9

From the Book:
Xaç û Mar û Rojjmêrî Şaîrê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 22 minutes  2041 views
le seretay em mangeda
xwênî yekgirtûy gelekem way pê witim:
ger diłdarî berd byewê şax hełgirê
hełî’egrê.
ger ’aşiqî jîn byewê merg bikujê
her eykujê!
ger diłdaranî sibeynê byanewê
aynde bênne êstawe
her eyhênin!
ger ’aşiqî aw byewê
«wan» berête lay «xaneqîn»
řojê eybat!
ger ’aşiqî çawanî keskî azadîş
wek seretay řojanî marit
byewê xor dagrêt û
le sitûnî bejnî mêjûmî bibestê û
leser ararat hełîkat
řojê eykat.
řojê eykat.
řojê eykat!
bełam çon guł leser pengir da’enîşê û
bełam çon xaç dûr le mar û dûr le azar
esrewêt û
bełam çon «ba» bê eşkewtî jan û hawar
heł’ekat û
bełam çon min bê karesat
tenya bim û
ke xom koç bim
îtir çon koç lem řêgeyem ebêtewe.
ke min xoyşim mesîḧêkî em dewre bim
îtir çon xaç le koł şan û
le koł mang û
le koł sałim ebêtewe.
to xaçî mar tê’aławî
to pişkoy sermabirdełe û
to hetawêkî tarîk û
to tenyayekî apûre û
to hewayekî xinkawî!
le pêşda karesat topełê befrî řeş biçkołe
ewendey serim bû
karesat be sałda xil bowe, xil bowe
topełe befrî řeş dageřa û dageřa,
be şewî qîrînda dageřa,
be xwênda dageřa
be jehra dageřa û til bowe,
zîndan û sêdarey le xowe hełpêça û til bowe
hełebcey hełmijî û enfalî hełmijî û til bowe,
gewre bû, gewretir
min îste serêkim pêweye le beła gewretir
min îste destêkim pêweye le azar dirêjtir
min îste çawêkim pêweye le zerya be jantir
min îste namoyîm le şextey qutbekan sarditre û
min îsta sûtanim le dozex gerimtir.
nalîy řoyî, be dwayda şarezûr koçî kird, wêł ebû.
ḧacîy řoyî, be dwayda şarî ko koçî kird, wêł ebû.
mewlaneyş koçî kird, be dwayda tancero koçî kird, wêł ebû.
çî mawe?!
wa îsteyş nîştiman xoy eřwa û koç eka û
şehîdan be dwayda wêł ebin!
min îste koçêkim milyonê serim û
dû milyon bałim û her eřom.
berewjûr min řêçkey tirsêkî řeşpoşî
hełatûy naw befirim, berewjûr her eřom.
berew şax min řîzî sîxnaxî dirêjî firmêskim û
serêkim le çawî eşkewt da û
serêkim le çawî şeqam da û her eřom.
min îste koçêkim lankem û gořekem le kołda û
bê ewey bizanim berew kwê û bo eřom, her eřom
min îste azadîy bê serim û
min řêgay win bûm û
min sermay mêjûm û
koçêkî bê menził, her eřom!
to baran yarit bû, to baran jêy tar û
to baran colaney xeyał û to hewr piryaskey
koçit bû ke şî’irit tê ekird. be tałî řêjney
qijî aw birînî xot ebest. yekem car baran bû
nehênî twanewey ’eşqit û tenyayî beyte dest.
yekem car baran bû, ewînî çawşînî kiçêkit bo
bênê û estêre be hêşû bênête jûreket.
to baran yarit bû. wa îsteyş neyare û sêławî
xinkane û giryanî şest kerî koçeket.
bêdengîy naw şaxan koçyan kird bo lay xwa,
ew katey ke koçî be girmey to geyşit.
hêwrîy mangeşew le gomda, xeyałî
řomansîy dirextî naw koşî cogekan
koçyan kird bo lay xwa ew katey
ke koçî be nałey to geyşit.
berd janî sextî xoy bîrçowe, ke janî êwey dî.
