îlhamêk le «ḧisên danş»ewe wergîrawe

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  541 views
le katêka sefîney bîrubaweř ẍerqî şořş bû
temî efsaney bûtxane, dunyay ’eqłî poşîbû
şepolî tîjî deryay fîtne, germey hêz û coşî bû
jyanî ademîzad, têkeławî bîm û lerziş bû
giřêkî agirî hełkird û nawî na peristişgah
biłêsey bû be nûr û meşxełî řêy ẍafił û gumrah
***
le piřşingî birûske meşxełî ateşkedey wergirt
becarê agirî berdaye pûşî wişkî nafamî
şewî cehil û nezanînî be pirtew kirde nûranî
bit û bûtxane hate lerze û řûy kirde wêranî
becarê day be dem bawe, bînaẍey pûçî bednamî
giřî ber daye jînî bûtkede, yek bare sûtanî
***
meh û xurşîd, eda piřşingî řûnakî be ayînit
beser afaqî «mada» pirtew efşan, nûrî îmanit
cîhanî serbeser piř kird le enwarî xuda bînit
şî’arî baweřî gořî, be carê ’îlim û ’îrfanit
newa perdaze bulbul, bo demî ẍunçey gułistanit
direxşane wekû řoj lapeřey mêjûyî tabanit
***
be sê şit danra, binçîneyî ayîn û te’lîmit
be «fikir» û «qewl» û «kirdare», hemû erkanî ayînit
serapa bû besaḧey ’edil û dad, mełbend û îqlîmit
hemû asarî konî furs û êranLocation, zadeyî dînit
sizaware leser ser danrê nûsrawî «awêsta»ket
ke ew bû hoy necat û mucîdî ’umranî dunyaket