8

From the Book:
Xaç û Mar û Rojjmêrî Şaîrê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 19 minutes  1426 views
to xaçî mar tê’aławî
to pelupoy seferêkî zor dêrîney
em cîhaney
to cantayekî sîxnaxî
le henasey sard û germ û
to řakirdinî «şwên»yit û
to hełfiřînî «kat»yit û
to kursîyekî dûdłî û
jimareyekî sersamî û
řêgayekî ałozkawî.
filorensa:
leser şeqamî şî’rî sewz řawestawim
piř baweşim le goranîy zerd û sûre û
dû kanîy şîn bûn be çawim.
filorensa:
yekem maçî nêwan adem û ḧewaye
bûbê be şar.
yekem awazî xudayşe
ke bo beheştî danabê!
filorensa:
le berdemma wek komîdyay îlahîNamed-Entity
peře peře ekirêtewe.
carêk emka be sereta bo ewîn û
carêkî dî be gunahî bêkotayî.
filorensa:
payîz hênamî bo lay to
payîz payîz tenha jinê
lenaw sałda min binasê û
têm bigat û bişmijenê!
zistan jinêkî temełe
le kunî jûrê xizawe û
her xerîkî pałkewtin û bawêşkidane.
behar jinêkî gemjeye
wa ezanê em jyane
her be cwanîy řwałete!
hawîn jinêkî berełła û xoperiste
ne małî heye û ne bełên ne cê û řêge.
em sê jine behersêkyan
eger nîw’ewendey payîz legeł koçma bigrînaye;
wekû payîz bo tenyayîm yar bûnaye,
ewsa sałîş wekû îste
sipłe û bêwefa ne’ebû beranberim
awřêkî lem diłdare edayewe û
řêzêkî xemî egirtim!
filorensa:
hemû řojê çomî «arto» lankey awe
bo şî’rêkî tazezawim. şepol şepol řam’ejenê.
hemû řojê çomî arto newresêkî diłdanewe
be tełê gułî morewe: enêrête lay henasem
min êstake herdû destim
wekû kenarî çomî arto
hewarin bo wişey teř û
masîgrey ber sing sipî û
şeqamin bo xozgey namo.
«dantîPerson» lêre da’enîşê
małî guł û małî giřî ew lêreye.
dantî her lêreyş enûsê
wişey pişko û wişey xunçey ew lêreye.
lêre ebê be gułdan û
lêreyş ebê be agirdan.
lêre dozex ekate ber hizrekanî û
lêre beheşt ekate ber sozekanî û
lêreyş ebê be nizayekî narincî
nêwan herdû guł û agir.
em şare şarî efsaney naw memleketî hunere
cade û kołan, derga û dîwar, gořepan û bałexane û,
baxçe û nizar hemû bûn be jêr dest û pêy peykerewe.
pencere zarî peykere.
payekan qaçî peykerin.
derga hawarî peykere.
dîwar singî xwawendêk û
cade: řûbarî ’eşqêkî hełkołrawî naw hunere.
qubbekan memkî peykerin
bałexane buwe be esp
dirextekan bûn be jin û,
řim û nêze bûn be pyaw û
berdî biçûkîş be mindał.
peyker, peyker, peyker
wêne û huner, wêne û huner, wêne û huner.
lêre mîka’îl encilo wek gilênet legełtaye.
lêre mîka’îl encilo ebînî çon
lejêr çekuşî penceyda
aw heł’equłênê le berd û
berd eka be goşt û êsk û
řoḧîş eka be beryanda!
lêre mîka’îl encilo ebînî çon
şeqam ehênête qise
bał eřwênê le dîwar û
serî mesîḧ
eka be zengî kiłêse!
eme şarî sersamîye
wextê ke dû çaw beş naka bo temaşa!
eme şarî telîsme lenaw telîsma
wextê ke şî’ir lał ebê û
deng ewq ebê û
qełem wişe le bîr eka!
egeyte lay vîntisyay şajnî aw
awêzanî tavgekey bejnî ebî û
ebî be estêrey naw aw.
egeyte lay kernevałî şeqamî aw, kołanî aw
ebî be masîy bałdarî diłdarî aw.
vîntisya lenaw awda ledayk bû
aw lankey bû, aw małî bû
aw xwêndinga û, aw ewîn û
aw yarî bû.