zemînîş kiřûzey pelkegyay bîrçowe
ew wextey mindałî êwey dî.
xeyałî dûrbînî dûredar
le kejî ’asîda
egeyşte ew řojey bîgenê û
bîken be: çirpayek be mêzêk
kursîyek bo şî’ir û bo çîrok.
bełam qet
xeyałî dûrbînî dûredar
bo ewe ne’eçû lêreda bîgenê û
bîken be: daremeyt
bo diłdar!
xeyałî sewzegyay binarî dûrekêw
egeyşte řojgarê dabêt û bo jyan
bîkêłn bo ’eşqî genim û co,
bełam qet xeyałî sewzegyay binarî dûrekêw
ne’eçû bo ewey lêreda
bibête gořistan
bo çaw û bo pence û
bo qijî mindałan!
to xaçî mar tê’aławî
to seferî karesatî û
qaçî kostî û koçî çawî.
henûke min lêre le şarî hezaran dûrgeda
belemî şî’rêkî şewaney bê çiram, řêm kwêr û benderim bizre.
min lêre le şarî hezaran dûrgeda
îstake belemî hełebcey xinkawim û fenerî kujawey
burcêkî manduwe em sere!
min lêre le şarî hezaran dûrgeda
sêwêkî «alan»y ẍerîbîy ser awim û
şepolî namoyî xom emba.
henûke min lêre. le «Mellanbyplan»
jimare 23 le qatî duwemî xanûyek
geřekî «Rinkeby»
geřekî awarey têkeł û firmêskî têkeł û
zimanî têkełî ẍerîban,
her wekû estêrey lêqewmaw le şewî baranda
beranber «TV»yek danîştûm
hemûtan ebînim, řûbarî lêłn û pêç exon
berew jûr ebnewe
hemûtan ebînim, wek çiray quřawî û
wek espî quřawî û
dirextî quřawî û
karjoley quřawîy berew jûr ebnewe.
min çawim be swarî firmêskî bałdarî fiřîwe bo latan.
min cestem be swarî fiřokey xaçekey fiřîwe bo latan.
temaşam awdaman teřteře
her wekû pilûskî bałatan.
min îste wişe nîm, min îste betanîye şînekey
ew jinem le quřda çeqîwe û nagate ser hewraz
min îste qełem nîm, min îste ew nanem
heł’edrê û hezar dest boy efřê û
her be řêy ḧewawe exurêt û nagate ser zemîn.
min îste şî’ir nîm, min îsta çawanî ew jinem
ke piřn le tem û le řeng û le dengî hełwerîn.
min îste şêrko nîm, min îste gorîçey zarokim
lew kêwe û, min îsta dû lêwî ew kîjem
wek mêjûm kewtote hełlerzîn.
min îste şêrko nîm, min îste:
pêławî cêmawî naw quřim û
naylonî diřawî nêwanî dû berdim û
giryanî win bûnim û
xewêkim kujraw û
destêkim îflîc û
řûberî beharî kostêkim zor berîn.
herwekû estêrey lêqewmaw le şewî baranda
herwekû pencerey lêqewmaw le wextî şikanda
beranber TVyek danîştûm
sîmam qet ewende alûdey diłopî tenyayîm nebuwe.
dengim qet ewende hogrî bařjinî askekey heniskim nebuwe.
řengim qet ewende ’aşiqî pûşpeře zerdekey xorawam nebuwe.
lêwim qet ewene hawdemî lerzînî dwagełay dirextim nebuwe.
her wekû estêrey lêqewmaw le şewî baranda
her wekû pencerey lêqewmaw le wextî şikanda
beranber têvîyek danîştûm.
le perdey têvêwe ew kîje de sałey
ke ełêy řengałey ber nimey giryanî şaxane û
le asman win buwe û le daykî win buwe û wek
laske semelî ber terzeyş elerzê.
le perdey têvêwe dête der egate berdemim û
ekewê. heł’esim baweşî pya ekem. eyxeme
ber kûrey jûrekem. çîm hebê le şîr û le nan û
le nuqił û le yarîy mindałan boy dênim. her
hemûy exeme berdemî û, petokem ehênim
pya edem. eydiwênim, ta enwê.
