şewêk

le farsîyewe
From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  847 views
şewê bazê be bazêkî wit: ey yar
heta key meskenit bê deşt û kosar
were ba řû bikeyne kûçeyî şar
besî bê hełfiřîn em dar û ew dar
bibîne hemdem û hemřazî însan
bibîne hemnişînî bezmî şahan
be şew hemdem legeł şem’ û çira bîn
be řoj seyyadî destî padşa bîn
cwabî dayewe bazî suxendan
witî: gwê bigre ey ḧeywanî nadan
eger sed sał mekanit bê byaban
binałênî le cewrî befir û baran
ewet me’qûltire, nek to wezîr bî
demê bo ḧukmî bîganan esîr bî