vîntisya hezar sałe demî nawe be awewe û
têr’aw nabê!
em tînwêtîye tînwêtîy ’eşqî şare bo çawî aw.
lêre zewî ewende tengenefese
gwêt le xîzexîzî singî barîkeřê û singî berde.
lêre wişkanî leber aw cêgey nîye
ne xoy hełka û ne řabka!
lêre ’aşiq teře wekû gyawgułî aw
lêre şî’ir teře wekû newresî aw.
egeřêy bełam to dû kertî, dû cestey,
dû serî û çwar çawî. serêkit eweta lêreye û
giłołey serabî koçêke û ewî tir wa lewla
kakołî dûkełe û le leşî dîrokit heł’esê û
le gerûy derbend û şaxanta gêjenî meraqe û
yan pêçkey kostêke û berdewam xul exwa.
dû serî, serêkit cantaye û dûr eřwa û
ewî tir berdêkî ew laye û le serî şaxewe
berewxiwar til exwa. çwar çawî; dû çawit
ewetan lêren û wek řox û bestênî em
şare awîye teř teřn û qûłayîy deryaçe
zûxawê epêwin û dû ason le werzî
firmêskida ewerên. dû çawî ew layşit
dû girdî germênî řeştałen wek
pêstî mendelî qirçeqirç esûtên. egeřêy
bełam to sêberî pertipertî, le cestet
win ebî lêre bî yan lew la her şewî kerit
kertî. to mêjûy winbûn û kuştinî, aşkira
bikujrêy «mu’înî»t be dizîş bikujrêy
«zubêḧît» to mêjûy winbûn û kuştin û
xokujît. egeřêy, bełam to tarmayîy
hoşêkî pertipertî, ew katey ke lêre way le
naw şî’rêkî ewrûpaLocationy řûnakda
heman kat lew layşî û way lenaw
giryanî şî’rêkî tarîkda. ew demey to lêre
le jûrî şûşeda û lenêwan gułanda danîştûy
heman kat lew layşî û kewêkî řeşpoşî
naw pirsey kawlaşî. hemîşe to ceste û
to bejnî xaçêkî çwar parçeyt. ew demey
ke lêre ebîte baran û řehêłe û enûsît
heman kat to lew layt, yan şextey
seqzît yan jałey mardînî yan temî
qamîşlît. yan agirî kerkûkLocationyit.
to mêjûy winbûn û kuştin û xokujît.
be şîrî zulifqar gerdinit hełfiřê bo lay xwa
sabłaxLocationyit. be pirçî jinêkî cwankîley
mudêrin henaset bibestin dersîmît,
be loloy piştênî xelîfey emewî
newrozit hełwasin, ḧesekeyt. be jehrî
çepřew û řastiřewî cîhanîş řeq bibî
hełebceLocationyit. ke xoyşit xotit kuşt
ewsake tabûtî dirêjî her hemû wiłatît!
îstake to xaçî jehrawîy enfalî
îstake to çałî qaqřî enfalî
to zîlî řîzbestûy berdemî cîhanî kwêrît û
to bařey dêhatî û kiřûzey befrêkî naw seḧra û
şîwenî şořebî û
řaznamey diřawî lay xiwayt û
koçêkî naw dinyay nehatî.
enfale
enfale
enfal!
enfalî sîrwanî cesteme berewxiwar
be xwên û lîtewe be qij û gijugya û
be řîşî mewlewîPerson û be bałî qirtawî
şî’irim û be horey quřawî û
be welî meqamî kujraw û
be şemî xinkawî bestewe
berewxiwar, berewxiwar, berewxiwar
enfalî giryanî řûnakî û enfalî barane
enfalî xakname û
enfalî cirîwe û
enfalî jyane!