le perdey têvêwe ew jine řeşpoşey
le şewî şî’ir eçê û le mangî ewq eçê û le dwawe
cêmawe û řezêke siř buwe û nazanê çî bikat û
çî biłê, le perdey têvêwe, dête der
egate berdemim û ekewê, heł’esim, daykime û
mêjûme baweşî pya ekem le pêşda pałtokey
ber xomî pya edem. çî mabê û çî hebê le xorak
boy dênim. dwatrîş eyxeme cêgekey daykimewe û
lêfekey ewîşî pya edem. eydiwênim, ta enwê.
le perdey têvêwe dêne der, małekem çend
bigrê dêne der. małekem piř ebê le giryan,
le baran, le quř û le hełmî koçtan û le
bang û le hawar, le parçe naylon û le çîlkewçewêł û le wişke zirîke û le qîjey zor teř û
le destî fiřîw û, le ejnoy şikaw û, le saway
bermemkan. çîm mabê eyhênim. leberma çî
mabê. kilête û mişema û kiras û pantoł û
derpêm û gorewîm, her hemûy da’enêm,
řûtuqût ebmewe. be řûtî řa’ekem,
eçme der, min şêtim, min şêtî koçtanim, be řûtî
eçme der, egeme ser şeqam, be kurdî û
swîdî bang ekem: ey dinyay çep û řast
dway gazî jehrawî, dway nanî jehrawî û
enfal û kuştinî hełebce û em koçe: çî mawe
bimdenê û çî mawe bimdenê!
min îste deryaçey meraqim
espêkî şînbawî mengitre.
min îste asmanî diłtengî koçekem
xawenî «mang»êkî sûrbawî geştire!
min îste bałindey giřgirtûy nawbefrî em řewem
be denûk le şûşey pencerey gişt gêtî edat û
min îste hawarim wek momî kafûrîy dagîrsaw
şar be şar eřwat û
azadîm ser ekat be dergay małanda
wek hetaw!
em koçe gewreye koçêkî dûser bû
lem seryan ke řoyştim małekem, geřekim,
şarekem bizir kird.
lew seryan ew katey hatmewe
ewînî naw dinya û
cîhanim dozîyewe!
em koçe kilîl bû, kilîlî sîḧrawîy
be firmêsk derwazey asnî kirdewe,
be çołbûn piřbûnî dirust kird.
ew wextey ke dûrîş kewtimewe
le małê dabřam
le dinyay nizîktir kirdimewe.
kamêra, kamêra, kamêra
ger çawî hawdemî kamêra nebwaye
kê bejnî baran û ẍurbetî em koçey ebînîm?!
ger çawî êşkiçîy kamêra nebwaye
kê řengî peřîwî êwarey em kostey ebînîm?!
ger zar û ger gerûy kamêra nebwaye
kê nałey eşkewt û
kê dengî darbeřû
kê nûzey pelkegyay ebîstim?!
ger destî telîsmî kamêra nebwaye
azadîm bew hemû xwênewe çon eçuwe małanî dinyawe?!
ger pencey řûnakî kamêra nebwaye
em koçe çon ebû bem mange û
em xaçe çon ebû
bem pirde?!
şořşî kamêra, şořşî bînîn bû
dijî çaw bestinewey azadîm.
şořşî kamêra, şořşî bîstin bû
dijî dem bestinewey bahozim.
şořşî kamêra, şořşî fiřîn bû
dijî bał bestinewey hełbestim.
şořşî wêne bû, beranber mitbûnî boşayî.
şořşî deng û řeng, beranber bêdengî û bêřengî.
şořşî jyan û nîşandan, beranber mirdin û şardinewe.
