îstîqbal bo taze pêgeyştuwekan

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  681 views
sibḧeynê em tecedude bo toye ey şebab
bo toye ey umêdî weten, xadîmî ḧeyat
ey aftabî fecrî emel, mayeyî necat
subḧî se’adetêkî ’eceb pak û bê seḧab
her çaweřwanî toye, desa firsete şetab
ey fecrî bê ẍubar û keder, ’alemî emel
çawî le toye, to ke umêdî hemû kesî
elḧeq ’îlacî derdî dewayekî newresî
hênd çaweřê bû çawî, heta pêy geyî sebel
fermû direnge, wextî tiłu’êke bê ḧîcab
bełkû ke serfî mazîy tarîk û hewlnak
bikirêtewe, xetî le peřey dił biçêtewe
sunḧetî beharî ’eyşî weten wextî bêtewe
şayed xezanî ’umrî bika sîne çak çak
bigrêtewe fehmî mazî piř ’ezab
ey newresîdekanî weten, wextî ẍîrete
teḧsîlî ’îlim û me’rîfete, mayey şeref
têkoşe bo sibeynê, newek bitkene hedef
sibḧeynê xakî em wetene, lat emanete
ḧurmetî weten, şerefî hemû bo toye ey şebab
ey muḧterem, mu’elîmî wişyar û bawîqar
ey dujminî cehalet û ey xadîmî beşer
ey xesmî ye’sî da’îmî, ey mayey zefer
ey meḧzerî se’adetî mîllet be îftîxar
laden le řûy mahî weten, zîlletî nîqab
êwen be nûrî ’îlim minewer eken wiłat
êwen ke xizmetî wetenî mîhreban eken
tenwîrî fîkirî ’alem û te’lîmî şan eken
îḧzarî me’rîfet eken û firsetî necat
piř nûr eken wiłatê, wekû şewqî mahtab
meḧbûbey cwanî weten, şox û mah řû
arayş bexşiłî ’îlim den, meken qisûr
tenwîrî ken be şu’le û techîzî ken be nûr
qed bê cyawazî em kiçe hergîz meden be şû
bełku bibê weten, lese’î êwe feyzbab
îtir ekem beyanî xiłûs û teşekurat
teqdîmî îḧtîramî xisûsî be dił û can
bo xizmetî cenabî mudîr û mi’elîman
em berge sebze, ba bikeme dyarî û xełat
herçende zeře, hîç nîye şewqî aftab