şax îste pyawêke kewtote ser çok û
serî xoy xistote naw lepî destyewe û
berdewam temaşay mirdinî xoy ekat.
kej îste jinêke dirextî qijî xoy eřnê û
berdewam zirîkey bahoze û, be berdî bin binar
le singî xoy edat. deşt îste espêkî
sewzbawî gilawe, berdewam nûzey dê û
gijugyay yałî xoy exwat û kuřjinî birîne û
le xorî sûrbawî germênda heł’ekat.
dirêjîy em xaçî enfale û
dirêjîy başûrî mesîḧim wek yeke
panayîy em xaçî enfale û
panayîy başûrî mesîḧim çûn yeke.
gunahî ezelîy kam zewî û estêrey gumřah û
kam sizay ebedîy tawanim, bo ewey hemîşe hełqirçêm?!
kam xwawend ẍezebî lê girtûm bo ewey her tapoy
namoyî û tenyayî û şew bim û bo ewey ne bimirim ne bijîm?!
kam xwawend xawenme?! nazanim. kam şeytan xawenme
nazanim. ne asman gwê egrê le xwênim û ne dinya û
ne dad û ne yasa û ne zengî kiłêse û ne qubbey
mizgewt û nazanim min be kê û min be çî swênd bixom!
kê pena û kê dałde û kê kesme?! nazanim. min îsta
şaxêkî bê swêndim. swêndî min dûkełe û qisey
min xołemêş! hawarim her xwênî meywime û
her koçî serewlêj. ewetey koç heye koç ekem
ewetey giř heye esûtêm.
ewetey aw heye exnikêm.
ewetey tîẍ heye qurbanîm.
ewetey xak heye bê xakim.
ewetey şax heye min tilor ebmewe û
ewetey dar heye lêy edrêm!
min le pêş mûsawe awarem.
pêş mesîḧ min xaçim.
pêş quřeyş min zîndebeçał û
pêş ḧiseyn min serî biřawim!
enfale
enfale
enfal!
temaşay xoł bike, bêjrawey eşkencey sałanim.
temaşay dewen ke, tirsî min çon eřwê.
temaşay girdołkey řûten ke
bextî dêm çî ełê!
temaşay peykuł ke, azarî řiskawim.
temaşay wêraney dengim ke, qesîdey řûxawim.
temaşay ewînî çołim ke, koçřewî min û yar.
temaşay meraqim, awêney wirduxaş.
temaşay xwênim ke, gułcařî kujrawim.
ew bazney kewtote naw ew werdewe
îste basî dest û pencey nazdar ekat
bo ew qumrîye bêwejne.
ew gwareyey kewtote naw ew awewe
îsta basî gwê û lamlî kałê ekat
bo ew masîye bêwepyawe!
ew deftere quřawîyey le lařêda
«ba»yek eylawênêtewe
îste basî çawekanî kîjê dekat
bo ew berde siksûtawe.
ew kułebałey be tenha hełwasrawe bew darewe
îste basî şan û qoł û goranîyekanî şwan ekat
bo ew liqe çił kujrawe.
ew bêşkeyey le naweřastida let buwe û
kewtote qeraẍ ew çeme
îste basî giřugał û zerdexeney biłbas ekat
bo ew şepole zamdarey
ke behêwaşî lêy edat!
enfale û fiřokey asmanî afat û
enfale û bay jehir û
beharî mergesat.
enfale û şarêkî be pêwe xinkaw û
pênc hezar momyay karesat.
enfale û hełebce
hełebce û hełebce
herçî firmêskê ta îste ke daruberdim řiştiwêtî
le layek û, em firmêskeyan le layek
em firmêske nîştimanî tya nuqim bû.
herçî mirdinê ta îste ke şaxudaxim dîwêtî
le layek û, em mirdineyan le layek
em mirdine sî milyon xemî daçłekand.
herçî kuştinê ta îste em cisteyey min dîwêtî
lelayek û, em kuştineyan le layek
em kuştine mirduwekanîşî řapeřand.
herçî ẍurbetî şî’irme le layek û
em ẍurbeteyan le layek, em ẍurbete le řojêkda
hemû dinyay be xaçî awarem nasand!
herçî şaranme le layek, em taqeşareyş le layek
taqeşarê ke le tirûkey çawêkî şanzey marta
le yek henasey gîrawî em sîyeda
bû be paytextî azarî wiłatekem
basî çî bikem?!
basî çî bikem?!
çon sewzegya ebê be tabûtî gułan?!
çon behar ebê be kifnî sê werzî tir?!
çon çirkeyekî jehrawîy ebê be sał?!
şeqam çon ebê be gořî serdanexraw?!
