feryad

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  656 views
umêdî zemane emelêke bed û bê sûd
mazît hemû her derd û fîraqî elem efzûd
ḧałîşt wekû řaḧetî řabirdû ẍem alûd
musteqbel û axir nefest meqberî mesdûd
lem xilqete, meqsûdî çîye ḧezretî me’bûd
«firyad azîn nu’ wicud ’idim aludPersian»
bo seyrê, muweqet, le nebû dête der însan
kwa ḧişmet û kwa sełtenet û textî suleyman
neydîwe kesê xoşî le des gerdûşî dewran
geh xuřem û xendan û gehê matem û giryan
bûnîş wekû îzharî ’edem, bo nebû nabûd
«firyad azîn nu’ wicud ’idim aludPersian»
firyad emeye tercumeyî ḧałî zimane
her leḧzeye dinya, elem û ah û fîẍane
řoyştinî em ’aleme, wek seylî řewane
ebřêtewe her pênc û dû řojêke zemane
bo mirdin û kifin û difne, ’alemî mewcûd
«firyad azîn nu’ wicud ’idim aludPersian»
dinya çîye satê fereḧ û satê mikedder
mahîyetî me’lûme lelay pyawî minewer
’eciz û elem û girye û efẍane seraser
geh ’uşret û şadîy û gehê mergî birader
lem mîḧnet û lem jîn û nemane çîye meqsûd
«firyad azîn nu’ wicud ’idim aludPersian»
nûrî bese, bibřêtewe em çûn û çiraye
ger hatne, ger řoyîne, ger derd û bełaye
bibřêtewe lem îşe medû, îşî xudaye
ger zîllete, ger řif’ete, ger sewqî qezaye
hergîz mełê naşukirye lay xalîqî mescûd
«firyad azîn nu’ wicud ’idim aludPersian»