diłî min

nezîre leser qesîdeyekî mamosta bêxud
From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 5 minutes  1753 views
lew řojewe toy dîwe perêşane diłî min
sewda zede û bê ser û samane diłî min
pîşey xefet û şîwen û giryane diłî min
ga wêłî kej û kêw û byabane diłî min
ga derbederî kûçeyî şarane diłî min
sersamî peł û berdî minałane diłî min
***
herçende bedûya egeřêm şar û wiłatan
deşt û kej û seḧra û çya, çoł û byaban
naydozmewe bê seruşwên řoyîwe dîsan
şêtane ebê řûy le çi la kirdibê yaran
wek bilbilekey wêłî gułistan be beharan
axo le çi gułzarê, ẍezelxiwane diłî min
***
gahê wekû lafawî çya, řû le byaban
wek hewrî teřî fesłî beharan le nizaran
wek bilbilî aware le gułzar û gułistan
mestane esûřêtewe, hêlane perêşan
şimşałî gerûy piř le çirîkey ẍem û hîcran
her sate be derdêkewe, nałane diłî min
***
satê be hewa û meylî peristiş be gułî řût
cêy mescîde bo sucdeyî mîḧrabî dû ebrût
beynê be xeyałatî girê û pêçî serî mût
pabendî kilêsaye be zinnarî dû gêsût
ḧeyrane leber řût û perêşane leber mût
geh kafir û geh şêx û musłimane diłî min
***
satê nebû, dinya bigeřê, tozê be kamî
řojê nebû, sed def’e ke nekulêtewe zamî
zorim pele kird, dił nebê gîrodeyî damî
bêhûde bû xoy tûşî beła kird be nefamî
řoḧî be fîda kird û keçî her nebû řamî
êsta be şew û řoj, beşî giryane diłî min
***
nemdîwe diłî wa bed û axir şeř û negbet
řê lê hełebûy, çoł û byabanî muḧîbet
lasar û sehende û sereřo û ser be musîbet
wek baye lelay serzenş û pend û nesîḧet
gwê nagrê le cwên û heřeşe û te’in û melamet
yařebî çi bê hoş û çi nadane diłî min
***
sed xozge bê bew řoje ke nembîstibû nawit
nemçêştibû tamî meyî, meyxaneyî çawit
neydîbû des û pêy diłekem , hełqeyî dawit
azadbû le pêç û ẍemî egrîceyî xawit
wa êste le taw agirî hîcranî be tawit
firmêskî ełêy terzew û barane diłî min
***
xo kifrî nekird têpeřî kird řojê be lata
zû hogirt bû wa ke egrya beduwata
sûta wekû perwane lenaw şewqî çirata
etlêtewe bêçare lenaw derd û bełata
xwênî be heder řoyî, le pênawî hewata
xořayî nîye, meylî le torane diłî min
***
îtir bese hênde mede azar û ’ezabî
ba neşkê pyałey piř û biřjê meyî nabî
ba nedřê seḧîfey edeb û ders û kîtabî
xot nextê biparêze le du’a û le ’îtabî
cwabit çi ebê, řojî ceza wextî ḧîsabî
cêy zîkirî xuda û merkezî îmane diłî min
***
şerit bê diłekem bigirim û wa bîdeme ber dar
zincîr û kelepçey kem heta dêtewe ber bar
bîhênmewe naw qefesî sîne wekû par
bîdem be nîgarêkî wefadar û xirîdar
gwê bigrê le nałîn û le giryan û le hawar
ba bes bigeřê em kej û kêwane diłî min
***
ewsa bigeřê, yarê bidozêtewe bo xoy
têr sucde berête berî mîḧrabî dû ebroy
îtir negeřê şar û der û deşt û çya boy
obałî heta hênde neçête mil û estoy
bełkû eme xwaye, ke kemê bêtewe ser xoy
ba hênde nesûřêtewe şêtane diłî min
***
biřwa serî xoy hełgirê, řûkate dyarê
yarê bigrê xende beleb, şuhreyî şarê
dem piř le şeker xende, melek çîhre, nîgarê
baranî ẍezeb, hênde le řwanînî nebarê
bênête sema, řoḧî řewanim be witarê
neşkênê hemû řojê be sed tane diłî min
***
yarêkî weha tirsî xudawendî lela bê
řeḧmî beqeder zeřeyî mûye le diła bê
tirsêkî le pirsîneweyî řojî ceza bê
derḧeq be muḧîbanî, be ’ehd û be wefa bê
zułmêkî ke bû, merḧemetîşî legeła bê
des hełgirê, lew şîn û giryane diłî min
***
em ah û enînî diłe gyane be şikayet
her berdî serî řête heta řojî qyamet
to tê mege, efsaneye kirdûye be ’adet
her xakî berî pête be şewq û be şetaret
bîbexşe ke xinkawe belafawî nedamet
herçende ke lasare, besezmane diłî min
***
wadyare ke agat ledemî xot nîye «nûrîPen name»
to şa’îrî lay xot û ełên ehlî şi’ûrî
bibřêtewe em řaz û sikałaye le dûrî
ey sayeyî řûnakî dû dîdeyî nûrî
gwê megre le nałe û le ’îtab û le şirûrî
bêhoş û serasîmeye, meřwane qisûrî
to her çibkey, bendeyî fermane diłî min