çon mindał xoy, ebê be bûkeşûşekey?!
basî çî bikem?!
gime çon ebê be berd û
baře çon ebê be dar û
ḧîle çon ebê be hewr û
haje çon ebê be çew û
hawar çon ebê be lim û
hewa çon ebê be dujmin
basî çî bikem?!
ew sawaye bo têr naxwa û dem hełnagrê le memkî dayk?!
ew bawke bo ew paruwe qût nadat û des danagrê?!
ew xwêndikare bo peřeyekî tazetir nakatewe?!
ew şofêre bo silfekey lê nadat û îtir biřwat?!
ew ḧemałe bo kołekey hełnagrêt û ew çeqî řêye bernadat?!
ew kîje bo «ça»key berdemî têk nada û bîxwatewe?!
ew kotre bo bałekanî kirdotewe û hełîşnafřê?!
ew kiçe bo ew setłe awe hełnagrêt û lêy eřjê?!
ew maçe bo tewaw nebû?!
ew teşîye bo xulêkî tirî nexward?!
takê gorewî bû be çî û le pê nekira?!
ew îmzaye bo her nekira?!
ew cantaye her danexra?!
dergayek bo pêwe nedra û
mîlî řadyoyekî naw koş
her banedra û her banedra û her banedra?!
to xaçî mar tê’aławî
to îstake jehiristanî wiłatêkî taqutenyay
le hewata jehir efřê û
le zewîta jehir eřwê û
le nanta jehirit edenê û le awta jehirit edenê û
dinyayş wekû jehrawîyek
dway dem û lût hełbestinî
dûrawdûr dê be pîrtewe û
qerewêłey peřkirawî
naw jûrêkî goşegîrit pê ebexşê û
to xaçêkî jehrawît û
boye şî’irit tûk be seryewe nemawe û
boye wişet wiř û gêj û
natwanî hestîte serpê û
îsta lenaw ’erebaney kem’endam û handîkapî
dewłetanda danrawî!
namo zorin, tenya zorin, birîn zorin
xaç zorin û mesîḧ zorin.
bełam to îsta şahenşay tenyayî û namoyî û birînî.
bełam to îsta dyartirîn mesîḧî ser xaç û
dyartirîn eşkencey zemînî.
hełebce kujrawe û
to pirset le şî’ra danawe.
hełebce kujrawe û
xeyałit řeşpoşe û
dûkełî û eřoyt û
em care giryanit heł’efřê û
êwarey honraweyş
şełałî xwênawe!
hemdîsan êwarey barane û, êwarey teřbûnî
egrîcey xemane û, êwarey kejawey zayełey
yarane û, êwarey azarî sûrmeçin.
hemdîsan delê lêy giryane û nimnimî
diłopî zengyaney çawane û, tawtawî ser
hobey dwakoçî ’aşiqane û hemdîsan
deloloy barane û heniskî tenyayîy şî’rî min.
hemdîsan barane û êware. baran û ẍerîbî pêkewe
ebarên. şî’ir û kost pêkewe des le mil
egeřên. barane û tepunim awêtey hełebcey
gyanme û barane û tał tałî řêzanî têkełî sîrwanî
janme û hajekey: şî’rî min.
hemdîsan barane û ebarê, pênc hezar estêrey
kujraw û pênc hezar řengałey kujraw û pênc hezar
pepûley firmêskim be serda ebarê!
min girdî gułanim û erxewan be serma ebarê.
min koçim û birjangî jîlwanim be serda ebarê
hemdîsan barane û êware. hemdîsan
deloloy barane û hemdîsan delêy lêy giryane û
ḧewşekey kotełîş, şî’rî min.
barane û, êware û, tenyayît ebarê
çun hewrî naw řîşî mewlewî ebarê.
xot ekeyt be bařî biçkoley ser sûçî
şeqama, goşeyek ke tîşkî şînbawî
çirayek - wek xêl bêt - nîwawnîw lêy
edat. eygirît. to îste baranî serumil
şînît û, berewxiwar, încaney tarîkît.
tirûskey agirî nêw pencet nawbenaw dû lêwî
gułî şîn ał ekat. beranber goşeket,
tabloyek etbînê. van kuxe û siławit lê ekat.
eçîte gêjenî tablowe, bayekî narincî to ebat.
asmanî payîzey tabloke û derûnit çûn yekin.