şořşî ewîn û geyandin, beranber řizîn û hêştinewe!
kamêra, kamêra, kamêra
supas bo kamêra
bo çawî kamêra
bo dengî kamêra
bo destî kamêra
bo qaçî kamêra û
supas bo ewînî naw dinya!
to xaçî mar tê’aławî
to seferî bêkotayîy meraqît û
to řojnamey beyanîyan û êwaranî serabît û
mêjûy wêłî û
zîndanî zîndankirawî!
zorit dî, wek berdî ser çya û çun darî daristan,
wek xołî řêgewban: řeşebay dem tîj û řeqełe û
zibirit dî. zorit dî, çun limî gwê zeryayş
şepolî eşkencey şîn û mor, gerdawî sergerdan,
kefawî meraq û hełçûnî tûřeyî û daçûnî hêmnîy
zorit dî. to keştî û to sewłî xinkawî zorit dî.
to şaxî zorit dî: ew katey koç eken. ew katey
ke egrîn. ew katey ke agirî ’eşqêkî ebedî
le xoyan ber’eden. zorit dî: xemit dî ew wextey
ke ebê û ke eřwê. mêjût dî ew wextey ke
nêçîr exwat û ew wexteyş ke exurê. to heqî
zorit dî ew demey kewł ekirên. gunahî zorit dî
ew katey ke baweş be xwada eken û tawanî zorit dî
ew wextey le xak û le xwênda eçênrên. zorit dî
to gułî diřinde û to awî napak û to berdî nask û
to ẍedrî řazawet zor bînî. gułdanî jehrawî û încaney
xwênawîy zorit dî. to şî’rî fêłbaz û to wişey
xa’în û şořşî qaçaxçî û serkirdey pûtit dî. le pêstî
hetaw û firîşte û perîda dizit dî. le pêstî mesîḧ û
ḧellac û babkida pyawkujî zorit dî. pyawanî qawiẍ û
pûçit dî. zorit dî. jinit dî ew wextey ke ebin
be qulap. jinit dî ew wextey ke ebin be lawlaw.
hawřêy xotit dî ke lew dîw perdewe penceyan be çeqo
efroştî. zorit dî. xotit dî ew demey
etirsî. xotit dî ew demey ke ebû bipirsî û
netpirsî. xotit dî gyakełey hełe bûy. xotit dî
milêkî şikawî naw qorit û pele bûy. zorit dî.
çît nedî?! zorit dî û mexabin ta îsteyş
le řiq û ewîn û namoyî û tenyayî negeyştî!
henûke azadîy espêkî şefeqe û hênate małewe û
sertapay cirîwey mijdeye û birîskey xoşîye û
yał be guł. azadîy wekû guł, wekû mang hatote małtewe û
çun çiray efsane hatote berdestit, bo ewey
bîbeyte naw gewey şaxewe û bo ewey řûnakîy
bikeyte beydax û le gyanta hełîkeyt. azadî wek
gułebeřoje çaweřêy pencete towî keyt.
azadît îstake wekû sikî germyan, wek sikî
em xake qupawe birsîye. azadît kawlaşe, çaweřêy
şaraye, çaweřêy hewîre ke bîkey be parûy ew
deme tenyaye. azadît birsîye û azadît řecałe
ew katey azadîy birsîy bû:
şax ejnoy řoyştinî namênê.
aw beste û goranîy namênê.
mał demî namênê ta maçî to bika û
herêzî pêkenîn zerd ebê û
sał emrê!
azadî wek dartûy ḧewşeket hatote małtewe
wa îste xewnêkî zor gewret řojane wek kêłge û
wek şeqam, wek dergay małeket legełte.
wek espê leberdem řabûnta westawe.
çun beyar, azadîy çaweřêy kêlante
çaweřêy baran û yekbûnî zamante.
em espe zêřîney berbeyan
ewende leserit ewestê
neyxeyte tarîkî û direngan.
em espe zêřîney azadîy
ewende leserit ewestê
bêzarîy neygatê û birsêtîy çwarpelî neşkênê!
ciłewî em espe zêřîne le destî xotdaye
em espe zêřîne ewende çaweřêy to ekat
ke çete neygatê û kuřjinî nefřênê!
beyarîş ewende çaweřêy baranî to ekat
bagjî weřisbûn be řewe kullewe neygatê û
le gyanya hełnekat!
azadîyt wek melî xwênawîy hênaye małewe
wa îste le singita exwênê, le singita heł’efřê.
singî to asmane. em melî nigînîyeyş,
ewende leserit ewestê, ewende hogirte,
qet singî bo nekey be qefez. asmanî naw sertî
bo nekey be zîndan. em meleyş birsîye û çaweřêy
xermanî to eka!
azadîyt birsîye.
azadîyt mangêkî nexoşe.
azadîyt wêraney kawlaşe.
