bo yaney serkewtin

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  760 views
dwê şew le xewa sîrwey badî seḧer engût
wek subḧî beharan
şew ’aqîbetî hat û diřî subḧî girîban
řoj buwewe le kurdan
ẍunçey fereḧ û neş’e, demî dayewe pişkût
wek çihreyî yaqût
afaqî emel bû be çemenzar û gułistan
wek řewzeyî řîzwan
awingî meseřřet le gułistanî jyana
wek duř le beyana
pexşane leser perçemî guł, kakołî řeyḧan
wek le’lî direxşan
nêrgiz qedeḧî keyle, le bade şewî şebnim
piř zewq û terennum
camî zeřî danawe leser penceyî îḧsan
wek saqî bê řeqsan
şewbo ke be şew boy hebû bo bezmî temaşa
kirdî lewe ḧaşa
bem neş’eye sed şûşe guławî gułî piřjan
wek şahîdî bustan
mîna le zefafaye, be ser serîyewe tara
wek guł le behara
řeqsyane legeł yasemen û ’er’erî bustan
piř neş’e û xendan
feryadî meseřřet le kej û kêw û nizara
î’lane le şara
qaspey kew û hajey çem û befrawî çyakan
xoş lehce û elḧan
min her muteḧeyîr, eme yařeb çi eser bê
boçî û çi xeber bê?
em keyfe çîye piř le nebatat û le însan
bo çîn hemû şadan
take senemê, leb şekerê, ẍunçe demanê
şimşadî mîyanê
şîrîn suxenî tazey teř, maderî kurdan
wek yûsfî ken’anPerson
gurc hate tekellum witî: em ’eyş û sirûre
em şayî û sûře
bo «yaney serkewtin»e em ’aleme şadan
hatûnete cewlan