řengî zerd epoşît. ebîte werzêkî ẍemgînî
codre û, em care wek bakey ser zełim
heł’ekeyt. dwatrîş ebîte berdêkî berdemî
tavge û pirşepirş giryanî awekey lêt edat.
wek dûkeł dêytewe bařeke. wek marî
xaçeket pêç exoyt. to şî’rî geřîdey
xeyamî û em careyş perdaxê meraqî sûrî tir
heł’edeyt. le teyrî pêwebûy daw eçît
temaşay çwardewrî xot ekeyt. bo çawî dewruber:
to û kursî û to û mêz û tepłek û
dûkełî cigere yek şitin. hest ekeyt kat
wêney mişarê amade wa leser gerdinit çî ekeyt?!
řabkeyt be şwênta řa eka û to herdem řêbwarî
nêçîr û nîşaneyt. kat herdem sêławe û
to pûşû. kat herdem agire û toyş sûtû.
kat herdem zînduwe û toyş mirdû. em careyş
perdaxê meraqî sûrî tir heł’edeyt. seyr ekeyt
jinêkî şest sałey gułfiroş, kałaşîn,
şî’rêkî çawkałe û hatote berdemî mêzeket,
westawe. şînpoşî gułfiroş, wa dyare
her xoyşî zemanê guł ’eşqî şîn buwe û
wa îsteyş bay ’umrî kiřêwe lêy dawe. em
jine le kotrebarîkey tirsawî
dway girmey hewr eçê. sîmayşî le sîmay
mom eçê ew wextey esûtê. em jine
wek îstey şořebîy gwê zełim ẍemgîne û
bêdenge û laremil westawe. teł tełî
gułmêxek ewane lêy ekiřn diłdarin û
jwanyan bo maçî şînbawî emşewî em
baře danawe. tełêkî lê ekřî. ew eřwa û
win ebê. gułmêxek exeyte berdemit.
to her xot ezanît tenyayt û ne jin û
ne kiç û ne yar û kes naye. to her xot
ezanît em gułe sîs ebêt, emrêt û
kes naye. to her xot ezanît, destêkî
tir nîye em gułe werbigrê û kes naye.
to pence exeyte naw qijî û gułeke naw enêy
hełebce. to îste hełebcey gułmêxek bon
ekeyt. ew wextey şepolî hêwaşî tangoyş
hat, heł’esît. wek çiłî çinarê bay
hêwir lêy bidat dest ekeyt be sema.
toyş yarî xot heye, toyş cûtî xot
heye: gułmêxek nawqedî barîkî egrît û
ewîş sûk serî xoy exate serşanit û
weku dû bałdarî lay kanî ’aşiqan wekû
dû lawlawî awêzan dest eken be sema.
eçne naw colaney vałsewe û xewnêkî
pemeyî dûr dûr dûr etanba
wa îste hełsawî û gułmêxek legełta
têk’ała û to bonî lamlî ekeyt û ewîş her
baranî kejawey be serta da’eka û dwaşî’irit
teř eka. kat eřwa û gułmêxek letekta.
kat efřê û gułmêxek firmêske le çawta.
ta wextê kazîwe le dergay bař eda,
ta wextê şeqamî xewałû ebînin û
řoj baştan lê eka. eřon û řet
ebin berewjûr ebnewe. hetakû egene
ew şwêney pełeyek xwênî wişk, xermanê
le gułî řengawřeng, komełêk binemom,
hawartan lê eken: pyadeřew, dwa şwênê
ke pałmêy lê nûst û dwa hewar ke aştî û
ewîn û baranî lê kujra, ewestî. lewêda
ewestî û hełebcey gułmêxek, edeyte
dest xwênî bêřeng û dest mom û
dest pałmê û be tenyayş xot letek
giryanî dwaşî’ir, xaçêkî wêłît û hemdîsan
koç ekeyt.
to xaçî mar tê’aławî,
to xaçî guł tê’aławî
em careyan xaçekey to wek demuçawî
azadîy pê’ekenê.
em careyan xaçekey to wekû pirşing
le řûbarda, sema eka.
em careyan xaçekey to
lûtkey şax eka be zuřna û
şeqam eka be şimşał û
fûy pya eka!
