kwa şî’rekanim

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  609 views
sefer kewte xeyałî hemdemî eyamî hîcranim
bînaẍey serbeser řûxa, hemû amalî ’îmranim
le ufqî asmanî dîde, gûm bû mîhrî řûy boye
syeh bextane wek şew, tîregî eřjête damanim
le gułzarî xeyałî wird û xwaşta, dił wekû bilbil
xerîkî bestinî hêlaneye bû, bo gułî cwanim
le piř gerdûnî bê řeḧim û wefa, bê sûç û bê tawan
desêkî naye bînî bilbilî zarî ẍezelxiwanim
zubanî şî’rî girtim, şêweyî adabî şêwandim
fesaḧet kewte nałîn û belaẍet kewte giryanim