řeng û boy azadî le baxçey gyantaye.
pêxor û xermanî azadîy
be tenha le kêłgey naw lepî destaye!
yekbûnî çirawgî zamekan.
yekbûnî tanupoy kispekan.
yekbûnî lawik û ḧeyran û
le yekda twanewey em ’eşqe
gořînî em sere be mil û şanewe
gořînî em denge lay xote û lay xote!
azadîyt birsîye:
hezaran diruşmî ser xam û ser dîwar
birsêtîy kotrêk têr nakat!
azadîyt kawlaşe
xermanêk le qise û serutar
řûbarêk le haşe û le hûşe û
şepolî çepłedar
camê aw piř naka û
kirasêk nakate ber zam û
çirayek le małî tarîkda hełnakat!
leser řêy řojanda, leser řêy manganda, leser řêy sałanda
wek tirê çaweřêt qirpok bû.
ew deste her nehat ke mijdey kirdibê be genim.
ew deste her nehat ke qisey kirdibê be derman.
ew deste her nehat ke kifnî kirdibê be kała.
hîç nehat û, hîç nehat!
to xaçî mar tê’aławî
to hetawêkî tarîk û
to tenyayekî apûre û
to hewayekî xinkawî
hemdîsan to serit xul exwa be dewrî
bazney gumanda û be dewrî mergêkî tazeda û
le teyrî gêj eçît, le řêgey win eçît.
to îste way leber weyşûmey şeřêkî derûnta.
şeřêkî naw serta, şeřêkî naw xota, her řoje û
bayekî nefret dê û her řojey gerdawî
xwênêkit heł’eka û her řojey tofanî
mirdinê to ebat. to îste tenyayît gořêkî
geřoke û legełta eřwat û to îste namoyît
bejnêkî tarîke û pelupoy xaçeket her řoje û
qulancê zyad ekat.
hemdîsan nefretî xokujîm hatewe
nêw xwên û hatewe kawlaşî małekem.
hemdîsan em destim ew destim ekujê û
ew destim serî xom edzê û
em destim demî xom edûrê û
hemdîsan min her xom çeqom û
her xoyşim termekem.
hemdîsan min her xom sêdare û
her xoyşim laşekem.
min her xom tifengim û
her xoyşim nîşanem!
pêkewe gořim û gořhełken.
pêkewe petayşim û qurbanî.
pêkewe kotîşim û milîşim û
pêkewe zîndanim û zîndanî.
hemdîsan min her xom mişarim û
her xoyşim kerîtem.
min her xom kilîlim û her xoyşim qifłekem.
pêkewe nêçîr û dawîşim
pêkewe xinkaw û awîşim.
pêkewe agir û sûtanim.
min bo xom dizrawim û her xoyşim dizekem.
min bo xom birsîm û her xoyşim çetekem.
çî mawe min bîłêm?!
min bo xom îstake be peng bûy dinyam û
her xoyşim pengekem!
to xaçî mar tê’aławî
lem řojgare dûkerteda to ew çawey ke bot nîye
nîwey daykî xot bibînî.
lem şewgare dûkerteda
to «nalî»t û bot nîye dihok bibînî.
to «xanî»t û bot nîye hewlêr bibînî.
to xaçî mar tê’aławî, to meraqêkî dûkertî
to nîştimanî biřřawey lenaw qeda û
to mêjûyekî biřřawey le kemerda û
lem lawe to hełbestêkî bê qaçît û
lew lawe to şanoyekî bê serît û
to goranî le nawenda piçřawît û
pencey le dest becêmawî!
