le kurdistanda giranî

le turkîyewe
From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  602 views
seyrî em menzerey cennete, em gułzare
çon bû ewsa û keçî êsteke çend ẍembare
ewe baẍatî heta meddî nezer, sûtawe
ewe şaranî heta çaw biř eka, řûxawe
kewtuwe laşey xwênawî sed bêçare
xane wêran û perêşan weten û aware
têkełî xwêne hezaran serî saḧêb ẍîret
ne’şî sed şêrî wetenperwerî, mułk û mîllet
’a’îley ew şuhedayane ke to eyzanî
małî xoyan buwete qebir û mezaristanî
birsî û derbeder, ewladî sefîlî kurdan
xewî lêkewtuwe lem mezbele û lew kołan
kewtuwe zumrey însan, wekû laşey ḧeywan
eme bû merḧemet û tuḧfeyî qewmî turkan
ey le bo xakî weten, munsî xak, ey şuheda
wa mezane ke mesa’ît hemû řoyî be heba
lay to mefhûmî weten yek bû, dyarî îslam
çi ḧîcaz û çi ’îraq û çi felestîn û çi şam
yadî xusranî hemûtan diłî kirdim buryan
emewê meqsedî to têbgeyenim be cîhan
řiştinî xwênî ciger, dulberî meclûbit bû
bo necatî weten û mîlletî meḧbûbit bû
wa be’îmanewe řût kirde kejî ẍîret û çoł
bû be gułzarî mezarit, hemû xakî enadoł
xeberî kuştinî to ’alemî wa kird ḧeyran
ew deme bote demî te’zîyey kurdustan
wa mezane ke feramoş ekirê, ’alemî to
takû baqî bê hemû kurd egrê matemî to
bo çi meqsûdê bû, ew ’ezme zeman eyhênê
întîqamî ezelî, řoḧî zułim derdênê
bo ser ew kese têkoşê, le bo îstîqbal
bexiş eka tacî zefer, destî şehî îstîqlal