em careyan xaçekey to
deşt û der eka be tepił û
aw ejenê û berd lê eda!
em careyan xaçekey to
buwe be darbeřûy şayî
qirîwey sewz lê eda û
destesřî serçopîyekey estêreye û
desî doy ewînî sipî wa le desta!
marit her mangî beharêkî gemje nîye.
marit her mangî awisbûnî daristan û
xwêncimanî baxan nîye!
marit her mangî arayştî řwałetî zerd û sûr û
pêkenînî tefrederî keskî geła û lencewlarî dirozney
gułzar nîye.
marit her mangî zemawendî şûkirdinî
kiçekanî newroz nîye.
marit her mangî geřanewey geła nîye bo lay dirext.
marit her mangî şetaw nîye bo hełpey maç.
marit her mangî xişił û taray mêrgekan û her jinêkî
qij dirêjî ber awêney gomekan û her leşêkî goştin nîye.
le marta xwênîş epşikiwê
le marta kispeyş sewz ebê û gopke eka.
le marta darî eşkenceyş geła eka.
le marta řinûy meraqîş etwêtewe û
zam eteqê û
mêjûy tołeyş haje eka!
marit her mangî beharêkî gemje nîye
mangî zawzêy şî’rîşe.
mangî hełpeřkêy berdîşe.
mangî seyranî xemîşe.
marit her mangî mergeweř û merg nye.
mangî geřanewey hemû şehîdane bo małewe.
mangî hatnewey mewlewî bo hełebce.
mangî hatnewey nalîşe bo xakuxoł.
mangî be yektir geyştinewey welî û şeme.
mangî be yektir geyştinewey diłdaranî kiç û kuřî naw enfale.
mangî hemdîsan hatnewey espeřeş û
ḧîley gelî û kewî sûrî badînane.
marit her mangî beharêkî gemje nîye,
lem mangeda xewî qurbanîş dêne dî.
le seretay em mangeda ber lewey kanîy biteqê,
mêjûm teqî.
berlewey gułê bipşikiwê xwênim pişkût.
berlewey darê guł bika sêdarekanim gułyan girt.
le seretay em mangeda milî zemanim wergêřa be lay xomda û
werzî sał û řojjimêr û zewîm gořî.
le seretay em mangeda be kilîlêkî řanîye
dergam leser yekeyekey mang û estêrey gîraw û
xewnî zîndanîm kirdewe!
le seretay em mangeda bo yekem car dway hezar sał
twanîm de řoj goyje berme naw kerkûk û
řeḧîmawa bênme xanuwe quřekanî silêmanî.
şetłî maçî pîremegrûn lenaw qełada biřwênim.
le seretay em mangeda
pîs lenaw çemî hestawî, minda nema!
le seretay em mangeda kotêk bûm û min be temay
řapeřînî dû pencem û sê pencem bûm
le de pencey herdû desma
keçî destim le dwanewe bûn be sed û be dûsed û
hezaran pencem řapeřîn.
le seretay em mangeda
min tînwêtîy mêjûy kakî be kakî bûm
çaweřê bûm sîrwanêk û dû sîrwan û
çem û dû çomêk řapeřn
keçî herçî şeqamêk û kołanêk û řêyek hebû
le cestemda, ewanîş bûn be sîrwan û
hemû pêkewe řapeřîn.
le seretay em mangeda:
min dołî kipî şewêkî neyar bûm û
çaweřê bûm girmejnî çend espêkim bimhejênê,
keçî herçî zork û yał û girdim heye
bûn be esp û
piř be hemû wiłatekem ḧîlandyan û
hemû pêkewe řapeřîn.
le seretay em mangeda
min şořşî dûdił bûm û
çaweřê bûm her gaşeberdî nêrîne û
darî řîşdar hełsine ser pê û merg hełbiřn,
keçî le zor cumgey leşma
pêş gaşe berdî nêrîne û darî řîşdar
jine çinarî wiłat û jine guł û
jine sinewber řapeřîn.
le seretay em mangeda
min destîşim le zor endamî bê xêr û
napesendî em cesteyey xom şitbû
keçî serlenwê ewanîş jyanewe û
leber tavgey ’eşqida xoyan şit û
legeł endamanî pakî leşma hemû pêkewe řapeřîn.