řojane şî’rêkî řîşin û xwênawît wek berdaş
wiřît û wek pûşupołaşî dem gêjen
kasît û eçîte derewe. řîşnî wek pirsey
hemîşey germên û pirçinî wek tekyey qadrî û
wek neqşîş estêrkî xełwetî bêdengît.
eçîte derewe, ew wextey řê ekeyt,
lêłî wek xabûr û qemûrî wek piştî daban û
řengipeřîw wek kerkûk. řojane şî’rêkî
řîşin û xwênawît. xwênawît be xwênî wişey
xot. eçîte derewe, xwênawît
be xwênî kotełî şînî xot. eçîte derewe
wek berdaş wiřît û wek girdî dwa be dway
borduman kasît û eçîte derewe.
ke eřoyt to leber xotewe wek îstey
xaneqîn wiřêne ekeyt û şêtî wek mîrî
sûr. eřoyt û to leber xotewe
hobehoy horete û hawarî êłekey arante û
hawarî koçekey ’enberte wek deştî
şarezûr. eçîte derewe, wek îstey
řêwbanî nîştiman, wek xełkî wiłatî xokujî
to winî û bizrî û nazanî bo eřoy. nazanî
çon eřoy?! eçîte derewe û tenyayît
dûkerte. to nîweyt. eřoyt û le serta
narincok eteqê û tî ên tî eteqê û le
singita xumparebarane û eřoyt û to
nîweyt. eřoyt û em care dûkertî û
sêkertî û çwarkertî û eřoyt û to bine
siławeyt, to destî peřîwî yûsfî
bameřnît, to serî hełebceyt. eřoyt û
diłopî xořayîy xwênî xot be kawlaş efroşî.
eřoyt û diłopî xořayîy xwênî xot ejmêrî.
kostekan ejmêrî. bêwejin ejmêrî.
sałanî babirdû ejmêrî, bêşumar,
to xewnî hełkêşraw, aware ejmêrî.
ordugay birsêtîy ejmêrî. her eřoyt,
tenya nît, to serî biřřawî mêjûy xot
legeł xot egêřî. to tik tik abřûy
xot ekeyte naw zerfî naylonî bangeşey
şûmewe û bo dinyay enêrî. to serî biřřawî
biraket wek tacegułîney serkewtin legeł
xot egêřî. to pencet tîrorî xoy ekat,
to ser û to dest û to qaçî: kwêstanî û
řênas û ḧellaq û firansîs exeyte naw
kîsey xołewe û le řêgey postêkî pîsewe
bo dinyay enêrî!
eřoyt û hest ekeyt to wird wird egořêy,
to ewey pêşû nît. dest edeyt le
gwêçket dirêje û em care dirêjtir. dest edeyt
le danit û hest ekeyt tîjtire û dirêjtir. kełbete.
temaşay pêt ekeyt nînokit wekû direwş
pêławî diřîwe û hatote derewe û dirêje,
em care le destit eřwanî ebînî tîskine û
tałemûy řeş řeşe û dirêje. la’edeyt,
eçîte berdemî awêney kogayek. ke seyrî
xot ekeyt to bûyte «dirakol». to
îste tînûte û her ḧezit le xwêne. egeřêy
bo yekê xwênekey le xot bê bo ewey ke bînî
pêwe nêy. eřoyt û dewruber: epartiman
şeqam û dûkan û řêstoran, hemûyan
egořdirên ebin be bêşełan. eřoyt û
em care mirxet dê û miřet dê û to cîřey
kełbet dê û îstake to wa bûy be wirçî
xwênawîy daristan!
řojane şî’rêkî řîşin û xwênawît eçîte
derewe, wek berdaş wiřît û wek
pûşupełaşî dem gêjen kasît û eçîte
derewe. le berî «Gamlastan» kołanî
barîkî řewandiz pêt egat. ewsake
to bonî barût û mindałî sûtaw û temaşay
abłûqey mirdinî xot ekeyt. leberî gemlestan,
eçîte jêr çuxmî konewe, çuxmekey
serşeqam pêt egat, etgirê û řat’egrê û
se’atêk her basî şêdarîy namoyî û
nisyekey tenyayît bo ekat. berewxiwar
to eřoy hest ekeyt, qaçêkit man
egrê le hatin, legełta nayet û cêtdêłê û
serewjûr ew eřwat. em care xot
ekeyt be giçke bařêkda, eçîte dûkeł û
jawewe, wekû leqleq eçîte ser
kursîy loqdar û anîşkit exeyte ser
bař û badeket tê ekeyt. xwêneket
heł’edeyt. dûkeł û jaweye û to
xoyşit îstake dîrokî xanêkî ajaweyt.
