jyanî ademîzad

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  617 views
lenaw şepolî xema, seringûn û bê aram
be kêwî sextî jyana, bepê û çingeřnê
xerîkî hełmetî serkewtine bigate meram
lepiř nişêwî kiłołîy, bwarî lê etenê
be dawî cewr û xefet, tarupoy le êş û le zam
***
zebûn û řê hełe bûy deştî çoł û hołî beła
şiksite bał û şipirzey pelarî destî qeder
ne destigîrê lelawe desî bidate pelî
ne hawdemê xefetî xoy lela bida be hewa
belayeka eyewê têpeřê, nîye řehber
***
leber demîşyewe tarîke sêberêkî weha
hetakû çaw biř eka, tund û tał û bîm awer
eda belayewe, exnêtewe be îstîhza
hewł eda ke biçê bîgrê, bełam sêber
çilon egîrê, behêzî şelêkî bê ser û pa
***
emane em kej û em sêber û şepole, yekî
nimûneye le hîwaye û le řêgeyaye bebar
ke çawî pê ekewê, boy eçê be îstî’cal
bełam hîlakîye, ye’nî jyanî new’ê beşer
be tengewe nîye, řahatuwe legeł îhmal
hetakû ew deme, eynêne qebrî tîre û tar