behar

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  827 views
saqya mey bêne têkeł bezme badî newbehar
lale û řeyḧan, guł û nesrîn legeł yek bûne yar
wa şebistanî çemen piř bû leber bûkî seba
bûkî tazey guł eřazênêtewe bê îxtyar
ḧeqyetî îtir ke muştaqane serûy newcewan
newnîhalanî çemen, ba perde bigrête kenar
mewsimêtî, sêw û guł bênin miturbey ken leyek
lem çemenzarane, wek wesłî dû yarî ẍemgusar
dest lemil yek ’aşiq û me’şûqe wa dên û deçin
wek bedem badî sebawe, berg û barî şaxsar
qetreyê baran le dił eşwatewe, tozî keder
la deba baye, le řuxsarî qedeḧ noşan ẍubar
řeşbełek bû, hełpeřîn, ałane ser serçaweke
boye serçawey diłim, řûnake ’eynî serçinar
aław wała pêkewen, wek guł legeł řeyḧaneda
deste bestirawe, weya deste xerîkî gîrudar