to xoyşit îstake hawarî çeqoyt û
zirîkey małît û şeqjinî awareyt.
le destî řastewe jinêkî sertapa sûrpoşt
laweye, gułcařê gułałe û peykerî gułbaxe û
latewe westawe. cirîwey ał eda le çawit.
nîşaney bazney misînî ser singî pêt ełê:
ew çepe. ew çepe û îstake le destî řastewe
latewe westawe. ew çepe û le befrî emřoda
hełałey bo êre hênawe. le kilûy befrewe
eçme naw qisewe, le sermay emřowe xom
ekem be jûrî duwanda. eydiwênim. emdiwênê.
ew wextey egate ew pirse asaney ke
min çîm?! ke min kêm?! pirsekem lê ebê be
kêwê. le tawda min destim egłofim,
lał ebim. ewestim. min îsta şerim ekem,
şerim ekem, şerim ekem pêy biłêm:
min kurdim!
lem mêjuwe ziředa xom û xom tîẍîn û nêzeyn û
eçîne naw cestey yekewe. xom û xom
biřbendîn le qedî yektirda. xom û xom
gaberdîn til edeyn dêyne xwar her
beser yektirda. xom û xom gwêzanîn řa’ekeyn
be cergî yektirda.
xom û xom tawan û şayetîn pêkewe.
xom û xom sêdare û celladîn pêkewe.
azadî, kameye azadî?!
azadîy espêkî şekete û eşelê û
hemû řoj bar ekirê le fîşek!
nîştiman, kameye nîştiman?!
ew ’erdey hemû řoj dû sê car eykujîn?!
ew deştey ke bote tateşor!
ew şaxey ke bote daremeyt!
ew berd û ew quř û ew çew û ew limey
zîndanî lê zawe?!
kameye nîştiman?! kameye azadî?! nazanim.
ew awey be řojî nîweřo serçawey edzîn?!
ew yarey le xewda çawanî edzîn?!
ew hewrey pêş baran baranî edzîn?!
ew mangey le şewî çwardeda eydizîn?!
nazanim kameye nîştiman?! kameye azadî?!
azadîy espêkî şekete û eşelê û
hemû řoj bar ekirê le fîşek.
eweta nîştiman gerace bo tayey qaçax û
lorîye bo diroy sermor û
gumirge bo xwên û bo xem û cigerey sitok û
diruşmî sitok û, bazaře bo sîmay syasîy mûzewer!
lem mêjuwe ziředa, her dozex ezêt û
her şimşêr sik eka û
mergeweř ebête pêẍember!
hemdîsan wa marte û êwarey barane û
ẍerîbîm tepunim ebarê. hemdîsan wa marte û
tawtawî řêjney zamane û seferî dirêjî
bařêzey giryane û ẍerîbîm şest ekat.
hemdîsan êwarey barane û, min îste le goşey
terîk û şînbawî gazînoy ẍerîban danîştûm.
ewendey kurdistan tenyam û ewendey şaxudax
mandûm û ewendey dûkełî cigerem pertim û
ewendey dwaçořî řûbarî em şî’re lêłim û
řoḧîşim kûlekey temêke û xerîke teq ekat.
hemdîsan barane û êwarey barane û çun
qewze wenewzê girtûmî, nazanim bo merge
yan xewnî kazîwe û çûnewe bo hobey çawanî
yarane?! barane û barane û barane
nîştiman, kwa řanit?! kwa berdit?! kwa sîney xakuxoł?!
balîfî xewbînîn, hewrekey serînim
ba tawê meraqî hîlakim, meraqî şeketim
le binar «goyjeLocation»ta řakşê
ta xewnî qesîdey dahatûy
tazetir bibînim!