»
dî û desî xoy baş lêweşand
selamî paşay pêgeyand
paşa ełêt, heta mawim
îşî enême ser çawim
xoy û hawřêy ’efû ekem
îşî başyan bo řêk exem
ewey le dunya des kewê
ew byewê, min namewê
heta biřka qisew hêzim
le şeř û şoř eyparêzim
hemû hawřêy lekara bê
xoşî ře’îs ’urefa bê
sałḧ ke gwêy lemane bû
dînî beşeytan da be şû
du’a xwazî le îman kird
xwa ḧafîzî le wîcdan kird
naye ewlawe ’eyb û ’ar
namûsî xoy da bedînar
nenûstin taku beyanî
ta firsetyanî lê hanî
wenewzyan neda û nenûstin
le xewda hemûyan kuştin
dest û terazût xwatewe
xwa bo xoy zû bitbatewe
***
«’umer ’elî» ke nêrrawe
lewê nexşey bo kêşrawe
dujminî kurd herçî bika
nabê kurdê basî bika
bo sałḧ koyîye lome
em sê şî’re legeł tome
ewetî dunya dunyaye
ademîzadî wa tyaye
lew kesaney kurdyan nawe
şitî weha řûy nedawe
ewende to bê wîcdan bî
nabê le tuxmî kurdan bî