çîřok
From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
2 minutes
1383 views
pyawê bû zor feqîr bû
sereřay feqîrîy pîr bû
xawenî mał û mindał
neybû nanê lenaw mał
be areqî naw çewan
be quwetî bazuwan
le şax çîlkey ehanî
bo nanî mindałanî
çîlkey eda be pare
eyda be nan bê çare
hemû řojê beyanyan
eçû bo şax û kêwan
ewendey xoy eytiwanî
çîlkey ena le şanî
řojê lejêr kołedar
le gyanî bû bû bêzar
leşî piř bû le areq
dû çawî bûbû ebłeq
darî da beser berda
berdî da beser ’erda
kołekey kewte ’erdî
zahîr bû awî serdî
bangî kird ya ’îzra’îlPerson
to were lam be te’cîl
řoḧim nawê bem ḧałe
çî bikem lem ’umre tałe
qisey lenaw dema bû
’îzra’îl lêy peyda bû
witî: minit bo çîye
em hawaret le çîye
pîre le tirsî gyanî
cwabî qisey nezanî
lepaş nextê mamey pîr
witî: her toy destigîr
lejêr kołî giranam
lenaw ah û fuẍanam
boye hawarî tom kird
firyam kewî destubird
heta hełdesme serpêyan
lengerî bigre qurban
’îzra’îlî beheştî
kołî naye serpiştî
emca pîre beyek ẍar
kołî fiřande naw şar